Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pereyên guleyan AKP-MHP’ê têk bir

Beriya 2 salan dema raya giştî hîn sazî û partî gazincên pirsgirêkên aborî kirin Erdogan ev gotin kiribû: “Hûn dizanin yek mermî an jî gule bi çiqasî ye?” Her çiqas ev gotin ji dev firiya be ji qeyrana aboriya li Tirkiyeyê bi aweyek zelal tîne ziman. Gule bi aweyek sembolîk tê gotin. Bi sed hezaran çeteyên OSO û cîhadîstên din, bi pereyan tên rêvebirin. Sadat, tarikat, cemaat, polîs, leşkerên bi kirê, tang, top,  balafirên ÎHA-SÎHA û hwd. her roj bi dehan caran firokên dewleta tirk çiya û baniyan bombebaran dike. Ev şerê ku 6 sal in li hemberî gelê kurd dimeşîne, di rewşek asayî de aboriya 3 dewletan dirûxine. Lê ji ber ku destek ji alîgirên xwe yên navneteweyî girtibû, berê zêde bandor nedikir, a niha ew alîgir jî dev jê berdan.

Van rojan, rojeva herî sereke, qeyrana aboriya li Tirkiyeyê ye.Dema mijar dibe dewleta tirk di serî de hemû kurd û Rojhilata Navîn eleqedar dike. Hemû kes dişopîne û şîroveyan dike. Her roj pereyên tirk, li hember pereyên hemû cîhan di hele û tu qîmeta wî nemaye. Herkes li dolar dinêre lê pereyên Iraqê jî li hember pereyên tirk difire. Yek dînarê Iraqê bûye 11 lîrayên tirkî. Tenê ne dînarên Iraqê, tirkmenên Îranê, dînarên Sûriyeyê, hele hele dînarên Kuweytê bûye 54 lîrayên Tirkiyeyê. Wekê din her roj sedî sed an sedî du sed hemû tişt biha dibe. Bi rastî jî însan êdî nan nabîne, birçîbûn zêde bûye. Ev birçîbûn dê bibe lehî û biherike.

Eger mirov qeyrana aborî bi serê xwe bigire dest, wê ne rast be. Ji ber ku qeyrana aborî encam e. Encama çi ye? Encama qeyrana dewlet û siyasî ye. Qeyrana dewlet û qeyrana siyasî, qeyrana aborî derxistiye holê.

Pirsa esasî çima qeyrana siyasî û dewletî derket holê? Ev jî bi xwe re nêzîkatiya pirsgirêka kurd û gelê kurd derdixe berbiçav.

AKP -MHP û Ergenekon di sala 2015’an de tifaqek li ser rûxandina hemû destkeftîyên kurdan çêkirin. Ji bo di serî de li bakurê Kurdistanê û hemû parçeyên Kurdistanê, hemû destkeftîyên kurdan ji holê rakin û ji bo PKK’ê tasfiye bike hemû hêza xwe yên leşkerî siyasî û dîplomatîk xistine dewrê. Hemû teknîkê dawî bi kar anîn. Şerekê pir dijawar û qirêj meşandin. Di vî şerê de hem ji hêzên navneteweyî û hem jî ji raya giştî ya Tirkiyeyê destekek mezin girt. CHP, ÎYÎ Partî û hemû partiyên din heta beriya salekî jî dengê xwe dernexistin. Destek dan vî konseptê. Lê kengî dîtin ku êdî bi sernakeve, wî demê dengê xwe derxistin.

Dixwest Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd tasfiye bike û xwe bi awayek xurt bigihîne 2023’an di sed saliya komarê de dixwest serkeftina xwe îlan bikirana. Lê niha xuya ye ku nagihêje 2023’an û dê têk biçe.

Tevgera Azadiya Gelê Kurd li hember vê konsepta tunekirinê berwedaneke bêhempa meşand. Hele hele berxwanda Zap, Metîna û Avaşînê di aliyê leskerî de darbeyek giran lê dan û pêşî li van pêşveçûnan vekir. PKK û gelê kurd bi hemû serkeftî bû destkeftiyên xwe bi hemû heybeta xwe li ser pêyan me. Lê faşîzma AKP-MHP’ê ket qeyraneke mezin. AKP bû 3 partî, MHP bû du partî, hemû anket herduyan sedî 30 nîşan didin. Dixwestin sedî 60 civaka tirk konsolide bikin lê niha sedî 70 civaka Tirkiyeyê li dij wan in. Tu gotinê wan, cihê xwe nagire. Dema diaxivîn dibin mijara pêkenokan. Hemû kes êdî henekên xwe bi wan dikin. Rizandineke, helandineke mezin ketiya nav wan. Mirov ji gotinên wan şerm dike. Li hemberî wan kîn û nefretek mezin li pêş ketiye. Hêzên ku heta niha destek didan xuya ye ku êdî dev jê berdane. Li ser rûyê erdê yek dost û hevalek wan nemaye.

Ji ber vê yekê qeyrana aborî encamên şerê bi PKK û gelê kurd re hatine kirine. Eger ev yek neyê dîtin û gotin, bê exlaqî û bê wijdaniyek mezin çêbe. Eger berxwedana gelê kurd nebûne AKP-MHP’ê dê bi ser biketa û di 2023’an de pergala xwe ya faşîst, tirkîtî û îslamî ava bikirina. Lê ji ber ku bi serneket ket nav qeyrana siyasî û aboriyê. Bi qasî AKP-MHP’ê têk çû û xilas bû.

Xilas bûye, têk çûye lê hêj li ser kar e û dewleta tirk bi rêve dibe. Dê biçe yan na? Wê dev jê berde yan na? Wê bi çi rebazî biçe. Wê bi hilbijartinê biçe yan darbe yan jî bi serhildanên gel biçin? Ev mijarên nîqaşê ne hêj. Rastiyek heye ku dê biçe, hemû rêbaz li ser masê ne. Divê mirov xwe ji hemû rê û rêbazan re amade bike.

Nûçeyên Têkildar