Navenda Nûçeyan |
Kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ ya Meclisa Medyaya Dijîtal a Kurdistanê bi beşdariya gelek siyasetmedar, rayedar, rewşenbîr, nivîskaran berdewam dike. Siyasetmedarê kurd Mihemed Emîn Pêncwênî jî tev li kampanyayê bû.
Mihemed Emîn Pêncwênî peyamek bi dîmen belav kir û daxwaz ji dadgeha mafê mirov a cîhanê kir ku navê PKK’ê ji lîsta terorê were derxistin û wiha got: “Xistina PKK’ê ya nava lîsta terorê biryarek ne yasayî û ne mirovî ye. Ji ber ku welatê PKK’ê heye, partiyek niştimanperwere û li bakurê Kurdistanê parastinê li mafê 20 milyon kurd dike.
Em CPT’yê agahdar dikin ku birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîd û îşkenceyê de ye. Di rewşek gelek xirab de ye. Daxwaz dikin rê bi malbat û parêzerên wî were dayîn da ku li gel hevdîtin were kirin. Daxwaz dikin ji jêr dê îşkenceyê were derxistin.”