PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

Cuma - 29 Kasım 2024

Pêngava ‘Serhildana jinên ciwan tolhildan e’ dest pê kir

Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê ji bo mezinkirina asta bilindkirina têkoşîna jinan pêngava ‘Serhildana jinên ciwan tolhildan e’ ragihand.

Endama rêveber a Meclisa Jinên Ciwan a bajarê Minbicê Emîne Osman daxuyanî bi tevlêbûna endamên meclisê, Meclisa Jinan û Meclisa Ciwanan li stada beledî ya bajêr xwend.

Emîne destnîşan kir ku armanca pêngavê, mezinkirina asta têkoşîna jina ciwan a li dijî êrîşên li ser jinan û zanakirina civakê ye.

Di daxuyaniyê de Meclisa Jinên Ciwan dîroka dewleta tirk a dagirker û sûcên li dijî jinan bi bîr xist û diyar kir ku bi sed hezaran berxwedêrên jin li hemberî siyaseta dewleta tirk li ber xwe dane.

Her wiha meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wan belavokên girêdayî xetereyên zewaca di temenê biçûk de li bajêr û gundewarên wê belav kirine. Her wiha dewreyên fêrkirina dirûtin, hemşîretî, xwendin û bikaranîna kompîturê vekirine.

Meclisê di berdewama daxuyaniya xwe de soza piştgiriya jinan da ku ji zextên ku li dijî wê ji hêla dagirkeran û civakê ve têne kirin, xilas bibe.

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de soza tolhildanê ji tevahiya jinên ku bûn qurbana van binpêkirinan da û bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî û saziyên jinan kir ku rê li pêşiya sûcên ku li dijî jinê têne kirin û zincîrên ku azadiya jinê û pêşketina wê sînordar dikin bişikînin. MINBIC

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar