Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Pêngava azadiyê hişt ku rûyê rast ê dewleta tirk nas bikin’

Akademîsyen Florecîa Gûarche diyar kir ku pêngava azadiyê di heman demê de derfetê dide ku em rûyê rast ê dewleta tirk nas bikin û wiha aixivî: “Di çareseriya pirsgirêka kurd de diyalogek divê jinûve destpê bike, ji ber vê jî azadiya Ocalan esas e.”

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî jji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku 10’ê Cotmehê li 74 deverên cuda yên cîhanê destpê kir, bi piştgiriya ji civakên cuda dewam dike. Ji Zanîngeha Federal a Rîo Grande do Sol a Brezîlyayê akademîsyen Florencîa Gûarche ku li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan li qada akademîk dixebite, têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

Akademîsyen Florencîa Gûarche anî ziman ku wê di sala 2015’an de Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kiriye, piştre jî tevgera kurd û paradîgmaya Abdullah Ocalan hîn bêhtir ji nêz ve nas kiriye. Florencîa Gûarche ku di halê hazir de li Zanîngeha Federal a Rîo Grande do Sol a Brezîlyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan dixebite wiha axivî: “Piştî ku min tevgera kurd nas kir, têkiliya min a bi gelê min re hîn xurt bû. Ya rastî ji bo karibim civaka xwe hîn ji nêz ve nas bikim min fikrên Abdullah Ocalan bi kar anî. Hewldana ji bo fêhmkirina paradîgmaya Ocalan û naskirina civaka xwe di nav hev de meşiya.”

‘Abdullah Ocalan bêdewletiyê pêşkêş dike’

Akademîsyen Gûarche got, “Ocalan bersiveke baş pêşkêşî pirsa ’em kî ne’ dike” û wiha dewam kir, “Paradîgmaya Ocalan bersiveke baş pêşkêş dike ku em dikarin neteweyeke demokratîk bi çi rengî bê dewlet ava bikin. Lewma lêgerîna li bersiva li pirsa ’em kî ne’ ji bo min gelekî girîng bû. Ocalan ji bo me dibe alîkar ku em xwe nas bikin, nirxên xwe zanibin û bersivek ji pirsa ’em kî ne’ peyda bikin. Em civakên li neteweyên cuda yên cîhanê, piştî ku hîn bûn bê kî ne, em dikarin hingî têkiliyeke xurt û civakîbûneke hevpar ava bikin. Li dijî sîstemên ku dewlet li ser her cûre cihêkariyê ava dike, Ocalan derfetê dide me ku em li ser bêdewletiyê bifikirin.”

Gûarche destnîşan kir ku di nava tevgera kurd de ya ku herî zêde bandor lê kir, têkoşîna tevgera jinên kurd bû û gwiha domand: “Têkoşîna jinê ya xweser a tevgera kurd îro li her devera cîhanê tê naskirin. Li her qada civakê têkoşîna xweser a jinê tê dîtin. Ev rewş bandorê li me jinan dike. Jinên kurd ji bo min rû û hêza rastî ya şoreşê ne. Têkoşîna jinên kurd ji bo me hemûyan dibe çavkaniya sûdwergirtinê.”

Akademîsyen Gûarche diyar kir ku girîngiya Ocalan dide şoreşa jinê ji bo jinên cîhanê hêviyeke mezin e û wiha pêde çû: “Tespîta Ocalan a ku dibêje divê jin bibin pêşengên şoreşê gelekî girîng e. Em girîngiya vê yekê her roj hîn bêhtir dibînin û fêhm dikin. Girîngiya ku Ocalan dide şoreşa jinê, ji bo me jinan hêviyeke gelekî mezin e.”

‘Azadiya Ocalan ji bo çareseriyê gelekî giring e’

Gûarche bal kişand ser pêngava ku di 10’ê Cotmehê de ji bo azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd destpê kir û ev tişt anî ziman: “Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de aktorekî sereke ye. Ji bo çareseriyekê beriya her tiştî divê diyalog pêk were. Aliyekî vê diyalogê jî û muxatabê wê Ocalan e. Ji ber vê yekê eger tê xwestin ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin hingî nabe ku tecrîd li ser Ocalan hebe. Bi tecrîdkirina Ocalan re dixwazin pêşî li diyalogê bigirin. Lewma kampanya ji bo azadiya Ocalan gelekî girîng e. Ev yek kampanyayeke girseyî ye. Di asta navneteweyî de piştgiriya vê daxwaza ji bo azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd girîng e.”

Gûarche destnîşan kir ku bi rêya vê kampanyayê mirovan derfet dîtin ku paradîgmaya Ocalan hîn bêhtir ji nêz ve nas bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kampanya di heman demê de derfetê dide ku em rûyê rast ê dewleta tirk nas bikin. Di çareseriya pirsgirêka kurd de diyalogek divê jinûve destpê bike, ji ber vê jî azadiya Ocalan esas e. Divê enternasyonal di çarçoveya piştevaniyê de paradîgmaya Ocalan hîn belav bikin. Bi saya paradîgmaya Ocalan em îro dikarin gelek pirsgirêkan nîqaş bikin. Girîng e ku civak hemû tevlî van nîqaşan bê kirin. Em paradîgmaya Ocalan dikarin ji bo çareseriya pirsgirêkan weke rêbazekê bi kar bînin. Kampanya ji bo azadiya Ocalan di heman demê de nîşanî me da ku civakên cuda dikarin bi çi rengî ji bo daxwazeke hevpar seferber bikin. Di vir de girîngiya têkoşîna enternasyonal jî xwe nîşan da. Mînak Latîn Amerîkayê dibe ku dûrî têkoşîna kurd bê dîtin, lê belê dema ku mirov rûdinên diaxivin, dibînin ku têkiliyeke xwe ya hevpar heye. Dewlet nasnameya me cihê dikin û li hemberî vê yekê gelekî girîng e ku mirov li hev kom bibe û têkoşîneke hevpar bimeşîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar