Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêngava ‘Hevdîtina demokrasiyê’ ya HDP’ê dest pê kir

Navenda Nûçeyan |

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duyemîn pêngava ‘Bernameya têkoşîna demokratîk’ bi daxuyaniyekê aşkera kir. HDP’ê starta pêngava duyemîn a ‘Hevdîtina demokrasiyê’ li meclisê bi civîna çapemeniyê aşkera kir. Di civîna çapemeniyê de hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û parlamenterên HDP’ê amade bûn.

Mîthat Sancar di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew pêngava duyemîn li meclisê didin destpêkirin û wiha got: “Ji bo demokrasiyê em ê ji Enqereyê berê xwe bidin çar aliyên Tirkiyeyê. Em ê di serî de li Enqereyê hevdîtinên demokrasiyê bikin. Em ê bi kesên kedkar, komên baweriyan, ekolojîstan, jin, ciwan, ode, sendîka û komeleyên cuda re bên cem hev û hevdîtinên demokrasiyê bikin. Di meşa destpêkê de me li dijî bê edaletiyê nerazîbûna xwe nîşan da. Niha jî em ê hêz û baweriya ku karibe edaletê ava bike nîşan bidin. Em ê vê hêzê bikin yek û bi hevre li dijî despotuyê nerazîbûna xwe nîşan bidin.”

‘Em ê ji bo pêşxistina wekheviyê bên ba hev’

Bi domdarî jî Sancar destnîşan kir ku ew li dijî xizanî, mêtingerî, kedxwarî, betalî û nelirêtiyê nerazîbûna xwe xwe nîşan didin û wiha domand: “Em ê ji bo pêşxistina wekheviyê bên ba hev. Li dijî tundî, zextê, neheqiyê, qedexeyan û xizaniyê em nerazî ne. Ji bo ku nerazîbûna xwe nîşanî xedexeya azadiya ramanê û azadiyê bidin em tên ba hev. Em ê bi hevre pirçandî, pir bawerî û pir rengiye ava bikin. Em, ji bo avakirina azadiya gelan, wekheviya baweriyan, ji bo avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk tên ba hev.”

‘Dixwazin tolê hilînin’

Di berdewamê de jî Sancar anî ziman ku desthilat bi hesta heyfgirtinê nêz dibe û wiha pê de çû: “Desthilatdarî dixwaze ji kesên nakevin bin kontrola wan heyfê hilîne. Lewre ji 7’ê hezîrana 2015’an heta niha hewl dide heyfa xwe ji me bigire. Operasyona heyfê ya herî mezin jî di 4’ê mijdara 2016’an de kirin. Di vê operasyonê de hevserokên me Demîrtaş, Yuksekdag, Baluken û gelek siyasetmedar dîl girtin. Piştî hilbijartina 31’ê adarê me şaredarî bi dest xist vê carê dîsa qeyûm tayînî şaredariyên me kirin.”

‘Beşên cuda di hedefa desthilatdariyê de ne’

Mîhat Sancar axaftin xwe wiha bi dawî kir: “Meşa Edîrne û Colemêrgê qerînek bû. Niha di hedefa desthilatê de beşên cuda û rêxistinên cuda jî hene. Dixwaze rêxistin û odeyên pîşeyî jî kontrol bike. Dixwazin ji TTB’ê jî tolê hilîne. Ji bo vê jî amadekariyan dike. Dixwaze ji TMMOB’ê jî tolê hilîne. Dixwaze hemû beşên cemaweriyê bixe bin kontrola xwe. Tiştekî bi navê daraz û edaletê nemaye. Em jî dixwazin li dijî vê hemû hêzan bînin ba hev. Heke em bi hevre bimeşin, em bi hev re li ber rabin û hêza xwe bikin yek, em ê bikarin vê yekê rawestînin. Me dît ku yên ji têkoşînê bi bawer, teqez bi ser dikevin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar