Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Pêngava 1’ê Hezîranê pêşiya gelê kurd û tevgerê ronî kir

Di 1’ê Hezîrana 2004’an de li dijî konsepta tunekirin û tunehesibandinê pêngaveke dîrokî hat pêşxistin û bû bersiveke mezin. Pêngava 1’ê Hezîranê li hemberî ew hêzên tarî yên ku digotin ‘êdî nikare serê xwe rake û me wan winda kir’ pêşket. Bi vê pêngavê re polîtîkayên dewleta tirk hatin pûçkirin. Pêngava 1’ê Hezîranê di demek ku tarîtiya mezin a li ser gelê kurd û Tevgera Azadiyê de pêş ket. Ev pêgav bû şewq û pêşiya gelê kurd û tevgerê ronî kir

Di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de hin pêngav hene ku çarenûsa civaka kurd di rûpelên dîrokê de guherîne. Ji van pêngavana du ji wan di qonaxên girîng de pêş ketine. Yek ji wan 15’ê Tebaxê ye, ya din jî 1’ê Hezîranê ye. Dibe ku dîrokên wan ji hev cûda bin, dibe ku lehengên wan ji hev cuda bin, dibe ku girîngiya wan ji hev hebin lê giyan û armanca wan yek e. Bêguman em li vê dera nikarin girîngiya her du pêngavan bikin yek. Lewre girîngî, rist û misyona her du pêngavan ji hev cuda ne û em bi hêsanî dikarin bêjin Pêngava 1’ê Hezîranê li ser giyanê 15’ê Tebaxê pêş ketiye.

Îro 1’ê Hezîranê ye. Pêngava; jinûve rabûna ser pêyan e. Rojên dîrokî bi giyanên dîrokî afirîne. 27’ê Mijdarê, 21’ê Adarê, 14’ê Tîrmehê, 15’ê Tebaxê û 1’ê Hezîranê. Bêguman gelek rojên din jî hene. Her yek ji van rojan li ser birdozî û felsefeyekê bi wate bûne. Birdozî û felsefeya Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêber Apo di dîroka 40 salî de, di her qada jiyanê de xwedî rist û girîngiyekê ye. Niha em di rewşeke ku karibin bi felsefeya Rêber Apo çarenûsa xwe diyar bikin de ne. Pêwîst e civaka kurd van pêngavên dîrokî ji bîr neke. Lewre jibîrkirina nirxên dîrokî di heman demê de tê wateya xeteriya li ser jiyan, pêşeroj û bi encambûna binketinê.

Bi minasebeta salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê em hinekî li dîroka xwe ya nêz a borî vegerin. Lehengên vê pêngavê bi bîr bînin û qonaxa ku em gihiştinê binirxînin. Beriya ku em Pêngava 1’ê Hezîranê binirxînîn, pêwîst e em li pêvajoyê binêrin ku çi dibû. Di 15’ê Sibata 1999’an de di şexsê Rêber Apo de Komploya Navneteweyî pêk hat. Bi Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo li hemberî gelê kurd jî polîtîkayên tunekirinê hatin meşandin. Ev bi awayekî aşkera xuya bû ku di kesayetiya Rêber Apo de, dewleta tirk xwest gelê kurd tune bike. Ev komploya bêbext di esasê xwe de li hemberî têkoşîna bi salan a ku bi nirxan hatibû avakirin bû. Lewre Rêber Apo li hemberî pergala kapîtalîzmê têkoşînek bêhempa dida meşandin. Ji bo li hemberî vê pergala kapîtalîst gelê kurd û hemû gelên bindest biparêze û pergalek demokratîk a ji bo hemû gelan pêş bixe, felsefeyek û paradîkmayek pêşxist. Ev yek jî bû tirs û xofek mezin di dilê hêzên hegemonîk de. Li ser vê yekê xwestin di şexsê Rêber Apo de Tevgera Azadiyê û nirxin ku hatine pêşxistin têk bibin. Gelek derdor û tasfiyekarên ku ji vê komployê fêm nekirin ketin nav hewldanên qirêj û hesabên dijexlaqî. Derdorên tasfiyekar xwestin Tevgera Azadiyê têxin bin qontrola xwe û li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin. Lê ew exlaq û çanda ku Rêber Apo bi PKK’ê dabû avakirin, destûr neda vê yekê.

Sedema destpêkirina Pêngava 1’ê Hezîranê

Dewleta tirk a ku li dijî gelê kurd polîtîkaya tunekirin û tunehesibandinê dabû destpêkirin li dijî vê polîtîkayê, PKK’ê jî Pêngava 1’ê Hezîranê bi pêş xist û dawî li agirbesta 5 salan anî.

Pêvajoya agirbestê ya di îlona 1998’an de bi hewldana Rêber Apo dest pê kir, di 28’ê gulana 2004’an de bi deklarasyona Konseya Fermandaran a HPG’ê agirbest hat bi dawîkirin. Di deklarasyonê de ev tişt dihat gotin; ‘Divê tecrîda li ser Rêbertiya me were rakirin, vîna gelê kurd bê qebûlkirin, pêşî li çareseriya demokratîk bê vekirin, hejmara zêde ya artêşa tirk ji Kurdistanê derkeve, OHAL li herêmên Kurdistanê bi temamî bê rakirin, operasyonên li dijî HPG’ê rawestin, dijwariya li hemberî gel û pergala cerdevaniyê bê rakirin.’ Ji ber ku artêşa tirk bi operasyon, zext û dijwariyê bersiv da vê deklarasyonê, HPG’ê jî dest bi Pêngava 1’ê Hezîranê kir. Pêngava 1’ê Hezîranê di demek ku tarîtiya mezin a li ser gelê kurd û Tevgera Azadiyê de pêş ket. Ev pêgav bû şewq û pêşiya gelê kurd û tevgerê ronî kir. Di heman demê de ev hemle li hemberî ew hêzên tarî yên ku digotin, ‘êdî nikare serê xwe rake û me wan winda kir’ de pêşket. Bi Pêngava 1’ê Hezîranê re hêzên HPG’ê derbasî bakurê Kurdistanê bûn û li dijî şerê taybet û tecrîda li ser Rêber Apo, di çarçoveya ‘Parastina Rewa’ de dest bi çalakiyan kir.

Bû bersiveke mezin

Di 1’ê Hezîrana 2004’an de li dijî konsepta tunekirin û tunehesibandinê di çarçoveya Komploya Navneteweyî de hamleyek dîrokî hat pêşxistin û ji bo pêvajoya tunekirinê ya dijminê Tevgera Azadiyê û gelê kurd bû bersiveke mezin. Lewra di rewşa agirbestê de, ligel polîtîkayên tunekirinê yên li dijî tevgerê û gelê kurd, di heman demê de li hemberî gerîla jî operasyonên mezin dihatin kirin. Armanca Pêngava 1’ê Hezîranê, pûçkirina van pêkanînan bû. Bi destpêkirina Pêngava 1’ê Hezîranê re di nava hemû tevgera kurd de moral û coşeke mezin rû da. Bi vê pêngavê û çalakiyên bi pêngavê re hatin kirin polîtîkayên dewleta tirk hatin pûçkirin. Bi pêngavê re PKK’ê gaveke xurt avêt. Ev gav bi birdozî û felsefeya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê dest pê kir û di serî de dewleta tirk nîşanî hemû hêzên mêtînger da ku PKK neqediya ye. Vê pêngavê nîşanî kurdên noker û hêzên mêtînger jî da ku PKK têkneçûye. Pêngav ji bo azadiya gelê kurd û Rêber Apo dest pê kir.

Ala Egîdan bilind kirin

Pêngava 1’ê Hezîranê berdewama Pêngava 15’ê Tebaxê ye. Çawa ku Pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengiya fermandarê mezin Egîd li dijî hêzên mêtinger bû, Pêngava 1’ê Hezîranê jî bi heman rengî pêngavek li dijî hemû hêzên mêtinger bû. Çewa ku Fermandarê Mezin Mahsûm Korkmaz (Egîd) li Dihêya Sêrtê li hemberî çete û tasfiyekaran pêngava 15’ê Tebaxê da destpêkirin û artêşbûn pêşxist û da xuyankirin ku PKK hêzê parastina Kurdistanê ye ku dê li hemberî dagirker û mêtingeran serî netewîne û gelê kurd ji destê mêtinger û dagirkeran azad bike, Fermandarên Mezin Erdal û Adil jî bi Pêngava 1’ê Hezîranê ev hêza PKK’ê nîşandan û PKK li hemberî hemû planên qirêj ên hêzên navnetewî, Tirkiye û tasfiyekaran bi awayekî ji xwe bawer derket ser dika dîrokê. Bi Pêngava 1’ê Hezîranê re PKK bû hêza ku êdî kes nikare li pêşberî wê raweste û planên xwe yên tunekirin û tunehesibandinê li ser gelê kurd pêk bînin. Pêngava dîrokî ya 1’ê Hezîranê ku di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de rola Pêngava 15’ê Tebaxê ya duyemîn dilîze, di pêvajoya azadiyê ya gelê kurd de demeke nû ya berxwedanê da destpêkirin.

Hesabê dagirkeran vala derxistibû

Ji destpêka têkoşîna azadiyê ve her tim hêzên navneteweyî û komploger dixestin gelê kurd tune bikin. Lê belê bi Pêngava 1’ê Hezîranê dîtin ku êdî nikarin li Kurdistanê planên xwe têxin dewrê. Lewra Tevgera Azadiyê nîşan da ku dê li hemberî vê pergalê têbikoşe û hemû lîstakên ku li ser gelê kurd û civakê tê lîstin vala derbixe û azadiya gelan pêk bîne. Pêngava 1’ê Hezîranê ku li qadên gerîlayan dest pê kir li hemû Kurdistanê bi serhildan û berxwedana gel geş bû. Ev pêngav ji bo gelê kurd bû kelecanek mezin. Wekî ku PKK ji nû ve ava bûbe û dest bi têkoşînê kiribe. Lê gel ev têkoşîna ku bi salan PKK’ê li hemberî hêzên dagirker dabû meşandin û dimeşand jî ji bîr nekiribû. Lewre gelê kurd vê yekê ji dîroka xwe dizanîbû. Li hemberî dagirkeran gelek caran serhildan pêşketin û gihaştin asteke ku gelek bi hêz. Lê her tim jî rêber û pêşengên van serhildanana bi awayekî komplowarî dihatin tasfiyekirin û piştî vê tasfiyekirinan hêviyên gel dişikiyan. Lê Tevgera Azadiyê ev hesabên dagirker, mêtinger û komploger û tasfîyekaran vala derxistibû. Carek din bi saya Pengava 1’ê Hezîranê baweriya berxwedan û têkoşînê hat gelê kurd. Gelê kurd dît ku tu hêz nikare li hemberî Rêber Apo û PKK’ê raweste. Di lêgerîna çaresriya pirsgirêka kurd de pêşveçûnên girîng çêbûn. Gelê kurd bi pêngava 1’ê Hezîranê re bi awayekî ji xwe bawer daketin qadan. Hemû hêz û qadroyên PKK’ê nîşan da ku ji niha û şûnde tu hêz nikare li hemberî wan rawestin.

Rêya tarî ronî kiriye

Bêguman Tevgera Azadiyê gelek pêvajoyên xeternak derbas kiriye. Di her rewşê awarte de sekna polîtîk û birdozî rê li ber gelek xetereyan girtiye. Bi taybetî jî Rêber Apo bi fikir û perspektîfên xwe rêya tarî li pêşiya qedroyên vê tevgerê ronî kiriye. Di esasê xwe de ev pêngav li ser sekn, berxwedan û perspektîfên Rêber Apo pêş ket. Rêber Apo di rastiya xwe de dabû xuyakirin ku dê qadroyên vê tevgerê çawa dikare li hemberî tasfiyekar û hêzên dagirker raweste. Şehîd Adil û Erdal jî wekî fermandarê nemir Egîd li ser xeta Rêber Apo meşiyan û di cih de bersiva herî tund dan dagirker, komploger û tasfiyekaran. Ew kesên ku di Komploya Navneteweyî de cihe xwe girtin ên wekî Ferhat û Botan ku xwestin PKK’ê tasfiye bikin, ji aliyê rêhevalên Rêber Apo ve hatin teşhîrkirin û reviyan. Lewre çand û birdoziya PKK’ê rê nedida kesên bi vî rengî xwe bidin jiyandin û qirêjiya xwe li nav vê partiya pîroz bidin jiyîn.

Heke gelê kurd destkeftiyên mezin bi dest xistibe, divê em vê baş zanibin ku bi saya berxwedan û sekna Rêber Apo û pêngavên wekî 1’ê Hezîrê pêk hatiye. Bi bedel û fedekariya gel ev pêk hatiye ji ber vê jî geşedanên îro berhema 1’ê Hezîranê û pêngavên din ên girîng in.

Bi pêngavê re PKK’ê hem nîşanda ew heye, hem jî nîşanî tevahiya cîhanê da ku ji bo azadiya gelê kurd têdikoşe.

Îspatkirin ku dê her tim bi ser bikeve

Dîsa derdorên ku di Komploya Navnetewî û planên tasfiyekirina PKK’ê û polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê didan meşandin îro bi heman qirêjiyê dixweze li ser Rojava têxin dewrê. Dixwazin Şoreşa Rojava têk bibin. Hêzên hegemonîk û desthilatdar li hemberî gelê kurd bêexlaqî tev digere û tehamulî serkeftina gelê Rojava nakin. Êrîşên hovane li hemberî destkeftiyên gelê Rojava pêk anîn û hêj jî berdewam dikin. Berxwedana gelê me yê Rojava jî ya li dijî van êrîşan gelek girîng û pîroz e. Li Rojava gel ji bo parastina xwe û rûmeta xwe li dor şervanên xwe bûn xelek û têkoşiyan û li ber xwe didin. Ev berxwedan li ser xeta berxwedanê ya PKK’ê û Rêber Apo tê meşandin. Lewre keda Rêber Apo li ser Rojava gelek e. Lehengên Kobanê û yên li tevahiya Rojava şer kirin dan îspatkirin ku felsefeya Rêber Apo li hemberî tu hêzî têk naçe û dê her tim bi ser bikeve. Ew kes û derdorên ku dixwestin Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurdisanê tasfiye bikin piştî Pêngava 1’ê Hezîranê û bi taybetî di şerê li dijî DAIŞ’ê de dîtin ku tasfiyekariyek bi vî rengî nepêkan e. Lewma ew giyanê ku hatiye avakirin ji pola qewîntir û ji agir xurtir e.

Pêngav tacîdar kirin

Dema mirov li ew giyanê ku di dîroka Tevgera Azadiya Kurdisatnê de pêş ketiye dinêre hêviya serkeftin û azadiyê ew aqas bilind dibe. Lewre ew giyanê ku heta roja îro serkeftiyên girîn pêşxistiye, di roja me ya îro de jî ev têkoşîn bi hemû şêwazên xwe berdewam bike. Em dikarin bêjin ku Pêngava 1’ê Hezîranê bi giyanê Erdalan, Adilan, Nûdayan, Kûrtayan, berdewam dike. Di vê pêvajoya ku ji 2004’an û vir ve didome de, vînek ji pola derketiye holê û nayê şikandin. Di pêngava 4’emîn, pêngava azadkirina Rêber Apo de, ev armanca demê ye û stratejî li ser vê tê meşandin. Azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurdistanê jî dê di vê çarçoveyê de bê bidestxistin. Ew giyanê mîlîtanî yê Apoyî bi Hakî Kareran re Partîbûyîn da avakirin, li Zindana Amedê Mazlûm Dogan bi çirûska sê darikên niftikê giyanê berxwedan û Newrozê pêş xist, Çaran ev çirûsk vegeran gogekê, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek jî giyanê 14’ê Tîrmehê ava kirin. Fermandar Egîd bi vê giyanê Apoyî Pêngava 15’ê Tevaxê avêt. Fermandar Erdal jî ev giyan bi Pêngava 1’ê Hezîranê tacîdar kir.

Ev giyanê mîlîtanî yê Apoyî ku di dîroka PKK’ê de pêngavên girîng pêş xistiye, di roja me ya îro de jî em dikarin bêjin li tevahiya Kurdistanê bi heman seknê têkoşîn û berxwedana dîrokî tê dayîn. Her pêngavek bi xwe re pêngavekê dide avakirin û dibe bingehek xurt ji bo azadiya gelê kurd û Kurdistanê. Yên van pêngavan pêş dixin jî mîlîtanên Apoyî ne. Ji derveyî ku li benda fermanekê bin, li gorî şert û mercan, armanc û bendewariyên gelê xwe tevdigerin. Mohra xwe bi çalakî û pêngavên xwe, li dîrokê dixin. Berxwedana Hevseroka  KCD’ê Leyla Guvun a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo jî ji giyanê dîrokî û mîlîtanî tê. Çalakiyên canbexşane yên Umît Acar, Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Sîraç Yuksek û Mahsûm Pamay jî ji vî giyanî tê û ev pêngav tacîdar kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar