Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Penteker: Ev tecrîdek zalimane û îşkence ye

Dîrektora IPPNW Gîsela Penteker, der barê tercîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî  û got: “Li Îmraliyê binpêkirina maf li holê ye. Paradîgma Birêz Ocalan ji bo gelek kesî wek tehdîd tê dîtin. Divê em rexnedayîna xwe bidin, ji ber ku me heta niha fikrên wî baş bi civakê re parve nekirine.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê di bin şertên tecrîda giran de tê girtin û her wiha girtiyên din yên ligel wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ev 27 meh in agahî ji wan nayên girtin.  Parêzer û malbatan bi dehan carî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, li aliyê din saziyên navneteweyî jî bang û serlêdanan dikin. Lê wezareta dadê tu tiştekî nabîne.

Dîrektora Dadgerên Navneteweyî ya Ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukllerê (International Physicians for the Prevention of Nuclear War-IPPNW) Gisela Penteker, der barê tecrîda giran a li Îmraliyê de nirxandin kir.

Tirkiye bi vê tecrîdê hewl dide gel biçewisîne

Penteker da zanîn ku 28 mehe tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Tirkiye bi vê tecrîdê hewl dide gel biçewisîne. Ev tecrîdek zalimane û îşkence ye. Ev helwesta rayedarên tirk a li hember gel, malbat û parêzeran nîşan dide. Berê jî tecrîd li Îmraliyê hebû. Lê ev 28 meh in tu gahî nayê girtin. Ev li dijî hiqûqê ye.”

‘Tirsa desthilatdaran ji ber fikrên wî yê li ser civakan e’

Penteker di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku tevî hezaran serlêdanê hevdîtin tên astengkirin û ji her qadê bêdengî heye û got: “Dewlet ji ber tirsa ku fikrên Birêz Ocalan bandor li ser gelan dike, hevdîtinan asteng dike. Li Tirkiye û qada navneteweyî Birêz Ocalan ji bo gelek kesî wek ‘sûcdar’ û ‘têkiliya wî bi terorê heye’ tê dîtin. Tirkiyeyê cezayê heta hetayê birî. Ji ber ku wî wekî tehdît dibîne. Yên bi rastî pirtûkên wî xwendine, fikra wî fêm kirine pir kêmin. Ji bo desthilatdariyê jî ev fikr û pergal wek tehdîd tê dîtin.”

Serdestiya neteweyî ji mafê mirovan pêşdetir e’

Penteker balkişand ser helwesta CPT  ku di meha îlonê de çû Îmraiyê û rapor aşkera nekir û wiha vegot: “Ev li gorî organên Neteweyên Yekbûyî pêk tê. Ji bo van saziyan serdestiya neteweyî şerta ewil e. Ji ber vê jî bêyî destura dewleta tirk der barê raporê de agahdarkirinê nakin. Binpêkirina maf a li Îmraliyê li holê ye. Tecrîd di qada navnetweyî de wek îşkence tê bi navkirin. Gelek kes di vê de hemfikrin. Serdestiya neteweyî ji mafê mirovan pêşdetir e.

‘Paradîgmaya Ocalan ji bo beka her kesî girîng e’

Penteker dazanîn ku paradîgma Abdullah Ocalan ji bo hemû cihanê tehdîd tê dîtin û wiha pê de çû: “Ji holêrakirina sazbûnên otorîter ji bo her kesî girînge. Her diçe zêdetir hewcedarî bi demokrasiyê tê dîtin. Ev ne tenê li Rojhilata Navîn li her derê girînge. Li jor jî min paradîgma Birêz Ocalan ji bo gelek kesî wek tehdîd tê dîtin. Ger em bi awayê xwerexnedayînê nêz bibin me fikrên wî heta niha baş bi civakên din re parve nekiriye. Paradîgma li Bakur û Rojvayê Sûriyeyê çawa pêk hatiye tê dîtin. Lê ji ber atmosfera siyasî, venasîn û lêkolînek der barê wî de tune ye. Ji bilî civaka kurd li vê herêmê der barê guhertina civakê de agahî û zanînek marjînal a ji derve heye. 25 sale dibim şahidê guherînên Bakur. Tevî her tiştî ji dest berxwedanê bernadin. Ji bo van mirovan yekane kesê pêşeng Birêz Ocalan e. Ji ber vê jî ji bo çareseriya pêvajoyê tevlibûna Abdullah Ocalan gelek girîng e.”

‘Peyamên ji Îmraliyê tên hêviyê didin herkesî’

Penteker balkişand ser bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser pêvajoya aştiyê û gelê kurd û wiha dawî lê anî: “Birêz Ocalan li ser gelê kurd gelek bi bandor e. Ji pêvajoya aştiyê ya 2013-2014’an heta peymana Dolmabahçeyê ew û Rêberê PKK’ê aliyên hevdîtinên aştiyê bûn. Hevdîtin serkeftî bûn û bi hêvî bûn. Lê serokomar ê AKP’ê pêvajo da sekinandin. Peyamên Abdullah Ocalan hêvî didan. Şer û pevçûn, bi zext û tundiyê nayên çareserkirin. Hemû alî divê li ser maseyê runên. Divê ev pêvajo di bin kontrola NY’ê de be. Divê civaka navneteweyî bang li Tirkiyeyê bike ku vegere pêvajoya aştiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar