Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Pêncewînî bi daxuyaniyeke bang li aliyên kurd kir

Navenda Nûçeyan |

Tirkiye operasyonên xwe yên başûrê Kurdistanê ya bi hinceta li dijî PKK’ê dewam dike. Bêdengiya PDK’ê ya li hemberî van operasyonan hem dibe sedema rageşiyan û hem jî dibe sedema bertekan. Bi taybetî piştî peymana Şengalê ya di navbera Hikûmeta Iraqê û Başûr de hat erêkirin û sewqiyeta leşkerî ya ji bo herêmê hat kirin, ev rageşî mezintir kir. Ji bo ku ev rageşî nebe sedema şerekê di navbera kurdan, ji raya giştî ya kurd bangên girîng tên kirin.

Rewşenbîr û siyasetmedarê kurd ê bi tecrûbe Mihemed Emîn Pencewînî yê li başûrê Kurdistanê dijî, bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser ‘Şerekê gengaz ê di navbera kurdan de’ û banga hestiyariyê li her du aliyan kir.

Daxuyaniya Pencewînî wiha ye:

“Bangewaziyek ji bo hemû rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê, hemû welatparêz û kurdperweran re.

Birêzan, ew çend roj in ku zengila xeterê şerê kurd bi kurd tê lêdan, bi taybetî piştî ku Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye gotin sê kes (band) destgîrkirine ku xwastine karê terorîstî bikin û ji bo wê mijarê PKK’ê tawanbar kirine. Her wiha hem Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku ew û her sê endamên wan ên di Encûmena Asayîşa Herêm de cih digirin, ji wê yekê bê agahdar in û wê daxuyaniyê jî qebûl nakin. Ew rewşe bê hêvîtî û peritînek zêde di nava gel de çêkiriye.

PKK jî li ser zimanê birêz Murad Karayilan ragihand ku ew tawane nerastin û amade ne ku bê şer, bi rêya diyalogê hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ew yek nêzîkatiyeke erênî ye.

Birêzan; ger şer biqewime wê ne tenê şerê PDK û PKK’ê be belku vê şerê hemû kurdan be, wê bibe şerê Bakur û Başûr, wê bibe sedema lewazbûn û bênirxkirina doza kurd a li hemû cîhanê. Pêvajoya siyasî ya Başûr ber bi aloziyekê ve diçe ku wê pirsgirêka kurd nîv sedsalî bi paş ve bibe. Ew jî tîrên dawî yên du dewletên dagirker e li ser dilê kurd dixin.

Birêzan; bi wê nasnava ku ez di şerê 1992’yan a PKK û Eniya Kurdistanî, şerê PKK û PDK û YNK’ê de wek navbeynkar bûm gelek aliyên veşartî yên şer ji min re aşkera bûn ku hemû jî ji bo tunekirin û lewazkirina doza kurd bûn.

Birêz Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê kek Mesûd Barzanî, birêz Serokê Herêma Kurdistanê kak Nêçîrvan Barzanî, birêz Serokwezîr kak Mesrûr Barzanî, birêz Seroka Parlementoyê Rêwas Fayiq, birêz kak Kosret, birêzan Şêx Lahûr, kak Bafil Talibanî, kak Qubad Talibanî, hevalên hêja birêz Cemîl Bayik, Murad Karayilan û heval Sebrî Ok; ez ji we daxwaz dikim ku hûn hemû bi hev re hewl bidin pêşî li rêya vê plana dijminê kurd bigirin! Ji bo agahiya we hebe, ez di her şert û mercekî de li gel her yek ji we birêzan ew dirûşma dubare kiriye ku du hêzên sereke û bi bandor li Kurdistanê hene û dikarin di hemû lîstokan de rol bilîzin. Eger PDK û PKK lihevkirî û hevgirtî bin wê doza kurd bi pêş ve biçe û nêzîkî armancên me yên sereke bike. Eger ew du hêzane nakok û di nava şer de bin, wê hêzên din jî birizin û doza kurd ber bi tunebûn ve bibin. Em hemû bi hevre hewl bidin û şerê kurd û kurd boykot bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar