Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Pêngava li dijî qirkirinê

1’ê Hezîrana 2004’an pêngava gerîlayan li dijî komploger û tasfiyekaran dest pê kir. Ew pêvajo wekî pêngava duyemîn a 15’ê Tebaxê ye. Şert û mercên wê demê jî dişibin hev.  Ji bo tinekirina tevgera azadiyê ya Kurdistanê her alî xistin dewrê. Li aliyekî Rêber Apo bi komployekê girtin, li aliyê din ji bo tasfiyekirina PKK’ê jî ketin nava tevgerê. Her wiha biryara darvekirinê li Rêber Apo birîn. Tam pêvajoyeke qirkirinê bû. Rêber Apo jî di ferqa wê de bû û hin gav avêtin. 2’ê Tebaxa 1999’an deklarasyona Ocalan a 10 xalî hat ragihandin û hêzên gerîla ji Bakur ber bi Başûr ve vekişiyan. 1’ê Îlona 1999’an, di roja Aştiyê ya Cîhanê de vekişînê dest pê kir. Her wiha ji çiyayên Kurdistanê komek aştiyê ya gerîla çû Tirkiyê. Ji Ewrûpayê jî komek derbasî Tirkiyeyê bû. Dema ku gerîla vedikişiya dewleta Tirk êrîşeke giran bir ser gerîla. Di dema vê vekişînê de bi sedan gerîla şehîd bûn.

Komplo û planên tasfiyekar ên li dijî PKK’ê û Rêber Apo hê di destpêka salên 1990’î de hebûn. Di gulana 1996’an de dewleta tirk hewl da li Şamê bi sûîqastekê Rêber Apo tune bike. Piştî wê jî bi PDK’ê re hevkarî kirin û li dijî gerîlayan dest bi êrîşan kirin. Li aliyekî jî xwestin di nava PKK’ê de xeteke xiyanetkar çêkin. Bi vî rengî hat xwestin ku xeta Ocalan a li nava PKK’ê bêbandor bikin. PDK û YNK’ê xwestin hêzên navneteweyî bi ser PKK’ê ve bibin, PKK û îradeya kurdên azad bêbandor bikin û li Kurdistanê serdest bin. Ji bo vê jî di Komploya Navneteweyî de bi roleke girîng rabûn ku di 9’ê Cotmehê de Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin û 15’ê Sibata 1999’an hat girtin. Piştî wê jî li ser bingeha polîtîkaya rizandinê xwestin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bêbandor bikin û PKK’ê parçe bikin, bi vî rengî encamê werbigirin. Hêzên komploger dixwestin ku di nava rojekê de Rêber Apo îmha bikin, di nava 6 mehan de jî Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bikin. Hêvî û hesabê wan bi vî rengî bû, lê belê li pêşberî berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê kurd planên wan têk çûn.

Ji 2001’ê heta 2003’an hêzên HPG’ê ji hêla leşkerî, teknîkî ve hatin perwerdekirin û ketin asta profesyonelbûnê. HPG’ê tîrmeha 2001’ê konferansa xwe ya yekemîn pêk anî. Di vê konferansê de biryar hat dayîn ku ji gerîlayên klasîk derbasî gerîlayên modern bibin. Bi vê pêvajoyê re Akademiyên Mahsûm Korkmaz, Hakî Karer hatin avakirin. Ji 2003’yan û pê ve, hat dîtin ku dewleta tirk ber bi çareseriyê ve nayê û li dijî konsepta rizandin û tasfiyekirinê hêzên gerîla li dijî êrîşan komên xwe şandin hemû qadên Kurdistanê. HPG’ê civîneke girîng di sibata 2004’an  de li Zapê pêk anî û di civîna berfireh a Konseya HPG’ê de biryara pêngava 1ê Hezîranê hat dayîn. Di civînê de biryar hat dayîn ku bilez li gorî pozîsyona parastina aktîf hazirî werin kirin. KONGRA GEL jî pêngava berxwedanê ya 1’ê Hezîrana 2004’an bi fermî kir biryara Tevgera Azadiya Kurd û ev yek ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. Pêvajoya agirbestê ku Rêber Apo 1’ê Îlona 1999’an dabû destpêkirin, ji ber êrîşên dewleta tirk ê li ser Ocalan û PKK’ê 1’ê Hezîrana 2004’an bidawî bû. Bi pêngava 1’ê Hezîranê re hêzên gerîla li bakurê Kurdistanê vegeriyan ser mewziyên xwe.

Di pêngava gerîla ya 1’ê Hezîranê de rola girîng a Rêber Apo bû. Rêber Apo bi pirtûka xwe ya bi navê Parastina gelekî bersiv da tasfiyekar û komplogeran. Rêber Apo li dijî tasfiyekariyê ‘Pêngava 1’ê Hezîranê’ û jinûve avakirina PKK’ê xist meriyetê. Bi jinûve avakirina PKK’ê û pêngava ‘Êdî bes e’ ya bi pêngava 1’ê Hezîranê dest pê kir, tasfiyekarî hat tasfiyekirin û pêşî li serketina komployê hat girtin. PKK ji nû ve bi rengekî xurt cihê xwe di nava polîtîkaya Rojhilata Navîn de girt. Gelê kurd û gerîla ketin nava berxwedaneke mezin. Bi serhildan û berxwedana gerîla re seknekî bi hêz hat nîşandan. Gerîlayan li Gabar û Oremar piştre jî bi berxwedana Zapê sekin û hêza xwe nîşanî her kesî dan. Ji ber çalakiyên gerîla yên ku zêde bûbûn û serhildanên gel û atmosfera şer, zor li dewletê bû û Erdogan ji rêbazên klasîk dûr ket û li gorî xwe hin gotinên ‘’nerm’’ kirin. Ji ber vê yekê jî çûn ber lingê Rêber Apo û dest bi hevdîtinan kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar