Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Pereyan didin nexweşên covîd-19’ê ku biçin herêma Rêveberiya Xweser’

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) li seranserî cîhanê xetereyeke mezin li ser jiyana mirovan dike. Hemû dewletên cîhanê ji bo parastina ji şewbê û ji bo pêşîlêgirtina belavbûna wê, rê û rêbazên cuda bi kar tînin. Ji ber bêderfetî û rewşa şer, yek ji herêmên ku herî zêde di bin vê xetereyê de jî rojavayê Kurdistanê ye. Rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her çiqas bibêjin li herêmê hîn rastî bûyereke şewbê nehatine jî, dîsa jî xetere bi awayên cuda didome.

Demek berê serokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa diyar kiribû ku dewleta tirk kesên bi şewba koronayê ketin derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û bi vê yekê re jî hewl dide vîrûsê li herêmê berbelav bike. Mistefa gotibû ku dewleta tirk qanûnên navdewletî binpê dike û sûcê li dijî mirovahiyê dike.

5 kes hatine peywirdarkirin

Hat zanîn ku dewleta tirk vêcarê jî li hêla Girê Spî hewl dide şewba koronayê derbasî herêmê bike. Çavkaniyên ji bajarokê Silûk ê Girê Spî da zanîn ku dewleta tirk ji 5 welatiyên ku bi nexweşiya koronayê ketin xwestiye ku derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin.

El Ebid agahî piştrast kiribû

Çavkaniyan diyar kir ku dewleta tirk ji bo vê jî pere dane van welatiyan. Têkildarî rewşa van kesan jî tu agahî nehatin bidestxistin. Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemdan El Ebid jî tekez kiribû ku dewleta tirk nexweşên covîd-19’ê ber bi Girê Spî ve dişîne. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar