Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pêngava 15’ê Tebaxê xeta lehengiyê ya fedayî ye

Têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê peyman pîrozbahiyê hatin weşandin û di peyaman de hat gotin ku Pêngava 15’ê Tebaxê ku fermandarê mezin Egîd jê re pêşengtî kiriye, xeta lehengiyê ya fedayî ye

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona YPS/YPS-JIN, Koordînasyona Komalên Ciwan û Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP’ê têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyanî dan û Cejna Vejînê pîroz kirin.

Koordînasyona YPS /YPS-JIN’ê di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Salvegera 37’an a Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê ku mîlada gelê kurd e di serî de li Rêber Apo, li gelê Kurdistanê û şervanên xweparastinê pîroz be. Di şexsê Fermandarê Nemir ê Pêngava Şoreşger a Dîrokî Egîd (Mahsûm Korkmaz) de, em hemû şehîdên azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînin, em sond dixwin ku bîranîna wan bidin jiyîn û armanca wan bibin serî. Vejîna Kurdistanê ku serê sedsala 20’an hatî parçekirin û mêtingerkirin bi pêngava vejînê ya navdar 15’ê Tebaxê dest pê kiriye. Li ser hîmê berxwedana zindanê ya mezin a sala 1982’an ku li dijî rejîma faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî geş bûyî û serfiraziya îdeolojîk bi ser xistî, heqderketina ji hemû astengkirina, pêngava 15’ê Tebaxê ya navdar ku bi temamî xwe dispêre hêza kurd, ev 37 sal in dibe hîmê hemû destkeftiyên kurdan. Pêngava 15’ê Tebaxê ya navdar ku li ser hêza kurdan pêk hatî, bûye haveyn û ruhê her serhildana dijî dagirkerî û mêtingeriyê. Ji vî alî ve Pêngava 15’ê Tebaxê dibe destûra her xweparastin û berxwedana xwebûnê. Ên ku li bersiva pirsa, ‘mirov çawa dikare heq ji polîtîkayên faşîzm û înkar û îmhayê derkeve?’ divê li Pêngava 15’ê Tebaxê binêrin. Yên ku dixwazin ji êrîşên komkuj ên li ser kurdan re bibin bersiv, dixwazin refleksa xweparatinê geş bikin divê li 15’ê Tebaxê binêrin. Di serî de ciwan û jin hemû gelê Kurdistanê bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê bi temamî xwe bispêre hêza xwe rabe ser pêyan û rejîma qirkirniê ya îmhayê ku li ser kurdan tê ferzkirin parçe bike. Bi vê çarçoweyê em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku salevegera 37’an a Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê ku vegotina berxwedan û vejînê ya gelê me ye, bi ruhê raperînê li her deverê bi girseyî pîroz bikin.

Berxwedana xwerêveberiyê ku bi pêşengiya Çiyagerên ku bûne Egîd û Zeryanan li Sûr, Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Silopya, Geverê, li Wanê û li gelek bajarên Kurdistanê dest pê kirî û hê jî didomin encama Pêngava 15’ê Tebaxê ne.

Em hêzên YPS-YPS/-JIN ku ev mîrateya têkoşînê dane ser milê xwe, di salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de sond dixwin ku peywirên şoreşger bi serkeftinê bi cih bînin.”

Komalên Ciwan: 15’ê Tebaxê xeta lehengiyê ya fedayî ye

Koordînasyona Komalên Ciwan jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku 15’ê Tebaxê navê rawestandina rêveçûna serberjêr a li Kurdistanê ye.

Di daxuyaniyê de bi wesîleya salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêz, hesret û minet hatin bîranîn û 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê welatparêz, gerîlayên fedayî û ciwanên şoreşger ên Kurdistanê hat pîrozkirin.

Koordînasyonê ragihand ku fîşeka destpêkê ya bi pêşengiya fermandar Egîd hat teqandin, karakter û ruhê Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê diyar kiriye û wiha got: “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xeta berxwedanê ya fermandar Egîd di dilê xwe de neqişandine. Gelê kurd hêrsa xwe ya li dijî dijmin nîşan da, baweriya xwe bi wê yekê anî ku ji bilî azadî û rizgariyê tiştekî hêja nîne. Ciwanên Kurdistanê bûn xwedî îradeya hesabpirsîna ji dijminê qirker faşîst û diyar kir ku azadî tenê bi têkoşîna çekdarî dibe. Pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengiya Rêber Apo li Kurdistanê xeta lehengiya fedayî afirand.

Ya ku îro li Zap, Avaşîn, Metînayê li ber xwe dide ev xet e. Berxwedana gerîla ya ku bi heybetî li her bihosta çiyayên Kurdistanê destanên fedayîtiyê dinivîsîne, nîşaneya ruhê 15’ê Tebaxê ye. Van rojan ku em cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin, divê ciwanên şoreşger û welatparêz ên Kurdistanê ji her demê bêhtir xwe bi vê heqîqetê binirxînin, kûr bikin, bi rêxistin bikin û bikevin nava liv û tevgerê.

Rêber Apo li Kurdistanê nifşekî ciwanan ê egîdî afirandiye. Egîdî navê hilanîna tolê ji faşîstên qirker e. Egîdî têkbirina astengiyên li pêşiya daxwaza şoreşê û azadiyê ye, meşa ber bi serketinê ve ye. Egîdî têkbirina dijmin e. Li dijî rejîma AKP-MHP’ê ya qirker faşîst, ciwanên Kurdistanê yên welatparêz şoreşger divê bi Egîdbûnê bersivê bidin.”

Her wiha hat gotin ku ruhê gerîla yê li Zagrosan bûye mîna baz, li tax, kolan û bajarên Kurdistanê bi pêşengiya ciwanan divê bibe yek û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev yekitî dê derba dawî li faşîzmê bixe. Di sala 38’an a 15’ê Tebaxê de dê serketinê misoger bike. Dem dema serketina ciwanên Egîdbûyî ye.”

MLKP’ê 15’ê Tebaxê pîroz kir

Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîolgû ya MLKP’ê jî bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da û salvegera pêngavê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê kurd, PKK’iyan, şehîdan, gaziyan û dîlgirtiyan pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku agirê azadiyê yê bi fîşeka destpêkê ya 15’ê Tebaxê pê ket, niha li Avaşîn, Metîna, Zap, Garê, Serhedê, Botanê, Dêrsimê geş dibe û wiha hat gotin: “Ewladên bi rûmet ên gelê me yê kurd gerîlayên azadiyê yên kurd, bi fermandariya hevrê Egîd ê nemir bi îradeyeke bilind, bi şervaniyeke mezin, bi hêvî û biryardarî li dijî dewleta tirk a faşîst, li dijî emperyalîstan li çar parçeyên Kurdistanê şer dikin.  Şerê me yê şoreşa yekbûyî îro li çiyayên Kurdistanê, gerîlayên azadiyê yên kurd û gerîlayên komunîst şoreşger mil bi mil dewam dikin. Li bajaran jî ji aliyê milîsên me yên şoreşa yekbûyî dewam dike.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di şexsê fermandar Egîd de ew soz didin şehîdên şoreşê, sosyalîzmê ku hemû kelehên dewleta tirk a bûrjûva ya faşîst hilweşînin û ala şoreşa yekbûyî her li ba bidin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar