Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê bê berfirehkirin

Pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin berfireh dibe. Rêveberê KNK’ê Adem Ûzûn da zanîn ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku dostên gelê kurd daye destpêkirin, dê bi aktîvîteyên weke semîner, konferans, konser, serdan û mitîngan bê berfirehkirin.

Dostên gelê kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke mutleq de ye û ev 31 meh in agahî jê nayê girtin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêngaveke nû dane destpêkirin. Di serî de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ku Konseya Ewropa (KE), Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne, ji bo temsîla temenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 74 bajaran daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Ji çar aliyên cihanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û gelên xwecihî piştgirî dan pêngavê.

Endamê Konseya Rêveberiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn têkildarî pêngavê nirxandin kirin.

Ûzûn da zanîn bi banga “Komîteya Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî ya Yekitiya Sendîkayên Ingilistanê” ku di sala 2016’an de hatiye avakirin starta pêngavê hate dayîn û wiha got: “Komîteyê piştî civîna di 26’ê tîrmehê de li Brukselê kir, biryar da ku divê xebatên heta niha kirine mezintir bibin û belavî her derê bibin. Li Strasbourgê têkildarî ku civînek li KA’yê bê kirin bang kir. Bi vê bangê re ji endamên Konseya Ewropayê bigirin heta saziyên sivîl ên civakî heta aktîvîstên jin bang li herkesê kirin ku tev li pêngavê bibin.”

Li çar aliyên cihanê çalakî pêk hatin

Ûzûn diyar kir ku piştî banga komîteyê, ji aliyê dostên gelê kurd ve “Platforma Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hate avakirin. Ûzûn anî ziman ku pêngava li 74 navendan hate destpêkirin xwedîderketineke zêdetir bi encam bûye û wiha berdewam kir: “Ji ber birêz Ocalan 74 salî ye hejmareke sembolik hate hilbijartin. Lê ji Asyayê heta Amerîkaya Latîn, ji Efrîkayê heta Ewropayê li gelek cihên cuda çalakiyên berfireh çêbûn. Herkesê xwest tev li van civînan bibe û hejmar gihişt 100’î. Ji ber wê çalakiyeke serkeftî çêbû.”

Paradîgmaya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên cihanê ye

Ûzûn bi lêv kir ku daxwaza bingehîn ya hemû beşên di nava kampanyayê de cih digirin rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû jî dibêjin ku divê birêz Ocalan ji ber paradîgmaya xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a li Rojhilata Navîn û pirsgirêkên gerdûnî re perspektîfa çareseriyê pêşkeş dike, azad bibe. Ji ber vê yekê bi dehan cihan bi tevlibûna sedan mirovan daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Yek ji tişta herî girîng ku di civînên çapemeniyê de derket holê jî ew bû ku beşdarên ewropî ji bo peywîr û berpirsyartiya xwe bi cih anîn û çavên xwe li dewleta tirk digirin ew rexne kirin. Diyar kirin ku vê yekê qebûl nakin û bang kirin ku saziyên Ewropayê peywîra bi cih bînin. Bi taybetî Komîteya Wezîran a KE’yê, YE, NY, rêxistinên mafên mirovan û parlamento vexwendin peywîrê.”

Pêngav dê bi çalakiyên cûr be cûr were xurtkirin

Ûzûn anî ziman ku hamleya hate destpêkirin tenê “destpêkek” bû û da zanîn ku wê pêngav bi gelek çalakî û aktîvîteyan berdewam bike. Ûzûn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêguman ev pêngav destpêkek e. Ji niha şunda dê ji parlamenter, rojnamevan, rêxistinên sivîl ên civakî û saziyên têkildar re name bên nivîsîn û hevdîtin bên kirin. Ji bilî van dê semîner, konferans û konser bên lidarxistin. Dê şande bên avakirin û saziyên têkildar bên ziyaretkirin. Dû re dê çalakiyên rûniştinê û mitîng bên rêxistinkirin. Niha nîqaşa dê ev çawa çêbin tê kirin. Ji bo pêngavê tişteke wiha jî kirine armanc; di çarçoveya armancê de dibêjin ‘Divê ewilî em tecrîdê rakin. Bi rakirina tecrîdê divê em azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd pêk bînin.’”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar