Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Pêngava 1’ê Hezîranê

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Biryara vê pêngavê, di 2004’an de hatiye standin û weke dewama Pêngava 15’ê Tebaxê hatiye bi navkirin. Aliyên wan ên dişibin hev gelek in. Jixwe naveroka xwe ya berxwedanê her yek e û eger heta niha ev têkoşîn nikare were rawestandin û were hilweşandin, çavkaniya wê ji vê naveroka-ji vê cewhera îradeya azad û biryardariya xurt a bingehîn tê.

Ka em hinekî bala xwe bidin şert û mercên serdemên van pêngavên girîng ên dîrokî.

Pêngava 15 ê Tebaxê, çar salan piştî faşîzma 12’ê Îlona 1980’an ve hat lidarxistin. Tê zanîn ew zilm û ziyana giran a vê faşizmê, li ser gelê me û welatê me birêvebir. Ji sêdardanê heta kuştin, girtin, îşkence, talan, wêran, şewat û hwd. her cûre qirkirina mirovî û xwezayî bi hev re da meşandin.

Bi pêngava 15’ê Tebaxê re, ew tirs û bêhêviya  ku wê wehşeta dewleta mêtinger li ser gelê Kurdistanê dabû afirandin, bi piranî hate rakirin û li şûna wê curet û hêvî û îradeyek xwedî bawerî hate ava kirin.

Helbet dewleta tirk û bi giranî jî hevalbendên wê/an jî bi gotina rast şefên wê hegemonên cîhanî, ne razayî bûn, li dijî vê peşkevtina ku di asta herêmê de dengvedabû û bandoraa wê her roj zêdetir û berfirehtir dibû, wan jî pêngavek/plangeriyek/komployek navdewletî amade dikir û di 9’ê Cotmeha 1998’an de xistin meriyetê. Vê plangeriya giran û dilêş a li dijî Rêber Apo, di 15’ê Sibata 1999’an de, bi dîlgirtina li Kenyayê encam kirin û radestî faşîzma tirk kirin!

Heman zihniyeta faşîzma 12’ê Îlonê, piştî vê komployê, hîn bi hostayîtir û bi pirtir alîkariya navdewletî, bi taybetî li ser Rêber Apo û Tevgera Azadiyê, bi giştî jî li ser gelê Kurdistanê dan meşandin. Heta 2004’an, hema hema weke dema Pêngava 15’ê Tebaxê, vê pêvajoyê jî, li dor 4-5 salan dirêj kir.

Di van salan de, ji serdema berê gelek xerabtir siyasetên qirêj hatin bikaranîn, li ser Rêberiyê û Tevgerê her cûre tektîk û stratejî hatin birêvebirin. Ji ber ku hegemonên navdewletî bi giranî daketibûn qadê û bazarek berfireh didan meşandin.

Em bînin bîra xwe, çalakiya 11’ê Îlona 2001’an ya li dijî Bircên Cêwî yên li DYA’yê (New York û Washington) pêk anîn. Ev çalakî, kirin sedemên “dizayna serdema nû ya cîhanê” yan jî hinceta “cenga cîhanî ya 3’yemîn”!

Lê em dîsa bînîn bîra xwe, berî van çalakiyan pêk bînin û dest bi dizayna cîhanê bikin, Plangeriya navdewletî ya li dijî Rêber Apo pêk anîn. Ev tê wateya, kelemê herî mezin ên li pêşiya projeya xwe cîhanî didîtin, ev Rêbertî, felsefe û Tevgr bû!

Bi dîlgirtinê Rêbertiyê ve ranewestiyan. Armanca wan a sereke ew bû ku bi çi şêwazî dibe an bi çi dermanan dibe bila bibe wî weke kes bixin xizmeta xwe; weke mînaka hinek rêberan; li Iranê û hinek welatên din. Eger ev pêk nehat tevgera wî, bi çi şêwazê be bixe bin destê xwe û ji bo projeya xwe bidin xebitandin. Eger ev jî nebûn dikarin tune bikin û hwd!

Tê zanîn ku siyasetek gelek kirêt/qirêj dan meşandin; hem li ser Rêbertiyê hem li ser Tevgerê. Ji bo bigihên armancên xwe, yek ji tektîkên wan jî ev bû; “divê em serî û bedenê ji hev dûr bixin”!(wateya vê Rêber Apo û PKK ji hev biqetînin-ev gotin ji aliyê îngilîzan ve aşkera hatibû gotin!).

Helbet di vê siyaseta xwe de gelek gav avêtin û zirar û ziyanên mezin jî dan Tevgerê û gelê Kurdistanê. Bêgûman bi ser neketin.

Mînakên herî balkêş yek jê; di dîroka vê Tevgerê de xiyaneta herî mezin pêk anîn; li ser armanca “serî, ji laş/bedenê biqetine”.

Bi vê ve girêdayî xala herî balkêş û girîng jî (ku Rêber Apo jî, vê mijarê ji bo bîrdoziya xwe bi bingehîn dibîne); mijara Rola Jinan di şoreşa Kurdistanê de ye! Bi rêya vê xiyaneta ku afirandi bûn, bi navê “reforma civakî” xwestin û gelek hewldan ku rola jinan ji vê naverokê dûr bixin. Her wiha Îradeya Jinên Azad a ku hatibû afîrandin, bi tevayî hilweşînin, naveroka wê pûç bikin!

Belê tê zanîn, bi saya pêşengên mînak ên weke Sakineyan/Sarayan, Delal Amedan ku xwedî îradeya azad bûn û hevalên bi dil û can şopdarên Rêberên xwe bûn, ev siyaseta qirêj û hewldanên wê xiyaneta hundir vala derxistin û ew pûç kirin!

Îca ger Rêber Apo û Tevger, ev siyaseta gemar û xeter zû ne dîtiban, nas nekiriban û amadekariyên xwe li hember wê bi xurtî nestandiban, dibû ku derbên giran bihata xwarin û heta demek gelek dirêj, vê tevgerê, nema kariba pişta xwe rast bikira.

Rêber Apo, helbet ev xetere zûtir dît û peyama xwe bi lezgînî gihand Tevgerê û got “ya hûn ê serî deynin li ber dijminan an jî hûn ê serî hildin û têbikoşin”!

Lewma amadekariya vê pêngava 1’ê Hezîranê, di salên 2001-2-3 de dabû destpêkirin. Li çiyayan Akademiyên Hakî Karer û Mahsûm Kormaz hatibûn ava kirin. Her wiha Akademiya resen a YJA Starê jî hatibû ava kirin û di van akademiyan de perwerdeyên xurt, li ser felsefeya Rêber Apo ya nûjen hatine kirin.

Di sala 2003’an de, ji bo hemû eyaletan gerîla hatine şandin. HPG, biryara xwe ya Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an, pêşkêşî 2’yemîn Civîna giştî ya KONGRA GEL dike û bi vî awayî biryar, fermî dibe ya rêxistinî û dikeve meriyetê.

Bi vê Pêngavê re, serkeftinek berbiçav derdikeve holê. Li ser vê, Rêber Apo jî bi rêya parêzerên xwe, dibêje “mizginiyê bidin gel, xiyanet şikest û ev serkeftin li gelê me pîroz be”!

Her wiha piştî vê serkeftînê DYA, cara yekemîn e ku bi fermî  peyamê dişîne ji bo agirbestê. Li pey hev DTP û Rêveberiya Başûr jî vê daxwazê dikin û di 1’ê Cotmeha 2006’an de Agirbest tê ragihandin.

Lê mixabin, di demek kurt de, weke sala 2015’an R.Erdogan, çawa maseya lihevhatinê ya Dolmabahçeyê qelîband, ew peymana jî xera kir. Jixwe di wan salan de, xwedêgiravî Buch, ew li gel xwe kiribû Hevserokê BOP’ê (Projeya Mezin a Rojhilata Navîn)! Lewma divê were zanîn R.Erdogan, tu caran bêyî DYA gav neavêtiye û nikare biavêje jî! Her niha jî wisa ye.

Di encamê de, ew hişmendî û ruhê bi felsefeya Rêber Apo ve, ji destpêka vê Tevgerê re hatibû danîn, bi berxwedana Zindana Amedê re bû îradeyek şênber, bi perwerdeya vê îradê re di Pêngava 15’e Tebaxê de, li dijî siyaset û arteşa dewleta tirk a mêtinger bû ruh û hestên tolhildanê, di rojên neteweyî weke Newrozan de û bi giştî ji bo gel bû bawerî, hêvî û biryara serîhildanan, li Rojava gihişt radeya şoreşê û ji gelê herêmê û mirovatiya cîhanê re jî hêza piştgriyê ya navneteweyî.

Bêgûman ev ruh û îrade, niha jî li Garê, Metîna, Heftenînê, Zapê, Avaşînê, Xakurkê û li her deverê Kurdistanê, di serî de dewleta tirk, li dijî hemû êrîşên dewletên mêtinger ên dagirkerî û qirkeriyên, li dijî xayinan û hegemonên cîhanî, di nava berxwedanek bi rûmet a bêhempa de ye. Ev ruh, viyan û daxwaza jiyana azad û wekhev, tu caran namire, her bi ser dikeve!

Nûçeyên Têkildar