Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Perwerdekarên MED DER’ê hatin binçavkirin û gelek pirtûk hatin desteserkirin

Polîsên dagirker vê sibêhê li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê ve girtin. Gelek perwerdekarên kurdî hatin binçavkirin û gelek pirtûk jî desteser kirin.

Polîsên dewleta tirk a dagirker deriyê avahiya MED-DER’ê ya li Semta Gazîlerê şikandiye û ketine hûndir. Nêzî sê çar saetan li hundir lêgerîn hat kirin. Polîsan; pirtûkên dersên kurdî, kovar, pirtûk û hard dîskên computerên saziyê desteser kirin. Hat zanîn ku di kêliya lêgerînê de tu parêzer li wir nebûye. Piştî lêgerînê kilîda deriyê MED-DER’ê hat guhertin û mifteyê dan keyayê taxê.

Di çarçoveya lêpirsînê de der barê gelek kesan de biryara binçavkirinê heye. Biryara “veşarî-nepeniyê” li ser dosyeyê heye û biryara 24 saetan a qedexeya hevdîtina parêzeran a bi binçavkiriyan re hat dayîn. Hat ragihandin ku lêpirsîn li ser gilîkirin ango îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik ku heta îro der barê bi sedan kes de îfade daye û şahidek veşarî yê din hatiye destpêkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn ji sala 2022’yan ve hatiye destpêkirin.

Navên xebatkar û perwredekarên MED-DER’ê yên hatine binçavkirin û heta niha hatine zanîn wiha ne: Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Cîhat Guneylî, Îlyas Gun, Bêrîtan Gurbet Orak, Mîne Karakaş, Ramazan Holat, Hebûn Yagmûr, Ayhan Karatekîn, Bêrîvan Duman, Mehmet Salîh Ongun, Rabia Karayil, Rêzan Aktulum (Hrant), Belkisa Suleymanoglû Bitkîn, Fatma Îgîn.

Her wiha polîsan li Pirtûkxaneya Payîz a li semta Ofîsa Amedê jî gelek pirtûkan desteser kirin. Lêgerîna li Pirtûkxaneyê berdewam dike.

LI ÎZMÎRÊ BINÇAVKIRIN

Di çarçoveya lêpirsînê de rêvebera Jîn Art Huner a li Îzmîrê xebatên çand û hunerê dide meşandin Belkisa Suleymanoglû Bîtkîn jî li mala xwe hat binçavkirin. Hat zanîn ku Bîtkîn birine Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar