Di 15’ê Tebaxa 1984’an de gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi serdegirtina qereqolên Dihê û Şemzînanê navê xwe dan bihîstin. Di wê rojê de komên gerîla bi ser avahiyên dagirkeran de girtin. Cara pêşî bû ku eskerên dewleta tirk rastî komên gerîla dihatin. Lê wan nedizanî ew komên gerîla wê piştre dawiya wan bînin. PKK’ê di wê rojê de dest bi têkoşîna çekdarî kir. Lê pêngava 15’ê Tebaxê tenê eskerî bû. Bi wê çalakiyê re kurdan gotin em hene. Ew serîhildanek bû ku wê dawiya wê nehatiba. Ew serhildanên ku berê têk çûbûn wê dubare nebûba. Lewma jî bi wêrekiyek pir mezin biryara wê hatibû dayîn.
Bi pêşengiya fermandar Egîd û lehengên din pêngavek hat destpêkirin. Ew pêngav silavdayîna berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li zindana Amedê bû. Tam jî di şertên darbeya 12’ê Îlonê de pêngaveke dîrokî dan destpêkirin. Kesî nediwêrî behsa kurd û Kurdistanê bike, lê gerîlayên PKK’ê li dijî dewletê rabûn. Ne karekî hesan bû ku were kirin. Dawiya wê bedel dixwest. Komên gerîla jî ji wê bedelê re amade bûn. Di şert û mercên darbeyê de li dijî dewleta tirk rabûn. Hem jî bi têkoşîneke çekdarî. Dewletê jî bawer nedikir ku kes wêrekiyek wiha bike. Dewletek ewqas barbar û faşîst heye û ne karê kesî ye ku li dij rabe. Di wextekî wiha de kadroyên PKK’ê hem li zindana Amedê, hem jî li çiyayên Kurdistanê dest bi berxwedanê kirin. Li dijî wê dewleta dagirker û faşîst serî netewandin. Wê berxwedanê wêrekiyek mezin da kurdan. Ew kurdên ji dewletê ditirsiyan êdî li dijî dewletê radibûn. Ew dewleta ku li ber çavê wan wekî cinawerekî bû, êdî bibû hedefa wan.
Komên gerîla bi serdegirtina qereqolan navê xwe dan bihîstin û piştre jî van çalakiyan dewam kir. Êdî kurdan biryara hebûnê dabûn. Li dijî qirkirin û dagirkeriyê rabûn. Ev rabûnek bû ku peyamên wê hebûn. Ji kurdan re digotin hûn dikarin li ber xwe bidin û netirsin. Êdî dawiya tirsê dihat. Komên gerîla ew tirsa dewletê têk birin. Dewletek ku li ser tunebûna kurdan hatibû avakirin êdî ji hev diket. Xwediyê vê fikrê jî Rêber Apo bû. Piştî wê pêvajoyê jî berê xwe dan Rêber Apo. Ji bo ku Rêber Apo û tevgera azadiyê têk bibin bi dehan komplo û êrîş kirin. Serokwezîrê Swêdê Olof Palme qetil kirin û bi vê yekê re PKK xistin hedefa Amerîka û Ewropayê. Dewleta tirk dît ku nikare bi PKK’ê, lewma jî NATO da pişta xwe û dest bi êrişan kir.
Rêber Apo û PKK’ê ji bo hebûna kurdan dest bi têkoşîna çekdarî kirin. Bi têkoşîna çekdarî re navê kurdan û hebûna wan dan bihîstin. Ew gerîla ji bo parastina kurd û Kurdistanê derketin. Armanc ne kuştin û dagirkeriye. Lê hê jî hinek kesan fêm nekiriye û car caran têkoşîna çekdarî ya kurdan bêwate dibînin. Eger têkoşîna çekdarî nebûya îro navê kurdan jî tunebû. Kurd bi saya wê têkoşînê li ber xwe didin. Li dijî dewletek ewqas barbar û faşîst pêdivî bi têkoşîna çekdarî heye. Dewletek ku ji çete û mafyayan pêk tê heye. Li dijî wê dewletê kes nikare bi sazî û partiyan têbikoşe. Dewlet ji bo kuştin û girtinê heye, lewma pêdivî bi parastinê heye. Eger kurd nikaribin xwe biparêzin wê têk biçin. Parastin jî destgirtî çênabe. Kurdan serê xwe netewandin û temaşe nekirin. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re hebûna xwe ragihandin.
Vê pêngavê wêrekiyek mezin da kurdan. Ew dewleta ku kurdan di serê xwe de mezin kiribû êdî serûbin dibû. Yê ku ev yek kirin jî kurd bûn. Ji bilî gerîlayên Kurdistanê pêve kesî nediwêrî vê bike. Îro jî ew gerîla ne ku li dijî wê dewletê disekinin û serî natewînin. Şopdarên Egîd li Zap, Avaşîn û Metîna destanan dinivîsin. Ji wê rojê û şûnde êdî her roj bûye 15’ê Tebaxê. Lewma jî gerîla her roj li dagirkeran dixin. Kurd û xelkê li Kurdistanê deyndarê Egîd û hevalên wî ne. Bi saya wan êdî karin serî rakin û li dijî dewletê bisekinin.