PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Pergala Îmraliyê pergalek îmha, înkar û tasfiyeyê ye’

Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Wanê derbarê polîtîkaya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de panel li dar xist. Panel li baxçeyê avahiya HDP’ê hat lidarxistin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Endamê Meclisa HDP’ê û parêzerê Ocalan Dogan Erbaş beşdarî panelê bûn û axivîn.

Gelek welatî beşdarî panelê bûn û pankarta ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, tecrîdê bişkîne’ daliqandin.

Parêzer Dogan Erbaş derbarê derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê agahî dan û wiha got: “Li dijî Ocalan polîtîkaya tasfiyekirinê xistin dewrê. Ev polîtîka negihîştin armanca xwe. Li dijî Ocalan vê carê jî amûrên şerê taybet xistin dewrê. Bi vî awayî starta komploya navnetewî dan. Gelek welatan di komployê de cih girt. Van welatên ku neçareserkirina pirsgirêka kurd kûr dikin, hêj vê polîtîkaya xwe didomînin. Tecrîd jî berdewamiya kompoloyê ye.”

Îmha, înkar û tasfiye

Piştî Erbaş, berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û gotinên Ocalan yên derbarê komployê de bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Li Îmraliyê pergala tecrîdê dane rûniştandin. Pergala tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê dide nîşandan. Pergala Îmraliyê pergalek îmha, înkar û tasfiyeyê ye. Dixwazin bi tecrîdê têkiliya gel û rêberê wan ji hev qût bikin. Bi tecrîdkirina rêberek re civakê jî tecrîd dikin.”

Gunay da zanîn ku weşanên li ser kevneşopiya çapemeniya azad weşanê dikin nadin Ocalan û radyoya didin jî tenê li ser radyoya TRT’ê eyar kirî ne.

‘Tirkiye bûye Îmrali’

Gunay bal kişand ser şertên Girtîgeha Îmraliyê û wiha domand: “Ji bo Girtîgeha Îmraliyê hemû çav kor bûne û guh kerr bûne. Giravek her cûre bêhiqûqî lê diqewime ye. Bêhiqûqî hemû ji Îmraliyê dest pê kir û xistine dewrê. Pişt re li ser tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê hat belavkirin. Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û her deverê Tirkiyeyê bû Îmrali. AKP ji sala 2003’yan ve aktorê tecrîd û qewimandinên li Îmraliyê ye.”

‘Tecrîd û şer xistin dewrê’

Her wiha Gunay anî ziman ku AKP Tirkiyeyê bi ‘rejîma yekperestiyê’ birêve dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “AKP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê. Li giravê her ku tecrîd giran dibe, li Tirkiyeyê polîtîkayên şer xistin dewrê. Tecrîdê şer û şer jî tecrîdê xwedî kir. Tevî hemû konspet û polîtîkayên tecrîdê jî birêz Ocalan û gel girêdayî hev in. Azadî, silametî û ewlehiya Ocalan bi civakîbûnê ve girêdayî ye. Ji bo azadî, selametî û ewlehiya civakê jî divê têkoşîn were kirin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar