Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pêngava 15’ê Tebaxê ji dagirkeran re bû bersiv

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona KJK’ê û Meclisa Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya savelgera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di peyama KJK’ê de hat diyarkirin ku di salvegera 36’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de ew di serî de fermandarê mezin Egîd hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna wan re dê têkoşîna xwe teqez bi ser bixîn û wiha hat gotin: “Berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ku ji bo xaka Kurdistanê ji her şêweyên mêtingerî û dagirkeriyê paqij bike di 15’ê Tebaxa 1984’an de dest pê kir, îro li çar parçeyên welatê me dewam dike û em hêzên ku vê parastinê dikin silav dikin. Bi taybetî, hêzên me yên HPG û YJA Starê pîroz dikin ku niha li Heftanînê li dijî TC a faşîst berxwedaneke destanî dimeşînin. Li dijî dagirkeriyê wê teqez berxwedan bi ser bikeve.

Ji ber girîngiya xwe ya dîrokî û kûr, wateya roja vejînê li Pêngava 15’ê Tebaxê hatiye kirin. Ji ber vê yekê, fîşeka ku beriya 36 salan pêşî li Dihê hate teqandin, ne tenê qereqola TC a faşîst-dagirker kir hedef. Fîşeka destpêkê hem li înkar, îmha, şovenîzm, mêtingerî û qirkeriyê ket, hem jî koletî, parçebûna ji hev, nokerî û neteweperestiya paşverû kir hedef. Tevî vê yekê fîşeka destpêkê li zîhniyeta serdestiya mêr û zîhniyeta kevneşop û koledar a jinê ket ku ji rastiya xwe hatibû dûrxistin. Ji ber vê yekê 15’ê Tebaxê hem ji bo Kurdên azad hem jî ji bo jin ên azad roja vejînê ye.

Gelê kurd ku bi konsepteke tunekirinê û qirkirinê ya navdewletan ji azadiyê bêpar hate hiştin û li ber tunebûnê bû, di 15’ê Tebaxa 1984’an de ne tenê hebûna xwe ji hêzên mêtinger û cîhanê re ragihand, di heman demê de xeta azadiyê jî ji nû ve ava kir. Lewma 15’ê Tebaxê li dijî nokeriyê îlana Xeta Kurd ên Azad e. Eger mirov bala xwe bidin ser wê bê dîtin ku di pêvajoya ber bi têkoşîna çekdarî de li çar parçeyên Kurdistanê hewl hate dayîn ku yekitiya neteweyî ya rêxistinên kurd bê avakirin rewşa parçebûyî û nokeriyê ji holê bê rakirin û ji bo yekbûna li ser bingeha neteweyî hewldaneke berfireh hate kirin. Di vê oxirê de kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlmez 2’yê Gulana 1983’yan şehîd bûn. Lewma Pêngava 15’ê Tebaxê di heman demê de fîşeka destpêkê ye ku li nokerî û xiyanetê hatiye xistin. Nîşaneya têkoşîna gelê kurd a ji bo afirandina yekitiya demokratîk a neteweyî ye.

Ji ber vê yekê wate û girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê ji her demê bêhtir mayinde ye. Hêzên dagirker îro jî hewl didin li ser bingeha nokerî û hevkariyê encamê werbigirin. Lê belê armanca operasyona dagirkeriyê ya du mehên dawî ya dewleta tirk ne tenê tevgera azadiyê ye; ew dixwaze tevahiya xaka başûrê Kurdistanê dagir bikin. Konsepteke nû ya qirkirinê heye ku li dijî gelê kurd li çar parçeyên welatê me ketiye meriyetê. Ji bo ev plana navdewletî bê têkbirin, ji bo gelê me û xaka me bê parastin, ji bo destketiyên me bên parastin û azadiya me mayinde bibin, ji her demê bêhtir pêwîstî bi yekitiya neteweyî heye. Piştgiriya herî mezin a ku ji bo gerîlayên azadiyê yên niha li Heftanînê li ber xwe didin, helwesta zelal a li dijî noker û xayînan e û meşandina têkoşîneke radîkal a li dijî vê yekê ye. Bi navê KJK’ê em bang li jinên kurd ên li çar parçeyan û gelê xwe dikin ku bi Xeta Kurdên Azad re bibin yek û li pêşiya dagirkeriyê dîwarekî lê bikin.

Hêzên dagirker-mêtinger îro li çar aliyên welatê me ji bo tasfiyekirina têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya jinê û sîstema me ya alternatîf, êrîşên xwe giran kirine. Asta êrîşan mezinahiya tirsa wan a ji kurdên azad û mezinahiya berxwedana me nîşan dide. Divê em zanin ku ev pêvajoya em tê de ne pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn guhertinên mezin dibin. Pêvajoyên bi vî rengî sed salê carekê dibin. Ji bo gelê kurd û gelên qedîm ên Rojhilata Navîn di dawiya vê pêvajoyê de bi ser bikevin, derfetên me yên serketinê gelekî zêde ne. Dibe ku niha bi vî rengî destpêkê xuya nake, lê belê guhertinên mezin dibin, liv û tevgereke mezin heye ku demên bi vî rengî guhertinê jî bi xwe re tînin. Wê bi berxwedanê diyar bibe ku ew guhertin wê bi kêrî gelan bê yan jî hêzên mêtinger-dagirkeran. Di vê çarçoveyê de em Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û hêza wê ya pêşeng Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê di pozîsyoneke welê de ne ku dikarin rêveçûna dîrokê biguherînin. Eger em bi vê têgihiştin û biryardariyê nêzî têkoşînê bibin em ê azadiya xwe pêk bînin.

Em Pêngava 15’ê Tebaxê di çarçoveya pêvajoyeke wiha dîrokî de ji nû ve dinirxînin û cejna vejînê li kurdan û hemû gelên herêmê yên bi hesreta azadiyê ne, pîroz dikin. Em careke din di şexsê fermandar Egîd de hevrêyên xwe yên şehîd hemûyan bi minet bi bîr tînin ku wan têkoşîna gerîla ya 36 salan afirandin, fermandarên mezin biafirandin û di serî de artêşbûna jinê, têkoşîna parastina jinê kirin çavkaniyeke mînak a ji bo jinên li tevahiya cîhanê. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ji bo parastina hebûnê û pêkanîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin.”

Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo hewldanên dagirkeran bersivek bû

Meclisa Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) jî bi heman armancî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Em destpêkê 36’emîn salvegera pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd, hemû şehîdan, malbatên şehîdan, qehremanan, berxwedêrên cenga Heftanînê û gelê xwe pîroz dikîn. Di rastiyê de Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo hewldanên dagirkerane yên hêzên cîhanê û herêmê bersivek bû. Di şerên cîhanê yên yekem, duyem û sêyem de hewldanên ji bo çewisandina gelên Rojhilata Navînê hatin kirin. Di her sê qonaxên vî şerî de, bê guman gelê kurd bûye hedefa dagirkeran. Zêdetirî sed sal e li Rojhilata Navîn bi ser îradeya civaka kurd xerîte têne xêzkirin.

Berxwedana li zindana Amedê ya bi pêşengiya şehîdên mezin Mazlum Dogan, Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr û Sara, mizginiya ji dayikbûna têkoşîna gelê kurd bû. Berxwedana li zindana Amedê, bi pêngava 15’ê Tebaxê dewam kir û îro gihiştiye astek mezin. Berxwedana 15’ê Tebaxê bi xwere Pêngava 1’ê Hezîranê, şerê gelê şoreşgerî, şoreşa rojavayê Kurdistanê, berxwedana Koban û Efrînê anî û li cîhanê belav bû. Îro ku ruhê fermandar Egîd di bedena her gerîlayek de zindî ye, wê heya dawiya dagirkeriyê were, li ber xwe bide.

Xeta xiyanetê jî ji roja yekem ve ku lidijî Pêngava 15’ê Tebaxê bû, îro jî dewam dike. Ronîkirina ruhê pêngavê, tê wateye têkçûna xiyanetê. Bandora 15’ê Tebaxê ya li ser Rojhilata Navîn bi destpêkirina xebata Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê re zêdetir xwe nîşan da û bû cihê hêvî û jiyanê. Her ku diçe ev ruh geş dibe. Gelê me bi helwesta xwe her tim xwedî li vê pêngavê derketiye. Niha jî pêwîst e xeta xiyanetê were binberkirin, neteweya demokratîk were pêşxistin û xwedî li berxwedana Heftanînê were kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar