Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo roj bi roj mezin dibe

Endama Însiyatîfa Suriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Gulistan Îbrahîm diyar kir ku pêngava azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, roj bi roj li cîhanê deng vedide û wiha got: “Ji ber ku hîn jî azadiya Rêber Apo nehatiye bidestxistin. Divê hîn zêdetir xwedî li Rêber Apo derkevin. Em ê bi yek dengî Rêberê xwe azad bikin.”

Dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê pêngava kurewî ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ dan destpêkirin ûev pêngav roj bi roj berfirehtir dibe. Endama Însiyatîfa Suriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Gulistan Îbrahîm derbarê pêngava kurewî de axivî.

Gulistan Îbrahîm diyar kir ku kesên tevlî pêngavê bûne daxwaza dawîkirina tecrîd û êrîşên hêzên hegemon dikin û ev yek anîn ziman: “Yek ji armancên sereke jî ew e ku hevdîtin bi Rêber Apo re were kirin. Her kes jî dizane ev cezayên li Rêber Apo tên birîn, derveyî zagonên mafên mirovan e.

Di berdewamiya axaftina xwe de Gulistan Îbrahîm got ku li seranserê cihanê bi naskirina paradigmaya Rêber Apo re tevlîbûna pêngavê mezintir bûye wiha pêde çû: “Pêngav roj bi roj weke çeman di nava cîhanê de diherike û encam xuya dibe. Naskirina fikrên Rêber Apo ji bo hemû gelên cîhanê şansek bû. Dema ku gelan dîtin ku doza Rêber Apo dozeke exlaqî ye û dibe dozek cîhanî, cihê xwe jî di nava pêngavê de girtin. Tevlîbûna gel bi awayekî berxwedanî û serhildanî pêk hat û kir ku dijmin li hemberî vê yekê matmayî bimîne. Her wiha vê yekê jî tirseke mezin li cem dewleta tirk a dagirker û hemû dewletên hevkarên wê afirand”

Gulistan Îbrahîm bal kişand ser bêdengî û bêhelwestiya Komîsyona Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û ev yek anîn ziman: “Me gelek caran ji rêxistinan re name şandin lê belê bê bersiv mane. Herî dawiyê jî ANF’ê pirsên xwe li CPT’ê kirin lê belê CPT’ê bersiva hemû pirsan neda û bersivên ku dabûn jî ne di cih de bûn. CPT dibêje ku em hemû gavan bi dewleta Tirk re eleqedar dibin, rewşa li Îmraliyê zelal dikin û li ser Rêber Apo tecrîda giran tune ye. Em hemû jî baş dizanin ku ev nêzî 3 salan e, tecrîda li ser Rêber Apo giran û xurt dibe. Ev 41 meh in jî mafê hevdîtinê hatiye binpêkirin. CPT bi erka xwe ya wijdanî ranabe.”

Gulistan Îbrahîm bang kir ku pêwîst e çalakî zêdetir xurt bibin û axaftîna xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Cihan ji bo Rêber Apo rabûye li ser piyan û her roj çalakiyên cur bir cur tên lidarxistin. Dîsa jî çalakiyên ku ji bo azadiya Rêber Apo tên lidarxistin, kêm in. Ji ber ku hîn jî azadiya Rêber Apo nehatiye bidestxistin. Divê hîn zêdetir xwedî li Rêber Apo derkevin. Em ê bi yek dengî Rêberê xwe azad bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar