Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Pêngava 1’ê Hezîranê

Mehmet Şahîn |

Pêngava 1’ê Hezîranê bi qasî hemleya 15’ê Tebaxê girîng û watedar e.

Armanca wan ew bû ku wekî hemû serhildanên berê di şexsê rêbertiyê de dawî li berxwedana kurd bînin û Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bikin. Lê vîn û berxwedana rêberê gelê kurd destûr neda ew bi ser bikevin.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn pergala dewletên emperyalîstan li Rojhilata Navîn avakiribûn xitimî û ji berjewendiyên wan re xizmet nedikir.

Di salên 90’ î de di çarçoveye nûjenkirina pergala Rojhilata Navîn de emperyalîstan bi pêşengiya Amerîkayê mudaxaleya Rojhilata Navîn kir. Lê di vê pêvajoya nûjenkirinê de nedixwestin Tevgera Azadiya Kurd ji mudaxaleya wan sûdê werbigire û xurt bibe. Lewre di 9’ê cotmeha 1999’an de bi komployeke navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Ocalan dîl girtin û radestê dewleta tirk kirin.

Rêberê Gelê Kurd wekî kesekî zana û şareza bi pêşbîniya xwe ya kûr ji hemû dek û dolabên emperyalîstan hayîdar bû. Li gel hewldanên wan ên kirêt ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi ked û hewldanên xwe yên bêhempa şanseke mezin ji dewleta tirk re afirand. Ji ber ku di armanca dewleta tirk û dewletên emperyalîst de çareserkirina pirsgirêka kurd tune bû ew şansa ku rêberê gelê kurd dabû wan bi awayekî neyînî bi kar anîn. Xwestin bi dek û dolabên xwe Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bikin. Ji bo tasfiyekirinê jî pişta xwe bi hevkarên xwe yên di nav Tevgera Azadiyê de girê dabûn. Wekî her carê dîsa kurd dê bi destê kurdan, bira bi destê birayan bihatana tasfiyekirin.

Rêberê gelê kurd hewldanên tasfiyekirinê ji nêz ve dişopandin û ji bo berxwedana kurd careke din bi heman aqûbeta nebixêr a dîrokî re rû bi rû nemîne bi berxwedaneke bêhempa li ber xwe dida. Ji milekî ve ji bo pêkhatina çareseriyeke aştiyane têdikoşiya, ji milê din ve ji bo birêxistinkirineke nû, ji bo afirandina berxwedaneke nû, ji bo avakirina paradîgmayeke nû û ji bo valaderxistina komploya  navneteweyî bi kedeke mezin li ber xwe dida.

Wê pêvajoyê nêzikî 5 salan dewam kir. Piştî 5 salan rêberê gelê kurd dît ku di hişmendiya dewleta tirk de çareserkirina pirsgirêka kurd tune ye. Yekane armanca wan biserxistina komploya navneteweyî ye û tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd e.

Rêberê gelê kurd bang li Tevgera Azadiya Kurd kir ku li ser xeta paradîgmaya nû, li ser xeta neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk ji nû ve xwe bi rêxistin bike. Bêguman ev bangewaziya destpêkirina pêvajoyeke nû û destpêkirina hemleya berxwedaneke nû bû.

An dê PKK’ê li ser paradîgmaya nû xwe birêxsitin bikira û li ser xeta rêberê xwe bi lêhengî li ber xwe bida yan jî dê teslîmê xeta tasfiyekaran bûbûya û di bin pêşengiya tasfiyekaran de tune bûbûya.

Di encama keda rêberê gelê kurd û têkoşîna bêhempa ya li dijî xeta tasfiyekar a di nav rêxistinê de di 1’ê Hezîrana 2004’an de pêngava berxwedanê dest pê kir.

Destpêkirina Pêngava 1’ê Hezîranê dihat wateya têkçûna xeta tesfiyekar, dihat wateya şikestina hêvî û bendewariyên dewleta tirk û dewletên emperyalîst ên der barê tasfiyekirina Tevgera Azadiyê de. Ew jî dihat wateya têkçûna komploya navneteweyî û têkçûna komplogeran.

Lewre Pêngava 1’ê Hezîranê xwedî wateyeke dîrokî ye. Heke Pêngava 1’ê Hezîranê pêk nehata dê Tevgera Azadiya Kurd bi tasfiyekirinê re rû bi rû bimana. Piştre jî dê civaka kurd bi tasfiyekirineke mezin re rû bi rû bimana.

Bi destpêkirina Pêngava 1’ê Hezîranê tasfiyekar hatin tasfiyekirin û komploya navneteweyî hat pûçkirin. Lewre di dîroka berxwedana kurd a 40 salên dawîn de piştî Pêngava 15’ê Tebaxê, pêngava herî girîng, herî dîrokî û herî watedar Pêngava 1’ê Hezîranê ye.

Bi kurtahî Pêngava 1’ê Hezîranê berdewama 15’ê Tebaxê ye, berxwedana xeta bîrdoziya rêberê gelê kurd e, berxwedana vîna azad e, israra daxwaza jiyana azad e.

Pêngava 1’ê Hezîranê cewhera kurdê berxwedêr, şerkeriya kurdê serhildêr derxist holê. Tevgera Azadiya Kurd û Rêber Apo kir aktorê sereke yê Tirkiye û Rojhilata Navîn.

Pêngava 1’ê Hezîranê Rêber Apo kir muxatebê dewleta tirk û Mutabaqata Dolmabahçeyê bi dewleta tirk da nivîsandin.

Pêngava 1’ê Hezîranê di wargeha destpêka komploya navneteweyî de şoreşa Rojava pêk anî, DAIŞ a cinawir têk bir û paradîgmaya Rêber Apo kir çavkaniya sûdwergirtina hemû civakên Rojhilata Navîn û cîhanê.

Pêngava 1’ê Hezîranê statuya başûrê Kurdistanê bi dewleta tirk da qebûlkirin, PDK û  YNK kirin muxatabê dewleta tirk.

Pêngava 1’ê Hezîranê rûpoşên hikumeta AKP’ê yek bi yek xistin. Derewên AKP’ê hemû yek bi yek teşhîr kirin. Pergala dewleta tirk rûxand û hikumeta AKP-MHP’ê ji hêla siyasî, abôrî û civakî ve bi têkçûneke mezin re rû bi rû hişt.

Talankerî û wêrankeriyên wan, hovîtî û bêpîvaniyên wan, qirkirinên wan ên siyasî û xespkirina şaredariyan hemû nîşaneyên têkçûna wan a li dijî Pêngava 1’ê Hezîranê ne. Her ku têk diçin ewqasî har dibin.

Pêngava 1’ê Hezîranê careke din nîşanê me da ku berxwedan serkeftinê tîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar