Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî nema ye, me, ew kuşt, xiste bin erdê û ser wê bi çimento seyand!”

Temenê vê biryarê, nêzî 50 salî dirêj kişand. Heta ku Tevgêra Azadiyê ya nûjen a hemdemî, bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan ve di salên 70’yan de hat despêkirin.

Ji bo ev biryar û kiryara qirkirina Kurdistanê, diviya bawerî û îradeyek ji biryara vê dewletê mezintir bihata afirandin, da ku karibe vê biryara kujer û qirker pûç bike û li şûna wê îradeyek ji pola ava bike.

Eha Abdullah Ocalan, li ser vê bîr û baweriyê bîrdoziya xwe honand û gihişt wê biryarê ku, ew ê vî miriya, ji wê qebra ku dewleta tirk xistibuyê der bixe, zindî bike û rake ser piya û serîhildanê!

Jixwe mirov bala xwe baş bide tevgêra wî, hewldan û xebata wî ya bi hostayî, bi sebir û dûrdîtwarî, ev biryardariya wî ya xurt aşkere û zelal tê dîtin. Her wiha, bû 23 sal e ku di zîndanê de ye jî, qasî misqalekî ji rêya wî vekiri ye, ji rêxistina wî damezrandi ye, dûrketin çênebû ye, berovajî xurt bûn û berfireh bûn pêkhatî ye. Ev mînak bi serê xwe, rastî û qayim bûna felsefe û îradeya wî nîşan dide.

Dewleta dagirker a tirk, ev îradeya ewqas bi hêz dît û pê hesiya, lewma di sala 1980’an de, bi bingehîn li dijî vê Tevgêrê, ji bo pêşiyê lê bibire û hilweşîne, derbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê lidar xist!

Bi vê derbeyê, xwest, hîn ku ev pêngava şoreşgerî ya Tevgêra Azadiyê, weke zaroyê nuh ji diya xwe bûbe û daketibe rûyê erdê, hîn ne stewiya ye, hîn mîna şitlekê ku ber ne girtiye, serê wê hilkin, biqurêfin û bişkîne. Bi gotinek din, ev miriyê ji tirbê serê xwe rakirî ye, hîn baş zindî nebû ye, dîsa bikujin bixe bin erdê û ser wî dîsa beton bikin.

Bêgûman bi wê derbeya faşîst ve, gelek êş û azar da gel, hema bi kurtayî Kurdistan veguheste dojehê/cehenemê. Hijmarek mezin ji şoreşger û welatparêzan dîl girtin; bi sedan û hezaran kes kuşt û birindar û koçber kir.

Li gel ewqas zulum û êşkenceyan, ev dewleta faşist ne gihişt armanca xwe. Jiber ku pêşeng û şoreşgerên Tevgêra Azadiyê, dest bi berxwedanek wisa kirin ku bandora îradeya wan a ewqas bi rûmet û bi hêz, bi ser îradeya faşist a dewleta tirk ket. Serpereşt û fermandarê wan Kenan Evren, bi devê xwe li xwe mikûr hat ku, ew çi dikin jî, dîsa nikarin îradeya van kesên dîl girtine bişkînin û wan teslim bigre!

Jiber ku wan berxwedêran biryarek wisa hildabûn, biryara wan ji ya general û rêveberên dewleta faşist bi hêztir bû. Ew biryara wan bu dirûşim/şîar û heta roja îro jî, li ser zimanê her şoreşgerî û welatperwerî ye, ev biryar: “Teslîmiyet dibe Xiyanetê, Berxwedan dibe Jiyanê” bû!

Li ser vê biryara ewqas bi rûmet û xurt, çalakiyên dîrokî yên Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtay, Mahmut Zenhîn, Necmi Oner, Eşref Anyik, Hayri Dûrmûş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz, Ali Çiçek û hwd.despê kir.

Van çalakiyan, çawa li ser şikandina biryar û îradeya neyaran bandorek mezin pêkanî, her wiha û bêhtir jî peyama xwe gihand heval û hogirên xwe, gelê Kurdistanê û raya giştî û hwd.

Lê belê, yê wate û giringiya vê peyama dîrokî xurtir naskir û bi vêya jî ne rawestiya, ev daxwaz û peyam, mîna fermanê pejirand û xwedanê van çalakiyan jî, ji bo xwe weke fermandar dît; Rêber APO bû.

Jixwe eger Rêber APO, li ser cewherê vê peyamê, ew hevalên xwe yê derbasî Rojhilata Navîn kiribû, perwerde ne kiriba, ew hiş, mejî, bawerî û ya herî giring, ew ruhê berxwedêr ên pêşengên zîndaniyan ne dabuya wan, ev Pêngava 15’ê Tebaxê ya Vejînê û Serkeftinê nikaribû bihata li darxistin.

Heke heta roja îro, ev ruhê berxwedêr, her bi zêdebûn hatiye û hîn jî dewam dike, li gel ku afrêner û Rêberê wê dîlgirti ye di zîndana Imralî de ye jî, rûmet û kerameta vê Pêngavê û Rêberiya wê, zelal û aşkere nîşan dide.

Her wiha, li gel ku ji roja despêka vê Pêngavê heta îro, 38 sal derbas bû ye û ev dewleta faşîst û qirker, bi hemû hêza teknolojiya modern a leşkeriya xwe û bi desteka dewletên hegemonên cîhanî jî, her êrîşên xwe bê navber dewam dike, dîsa ev birêveçûna ewqas bi hêz, mîna efsaneyek dîrokî, belê zindî li ber çavê raya giştî cîhanê ye.

Li vira behsa efsaneyek xeyalî nayê kirin. Belê behsa zindîkirin û pêkanîna xeyala gelê Kurdistanê ya birçî û tîbûna jiyana azadiyê tê kirin.

Ev pêkanîn, weke berdewama biryar û kiryara lehengên Zîndanan û li ser şopdariya vê fermanê, pêkanîna Pêngava 15ê Tebaxa dîrokî, îro jî bi heman hêbet û rûmet û mezinahiya xwe, li qadên Kurdistanê; Avaşîn, Zap, Metîna, Mexmûr, Şingal, Rojava, Rojhilat û Bakur birêve diçe.

Her wiha divê şaxê vê têkoşînê û berxwedanê yên cîhanî jî; yên gelê Kurdistaniyên derveyî welat û dostên xwe, neyên jibîr kirin. Li gel xebatên giştî, hewldan û çalakiyên bi taybetî ji bo azadkirina Rêber Abdullah Ocalan û dirxistina PKKê ji listeya terorizmê, hêja û watedar in.

Di encamê de, weke tê gotin; ev fişeka li 15ê Tebaxa 1984an hate teqandin, ne bi tinê li mejiyê faşîst ê dewleta tirk hate dayîn, belê li kevneperestiya herêmê û cîhanê jî hate dayîn. Her wiha, di heman demê de bi vê fîşekê ve, derba giran li xiyaneta nava gelê Kurdistanê û ruhê koletî jî hate dayîn.

Lewma ev PÊNGAV, weke cejna vejînê û serkeftinê, li Kurdistanê, bi coş tê pîroz kirin. Jiber ku êdî xwedan û pêşengê vê pêngavê, ne bi tinê gerilla ne, belê nuha bi gerilla re, gelê Kurdistanê jî bûye xwedanê vê Pêngavê û Cejnê. Her wiha bandora vê Pêngavê, ji sînorê Kurdistanê derketiye derbasî Rojhilata Navîn û cîhanê jî bûye û li pir deverên cihanê ev roj; ev Pêngav û Cejin tê pîroz kirin!

Ev Cejna Dîrokî û Lehengî, pêşî li Afrênerê wê Rêber Abdullah Ocalan, Şehîdan û hemû şopdarên wan; ew qehremanên xweragir ên zîndanan û deşt û çiyan pîroz be! Her wiha li gelê Kurdistanê yê welatparêz û hemû gelên bindest û mirovahiyê pîroz be!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar