Roja yekşemê ya hefteya ewil a meha gulanê wekî ‘Roja Dayikan’ tê pîrozkirin. Dîroka vê rojê ji yewnena antîk dest pê dike. Li Yewmeniya Antik li ser navê dayika xwedavenda Antik, Rhea pîrozbahiyên biharê dihatin lidarxistin.
Li Amerîkayê Roja Dayikan, yekem car ji aliyê Julia Ward Howe ve di sala 1872’an de wekî ‘Roja ji bo aştiyê hatiye hilbijartin’ hat diyar kirin. Piştre her sal li bostonan hat organîzekirin û pîrozkirin. Di sala 1907’an de ev kevneşopî li Philadelphia jinek bi navê Dayika Jarvis Roja Yekşemê ya hefteyê ewil a Meha Gulanê ev roj pîroz kir. Salvegera mirina dayika xwe wekî Roja Dayikan pîroz kir. Di sala 1914’an de bi awayekî fermî daxuyanî hat dayîn û yekşema hefteya ewil a meha gulanê wekî ‘Roja Dayikan’ îlan kirin. Piştre yekem car di 9’ê Gulana 1955’an de Roja Dayikan pîroz kirin.
Çerxa pergala kapîtalîst
Li her derê jin ji bo mafê xwe têdikoşe û dixwaze bi vîna xwe ya azad û serbest der barê xwe de biryarê bide. Lê hişmendiya ku jinan wekî hilberîna zarokan dibîne û xizmetkara karên hundirê malê nas dike, di Roja Dayikan de li gorî vê hişmendî û nêzîk dibe. Dixwaze li gorî vê hişmendiya ku jinan di malê de heps dike di Roja Dayikan de amûrên wekî utu, cilşo yên karê malê hêsan dike, diyarî wê bike. Li şûna wateya azadiyê bar bike, bêtir wateya koletiyê li jinan bar dike. Karê wê yê hundir bêtir rewa dike. Hişmendiya kapîtalîst Roja Dayikan tenê wekî 24 saetan digire dest û ji bo wê rojê bêtir kirîn û firotin zêde bibe, pêşbirga diyarkirina xelatan derdixe pêş.
Kijan bihuşt?
Em binêrin li bakurê Kurdistanê Roja Dayikan çawa tê pêşwazîkirin. Li bajarên Tirkiyeyê Roja Dayikan kirine wekî amûra serfkirinê. Lê li Bakur jî ev roj ji bo dayikan êş û xem e. Jan û keder e. Gelek dayik bi hestera dîtina zarokên xwe, hestiyên zarokên xwe û gorên zarokên xwe vê rojê pêşwazî dikin. Hişmendiya ku di sînorê 24 saetan de dibêje ‘Bihuşt di bin piyê dayikê de ye’ piştî van 24 saetan, bihuştê li dayikan dike dojeh. Polîtikayên milîtarîst, hemû rojan li dayikan dike mîna dojehê û dike qada agir. Îktîdara AKP’ê dayikên dilêş arasteyî pêş avahiyên HDP’ê dikin û dayikan perçe dike. Li aliyekî êşên hin dayikan dibîne û wan dike maşikê polîtîkayên xwe, li aliyê din tu carî êşên dayikên din nabîne. Ev dayikên ku êşên wan nayên dîtin kî ne?
Hin dayik, zarokên wan ji bo azadî û jiyanek bi edalet pêş bikeve têkoşiyane û di rêya vê dozê de jiyana xwe ji dest dane. Hin dayik zarokên wan li malê ji aliyê polîs, esker û tîmên taybet ve hatin revandin û carek din nehatin malê. Hin dayik zarokên wan hatin girtin û bi salan in di girtîgehan de di şertên giran de dijîn. Hin dayik jî zarokên wan ji bo doza mafê xwe li çiyê têdikoşin.
Dayikên Şemiyê
Dayikên Şemiyê, xizm û zarokên wan hatin revandin û windakirin. Ji 27’ê Gulana 1995’an heta hefteya 700’emîn li Qada Galatasarayê her hefte çalalakî li dar xistin. 2 salên dawî jî Qada Galatasarayê li wan hat qedexekirin. Di salek dawî de jî ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser medyaya dijital çalakiyên xwe yên ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ li dar dixin. Dayik dixwazin bigêjin hestiyên zarokên xwe û kêliyên tirbên zarokên xwe. Yek ji van dayikan Berfo Kirbayir a di 105 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da bû. Berfo Kirbayir bi salan ji bo kurê xwe Cemîl bibîne li Qada Galatasarayê têkoşiya. Lê beyî bigêje cenaze û hestiyê kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Gora dayika Berfo hêj ser wê vekirî hatiye hiştin û li benda hembêzkirina kurê xwe Cemîl e.
Dîsa Dayikên Şemiyê Fatma Morsumbul, Zeynep Guney, Kiraz Şahîn, Cevriye Altunbaş, Meryem Bulut, Fatime Taşkaya, Kesrîye Demîr, Makbule Babaoglu, Ziyneti Turkoglu, Fîncan Bîlgîn, Koçerî Kurt, Hatîce Ozturk, Asiye Karakoç, Hediye Coşkun, Asiye Dogan û Şahsenem Cîhan beyî bigêjin hestiyên zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan.
Dayikên Aştiyê
Li Tirkiyeyê yek ji dayikên herî zêde ji bo aştiyê têdikoşe Dayikên Aştiyê yên ‘Laçik Spî’ ne. Dayikên Aştiyê ji sala 1999’an heta niha ji bo operasyonên leşkeri bi dawî bibin sînga xwe dan pêş tang, top û maşîneyên zirxî û têkoşiyan. Dîsa Dayikên Aştiyê ji bo tecrîd bi dawî bibe û zextên li ser girtiyan rabin, li her derê daketin qadan û têkiyan. Gelek caran hatin binçavkirin. Gelek caran hatin girtin û bi tundiyê re rû bi rû man. Mînaka herî dawî dayika 70 salî Hayriye Demir, herî dawî bi gopalê xwe hat binçavkirin.
Cenazeyê kurê wê bi kargoyê şandin
Dayika bi navê Halîse Îpek ji ber şer bi gelek zext û tundiyan re rû bi rû ma. Gelek caran koçber bû. Kurê wê Egît Îpek tev li PKK’ê bû û di 1’ê Gulanê de di şer de şehîd bû Ji bo Îpek Roja Dayikan bê wate ye. Halîse Îpek bi mehan ket şopa cenazeyê kurê xwe. Xwîn da. Herî dawî rayedarên dozgeriyê li Halîse geriyan û gotin “Emanetê te heye”. Dema Halîse Îpek çû Edliyê pakêta ku cenazeyê kurê wê xistibûnê û bi rêya PTT’ê jêre şandibûn xistin destê wê.
Di roja Newrozê de kurê wê kuştin
Yek ji dayikên ku bi êş vê rojê pêşwazî dike dayika Kemal Kurkut Sican Kurkut e. Kurê Sîncan Kemal Kurkut di Newroza 2017’an de bi destê polîsan hat kuştin. Piştî vê yekê Sican Kurkut tu carî di Roja Dayikan de kurê xwe Kemal hembêz nekir.
Dîsa yek ji dayikan Bedriye Doku ya ku keça wê Gulistan Doku di 5’ê Çileya 2020’an de li Dêrsimê winda bû û hêj agahî jê nayê girtin e. Bedriye Doku di vê Roja Dayikan de dixwaze bigêje keça xwe Gülistanê.
Dayik Emîne Şenyaşar li pey edaletê ye
Dayik Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re 61 roj in li pêş Edliyeya Rihayê li Edaletê digere. Ji ber nebûna edaletê ji bo wê tu wateya vê rojê tune ye.
Nafiye Îrmez dema di sala 1992’an de gel li Şirnexê Newroz pîroz kirin, leşkeran bi ser mala wan de girt û dayika wê li malê kuştin. Nafiye Îrmez, şeva 21’ê Adarê ya Newrozê li gel cenazeyê dayika xwe derbas kir. Ji ber vê yekê her Newroz ji bo wê hem xweşî û hem jî êşek pir mezin e.
Dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmen di qedexeyên li Nisêbînê yên 2015’an de tîmên taybet li ber malê ew kuştin. 2 zarokên wê bi giranî birîndar bûn. Ji wê rojê heta niha birînên zarokên wê tu carî derman nebû.
Li Wanê Remziye Bor a 27 salî di 19’ê Nîsana 2016’an de polîsan bi ser mala wan de girt. Polîsan ew li malê bi giranî birîndar kir. Di 17’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Ku Remziye Bor jiya bûya dê rojbûna keça wê û roja dayikan bihata heman rojê.
Hediye Şen, dema li Cizîra Şirnexê hat kuştin 30 salî bû. Zarokên Şen ji Roja Dayikan bê xeber mezin bûn
Dîsa Dayika Taybet Înan li Navçeya Sîlopî ya Şirnexê ji aliyê leşker û polîsan ve hat qetilkirin. Dayika 11 zarokan bû. Taybet Înan dema hat qetilkirin 57 salî bû. Cenazeyê wê hefteyekî li kolanê ma. Hefteyekî ji bo 11 zarokên wê bû dojeh. Wê demê bihuşta bin piyê dayikê bûbû dojeh.
Dîsa Emîne Akçay ji ber xizaniyê întîhar kir û zarokên xwe sewî hiştin. Dema întîhar kir zaroka wê Kardelen ya 7 mehî niha 9 salî ye. Kardelen tu carî Roja Dayikan pîroz nekir.
Dayika Miray ku hat kuştin jî şensa wê ya Roja Dayikan pîroz bike çênebû.
Dayika Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Berkin û bi sedan dayikên din nikarin Roja Dayikan bi xweşî pîroz bikin. Çavkanî : MA / Arjîn Dîlek Oncel – AMED