Siyasetmendarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî bi boneya 24’emîn salvegera destpêkirina komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kir û di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hate girtin, ji Rojnews’ê re axivî û daxwaza azadiya Rêber Ocalan kir.
Siyasetmendarê kurd Mihemed Emîn Pênciwênî got: “Divê Abdullah Ocalan were azadkirin. Ew bi fîzîkî di girtîgehê de ye, lê ruh û fikra wî ji derve ye. Li her quncikek Kurdistanê û her cihekî ku mirov lê werin çewisandin û xebatê ji bo azadiyê bikin, bîr û baweriya Abdullah Ocalan li wire. Mînaka herî baş jî, dirûşmeya, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye ku felsefeya Abdullah Ocalan e. Bîr û baweriya Abdullah Ocalan li hemû Kurdistanê û cîhanê deng daye û belav bûye. Lewma divê her Abdullah Ocalan were azadkirin.”