Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Pêngava duyemîn a pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê

Îbrahîm Êzidî |

Di 9’ê Cotmeha 2020’î de, di navbera PDK, dewleta tirk û hikûmeta Kazimî de peymenake li ser Şengalê hat îmzekirin. Ev peyman bi çavdêriya Amerikayê hat birêvebirin.

Gelê Şengalê bi giştî û taybetî êzidî li dijî pêkanîna peymanê derketin û hêza gel rê li ber vê plana ku îradeya gel dihat tasfiyakirin, girtin. Bi hezaran kes li dijî peymanê derket. Aliyên ku li ser pêkanîna peymanê kar dikirin ji ber hêrsa gel xwe negirtin û neçar man ku dest ji pêkanîna peymanê berdin. Em dikarin bêjin gelê Şengalê peyman pûç kir. Piştî çend meha ku nikaribûn bigihêjin armanca xwe, dewleta tirk a dagirker gef li Şengalê xwarin û gelek caran rayerdarên tirk digotin ‘eger Iraq vê peymanê pêk neyne em ê bi xwe mudaxeleyî Şengalê bikin.’ Amerîka jî ji mêj ve çavê xwe li ber van gefan girtibû û bêyî ku îradeya gel esas bigire, destek da aliyên êrîşkar.

Rêvberiya Xweser a Şengalê ku di pêkanîna peymanê de dihat tasfiyekirin, biryara berxwedanê da. Di aliyê leşkerî de hazirtî kirin, gel bi rêxistinkirin û serî dananî.  Bi kongreya çaremîn a ku di 23-24’ê tîrmeha 2021’an li dar xist, hewldanên pêkanînên peymanê vala derxist û gavekî mezin ji bo pêşeroja pêkhateyên Şengalê avêt. Ji ber pêkaheteyên din ê Şengalê jî cihê xwe di  rêveberiya xweser a Şengalê de girtin, rê li ber êrîşên leşkerî hat girtin û di vir de îradeya bi hêz a pêkhateyên Şengalê derket holê. Aliyên peymanê îmzakirine dest bi planan kirin û xwestin bi şêwazên cuda bigihêjin armanca xwe.

Xala herî zêde ku karibû rê li ber peymanê bigire hêza gel bû .

Pêngava duyemîn a pêkanîna peymanê

Piştî kongreyê dewleta tirk raste rast dest bi pêkanîna peymanê kir û bû beşekî sereke, loma di serî de pêşangên êzidiyan kirin hedef û bi hedefgirtina Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, êrîşa li ser nexweşxaneya Sikêniyê wek gavên yekemîn bû ji pêngava duyemîn re. Mirov dikare van êrîşan ji bo belavkirina gel bigire dest. Eger gel nebe wê armanca wan bi hêsanî pêk were. Ji bo rêxistina gel ji hev belav bikin PDK’ê rolekî sereke lîst û bi şerê xwe yê taybet xwest gel bê hêvî bike. Bi rêya ragihandinê xwe destek da dewleta tirk ku êrîşî ser Şengalê dikir. Cihên gel wek Meclisa Gel a Xanesorê weke Baregehên PKK’ê  ji raya giştî re ragihandin, armanca PDK’ê ji van nûçeyan ew bû ku dixwest bibêje ‘Dewleta tirk mafdar e ku êrîşî ser Şengalê bike’.  Şehîdxistina Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel jî bi heman awayî da. Bi van êrîşan îradeya gel hat hedefgrtin û armanca dewleta tirk û PDK’ê ew bû ku gel ji derdora saziyên rêveberiya xweser a Şengalê belav bikin û ew jî bi dilê xwe li Şengalê planên xwe yê qirêj bidin meşandin. Bi van êrîşa re bi rêya telefonê ku hin kesên xwe endamên MÎT’ bi nav dikirin, li malbat û kesên di nava saziyên rêveberiya xweser de kar dikirin digeriyan. Hat famkirin ku dezgehê parastinê yê PDK bi MÎT’ê re planek danîne ji bo gel çavtirsandin bikin. Piştî ku van plan û şerê taybet, her wiha êrîşên li ser cihên sivîl êdî Kazimî gavên ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê kir.  Di serî de,  di dema ku çalakî dihatin kirin de raste rast ciwan û rojnemevan hatin hedefgirtin û bi destê leşkerên Kazimî hejmarek çalakvan hatin birîndarkirin û hejmareke ciwan hatin binçavkirin. Her wiha peykerê Şehîd Zerdeşt Fermandarê YBŞ’ê ku bi destê dewleta tirk şehîd bibû kirin hincet û bi hinceta ku rewşa Şengalê ne ewle ye, bi hezaran leşkerên xwe sewqî Şengalê kirin.

Li gor agahiyan di nava 24 saetan de 9 hezar leşker tevî wesayîtên zirxî di nava kolanên gund û navçeyên Şengalê de bicihkirin. Zextekî mezin li ser rêveberiya xweser û hêzên wê yên parastinê kirin.

Carekî din Asayîşa Êzdîxanê kirin hedef û bi hêza xwe ku îdia dikirin ji bo parastina Şengalê wan li vir bi cihkirine, êrîşî ser asayîşê kirin. Lê rêveberiya xweser ji bo nebe beşek ji şerê ku Kazimî dixwaze li Şengalê bixuliqîne vê carê rêveberiya xweser bêdengiyê hilbijart.

Balkêş e di dema ku Iraqê zexta li ser rêvberiya xweser kir de dewleta tirk bi balafiran êrîşî ser YBŞ’ê kir, her wiha DAIŞ’ê li Girtîgeha Xiwêran a li Hesekê xwe zindî kir û xwestin carekî din êrîş bike. Hesekê nêzîktirîn bajarê Rojavaya ye ji bo Şengalê. Bi vê êrîşê re Kazimî bi hinceta kontrolkirina sînor serdana Şengalê kir û bi berpirsên leşkerî re hevdîtin kir. Di nava civakên Şengalê de ev serdan ne ji bo sînor bû belkî Kazimî ji bo planeke nû bide meşandin ev serdan pêk aniye.

Hêza gel carek din derket pêş

A din tiştê ku Iraqê hêvî nedikir careke din li Şengalê derket pêş; ew jî careke din hêza gel derket pêş û di 23’yê çileyê de bi hezaran gelê Şengalê li nehiya Sinûnê meşiyan  û li dijî nêzîkatiyên Kazimî derketin.

Rewşa Şengalê ya niha

Her kes wisa difikirî ku li Şengalê bêdengî heye lê her kesî van fikar bike jî şaş e, ji ber hewldanek mezin ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê di rojevê de ye.

24’ saetan balafirên dewleta tirk a dagirker li ser Şengalê digerin. Iraq di nava hewldana de ye û bê navber pirsgirêkan derdixe. Hewl dide rêveberiya xweser bikişîne nava şerekî. Tevî ku hebûna hêzeka mezin ne rewa ye û ne bi dilê xelkê Şengalê ye jî lê Iraq israr dike ku hêzên xwe li nava bajaran bicih bike. Di her demê de îhtîmala derketina şerekî heye. Ev şer vê carê eger derkevê dê ji asîman ve bi desteka balafirên dewleta tirk a dagirke bê kirin.

Lê wek rêveberiya xweser û hêzên wê yê parastinê di nava hewldanan de ne ku ev hêz bi danûstandinê ji herêmê derkeve.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar