Gulistan

Hefteya beriya vê min li ser Rosîda Mêrdîn nivîsandibû û sernivîsa min jî Rosîda bû. Vê hefteyê jî sernivîsa min Gulistan e. Gulistan jî wekî...

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Cuma - 30 Ağustos 2024

Pênciwênî: Ger ku bi dewleta tirk re lihev nekiribin çima bêhelwestin?

Mihemed Emîn Pênciwênî da zanîn ku armanca êrîşa dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê ya vêcarê ne ji bo şerê li dijî PKK’ê, ji bo parçekirina Iraqê ye. Pênciwênî pirsa ‘Ger ku lihevkirinek nebe çima hikûmet li hemberî dagirkeriyê bêdenge?’ kir

Siyasetmedarê kurd Mihemed Emîn Pênciwênî têkildarî armanca êrîş û dagirkeriya dewleta tirk û bêdengiya hikûmetên herêma Kurdistanê û Iraqê ya li hemberî dagirkeriyê ji Rojnews’ê re axivî. Pênciwênî pirsa ‘Ger ku bi Tirkiyeyê re lihevkirinek nebe gelo çima ev bêhelwestî heye?’ ji PDK’ê kir.

Mihemed Emîn Pênciwênî diyar kir ku sewqiyata leşkerî ya dewleta tirk ji bo dagirkeriya başûrê Kurdistanê ye û wiha domand: “Ev ne cara yekeme ku Tirkiye başûrê Kurdistanê bombebaran dike û sewqiyata leşkerî ji bo dagirkeriya başûrê Kurdistanê dike. Lê vê carê êrîşên bejahî yên dewleta tirk ên li nava başûrê Kurdistanê, ne ji bo şerê PKK’ê ye. Di piştperdeya wê de projeya parçekirina Iraqê heye. Tirkiye dixwaze li vir cihê piyê xwe qayîn bike. Ger ku parvebûnek li Iraqê çêbû yan jî ji bo kurdan tiştek çêbibe, dê bixe ber destê xwe.”

‘Hikûmeta Başûr daxuyaniyeke şermezane da’

Pênciwênî destnîşan kir ku hikûmeta navendî ya Iraqê li gorî yasa û destûrê berpirsê parastina serweriya xaka welate û wiha pê de çû: “Di heman demê de binpêkirina serwerî û xaka herêma Kurdistanê ye jî. Mal û milkê xelkê bombebaran dike û wêran dike. Ev erka hikûmeta herêmê ye ku xwedî lê derkeve. Lê me dît ku tenê daxuyaniyeke gelek şermezane û lawaz da. Ger helwestek cidî nebe, dê berpirsyartiyên dîrokî bikevin li ser milê wan.”

Di dawiyê de jî siyasetmedarê kurd Mihemed Emîn Pênciwênî wiha got: “Ji bo ku li her çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de lihevkirinên veşartî hene. Bi taybet jî li başûrê Kurdistanê. Gelo ger ku lihevkirinek nebe hikûmet li hemberî dagirkeriya dewleta tirk çima bêhelweste?” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar