Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Pêngava ‘Tîrêjên Rojê’ li ber avahiya NY’ê destpê kir

Pêngava ‘Tîrêjên Rojê' ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ deji hêla TJK-E’yê hat destpêkirin. Pêngava TJK-E’yê wê heta 12’ê cotmehê bê navber dewam bike û banga xwedî derketina li pêngavê hat kirin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê pêngava ‘Tîrêjên Rojê’ da destpêkirin.

Jinên ku bersiv dan banga Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), li qada Natîons ku Ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê lê ye li hev civiyan. Helwestên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Konseya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê ya li hemberî tecrîdê bi pankartan hate teşhîr kirin.

Daxuyaniya çapemeniyê bi deqeyekî rêzgirtinê ji bo bîranîna rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn yên di 23’ê Tebaxê de li Silêmaniyê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, destpê kir.

Li ser navê YJK-S’ê Hêlîn Saglam daxuyaniya çapemeniyê bi zimanê Fransî xwend. Hêlîn Saglam bal kişand ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan a li Îmraliyê û anî ziman ku Abdullah Ocalan ji bo alternatîfa modernîteya kapîtalîst, modela azadîxwaziya jinê, ekolojîk û jiyana demokratîk derxistiye pêş û ji ber vê yekê zêdeyî 25 sal in di bin tecrîdekî mutleq de ye.

Hêlîn Saglam ev tişt anî ziman: “Azadiya Abdullah Ocalan, çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya herêmê girîng e. Abdullah Ocalan li dijî tundî û pevçûnanan polîtîkayên alîgirê muzakere û diyalogê diafirîne. Li dijî zexta baviksalarî modela ku jin pêşengtiyê dikin diparêze û ji bo hemû tevgerên jinan ên li cîhanê dibe çavkaniya îlhamê. Felsefeya Konfederalîzma Demokratîk nêrîneke cîhanî ya li ser bingeha xweza, civak û demokrasiyê pêşkeş dike. Ev nêrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat zindî kirin. Ji ber van sedeman em careke din bang li CPT, Konseya Ewropayê, Parlementoya Ewropayê, NY û hemû sazî û dezgehên rayedar dikin; Qanûnên xwe bi cih bînin, ji bo ku dewleta Tirk jî qanûnên xwe bi cih bîne zextê bikin û bikevin diyalogê.”

Piştî daxuyaniya Hêlîn Saglam, berdevka YJK-S’ê Selma Surer axivî. Selma Surer têkildarî kampanyaya ‘Tîrêjên Rojê” agahî dan û anî ziman ku ev kampanya wê bibe ronahiya hemû tarîtiyên ku sîstema kapîtalîst afirandine û ji bo hemû mirovahî, jin û xwezayê bibe derfeta rizgariyê ye.

Selma Surer diyar kir ku kampanya wê heta 12’ê Cotmehê bê navber bi çalakiyan bidome û bang li hemû jinên alîgirê demokrasiyê û bi taybet jinên kurd kir ku xwedî li kampanyayê derkevin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar