Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pêngavên Şoreşgerî li ser xeta Bêrîtan geş dibin

Gerîlayên YJA Starê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şer dikin, destnîşan kirin ku dê li ser xeta Bêrîtan têbikoşin û dijmin têk bibin

Gerîlayên YJA Starê li dijî êrîşên dewleta tirk ji Zagrosê heta Metînayê, ji Heftanînê heta Avaşînê li ber xwe didin.

Gerîlayên YJA Starê ku li dijî dijmin gelek çalakiyên serkeftî kirin, bi biryardariya serkeftinê di vî şerê dîrokî de têdikoşin.

Ji berxwedêran gerîla Zîlan Devrîm û Hêvî Amanos destnîşan kirin ku piştî çalakiya ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) têkoşîna jinan roj bi roj mezin bû.

Zîlan Devrîm anî ziman ku xeta berxwedanê ya Bêrîtan îro li tevahiya cîhanê ji bo jinan bûye çavkaniya hêz û baweriyê û wiha got: “Xeta Bêrîtan ji her kesî re bû mînak. Weke gerîlayên YJA Starê em dixwazin li ser xeta hevala Bêrîtan şer bikin û bi ser bikevin. Hevala Bêrîtan li dijî teslîmiyetê sekneke gelekî xurt nîşan da. Kesayetiyeke azad a jinan derxist holê û em jî li ser şopa wê ne. Têkoşîna me li ser vê yekê bi rê ve diçe.

Hevala Bêrîtan serî li ber xiyanetê netewand. Xeta jinan a azad afirand û bandor li jinan hemûyan kir. Gerîlayên YJA Starê jî li ser vê xetê dimeşin. Bi felsefeya jiyana azad a Bêrîtan jin diherikin nava refên têkoşînê. Pêngavên me yên şoreşgerî îro jî li ser xeta Bêrîtan bi rê ve diçin. Têkoşîna jinan gihîştiye asta herî bilind. Her ku şer giran dibe berxwedana me jî mezin dibe. Bêguman dibe ku em berdêlan bidin, şehadet jî bibe lê belê her hevalên me sekna jinên azad temsîl dikin. Hevalên tev li pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê bûne li ser xeta şehîd Bêrîtan şer dikin. Ev şerê me dê heta serketinê dewam bike. Heta azadiya gelê me û gelên bindest em ê li ser xeta Bêrîtan têbikoşin.”

Bi hezaran jinên şoreşger li ser şopa Bêrîtan in

Hêvî Amanos jî diyar kir ku helwesta Bêrîtan a li dijî xiyanetê îro bi hezaran Bêrîtan afirandiye û ev tişt anî ziman: “Çalakiya Bêrîtan bersiva li dijî ferasetên şaş bû. Ev çalakiya ku li başûrê Kurdistanê kir li cîhanê deng veda. Bi hezaran jin ên şoreşger niha li ser xeta Bêrîtan perwerde dibin. Em dixwazin xwedî li xeta Bêrîtan derkevin. Niha li çiyayên Kurdistanê şerekî giran diqewime. Dewleta tirk di vî şerî de hevkariyê bi hêzên herêmî dike û bi vî rengî li dijî me şer dike. Çalakiya hevala Bêrîtan jî li dijî vê xiyanetê bû. Niha li başûrê Kurdistanê bi hezaran Bêrîtan hene, ji ber ku bandoreke mezin li civakê kir.”

Amanos da zanîn ku li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên li Werxelê bi pêşengiya şervanên jin berxwedaneke mezin tê meşandin û wiha got: “Hevalê Rustem di Cenga Heftanînê de bi çalakiya li dijî dagirkeran careke din israra li ser xeta Bêrîtan nîşan da. Ev xeta berxwedanê dê me bi ser bixe.”

Çekên kîmyewî ne tenê li dijî gerîla tên bikaranîn

Hêvî Amanos anî ziman ku şerê niha tê meşandin ne tenê li dijî gerîla ye wiha domand: “Eger îro dijmin dikare li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar bîne, di demeke nêz de wê karibe li Silêmaniye û Hewlêrê jî bi kar bîne. Eger em îro li ber xwe nedin gelê me wê bê qirkirin. Dewleta tirk Efrîn, Serêkaniyê dagir kir û her roj li dijî gelê me sûcê li dijî mirovahiyê dike.”

‘Em ê hîn bi xurtî li ber xwe bidin’

Gerîlaya YJA Starê Hêvî Amanos destnîşan kir ku li çiyayên Kurdistanê gerîlayek bi tenê jî bimîne wê gel biparêze û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vî şerî de êrîşî sivîlên me jî tê kirin, têne kuştin û li gundan her roj çekên kîmyewî têne bikaranîn. Xaka başûrê Kurdistanê her roj tê bombekirin lê belê hêzek dengê xwe nake. Ewqas mirovên sivîl jiyana xwe ji dest didin lê kes vê nabîne. Em ê ji bo gelê xwe hîn xurtir bibin. Ji ber ku bi çalakiya hevala Bêrîtan re hêza jinan hat nîşandan. Berxwedana ku niha tê kirin ji bo me serketineke mezin e. Bi vê berxwedanê şoreşek tê avakirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar