Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Perîhan Koca: Em ê bi gel li ber xwe bidin

Parlamentera Partiya Çep a Kesk Perîhan Koca diyar kir ku cendermeyan nehiştin ku em biçin Daristana Akbelenê û bi tund êrişê kirin û got: "Ev tişt nîşaneya hiqûqa dijmin e û ew ê bi gel re berxwedana xwe bidomînin."

Li dijî qirkirina Daristanên Akbelenê yên li Îkizkoya navçeya Mîlas a Mûglayê, ji bo komirê bidin Santralên Termîk ên Yenîkoyê Kemerkoyê yên girêdayî Holdînga Limakê, berxwedan didome. Ji bo piştevaniyê parlamenterên CHP’ê hatin qadê lê belê cendermeyan nehiştin ku Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin û parlamenter Perîhan Koca bikevin qadê û bi tundî êriş kirin.

Parlamentera Partiya Çep a Kesk Perîhan Koca derbarê mijarê de ji ajansa JINNEWS’ê re axivî.
Perîhan Koca di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna ku li Akbelenê tê kirin û got: “2 sal in li vir berxwedanek li dijî qirkirina xwezayê heye. Akbelen li dijî faşîzmê li ber xwe dide. Piştî hilbijartinê îktîdar lêz da sazbûna faşîzmê. Bi bihabûn, qetlîam û qirkirinê zilmê welatiyan dike. Ev polîtîka di vê pêvajoyê de bêtir hat berfirehkirin. Tiştên ku li Akbelenê tê jiyîn ne munferît e. Li vir 2 sal in berxwedanek heye. Em jî parçeyek vê berxwedanê ne. Çend li Enqerê bi mijara bihabûnê meclîs hat komkirin, em jî li vir ji bo çalakiyê hatin.”
Li hemberî faşîzmê berxwedêrên Akbelenê
Koca daxuyand ku Partiya Çep a Kesk hewl dide ku piştevaniya berxwedana Akbelenê bike û wiha bi lêv kir: “Bi tevlîbûna hêzên demokratîk û kedê û ekolojîstan em hatin qadê. Bi hatina me re hiqûqa dijminatiyê hat pêşxistin. Tişta ku 3 roj in dikin bi eslê xwe pêkutiyên ku 3 sal in li hemberî berxwedana Akbelenê tê kirin. Li hemberî faşîzmê berxwedêrên Akbelenê barîkatan datînin û ligel îşkence, binçavkirin û lêdanê têdikoşin.”
Çalakiya rûniştinê hat destpêkirin 
Perîhan Koca di axaftina xwe de wiha behsa êrişê kir: “Makeqanûnê pratîze nakin û qanûnên xwe nasnakin. Bi gaz û êrişan li hemberî berxwedana gel derdikevin. Wek parlamenter mafê me jî heye ku em piştevaniya çalakiyan bikin û qada ku qirkirin pêk tê bibînin. Lê qanûna wekheviyê hat binpêkirin. Wek parlamenter nehiştin em bikevin qadê. Me xwest em ji îşkenceya ku pêk hatî bidin rawestandin. Me gotinên xwe ji gundiyan re ragihand û me bi wan re li ber xwe da. Lê belê parlamenterên CHP’ê girtin qadê. Me li dijî vê yekê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.”
Parlamenter Perîhan Koca, daxuyand ku dê wek parlamenterên gel ji bo raporkirina qetlîama ku pêk hatî dê têkoşîna xwe bidomînin.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar