Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Pêş sûcên dewleta tirk girtin bi hevgirtina gelan dibe’

Lêkolîner û akademîsyenên iraqî destnîşankirin ku: "Hevgirtina gelan rêbaza herî guncav e ji bo rêgirtina li sûcên dewleta tirk. Êrîşa li balafirgeha Silêmaniyê binpêkirina aşkere ya qanûnên navneteweyî û serweriya Iraqê ye." 

7’ê nîsanê droneke biçek a dewleta tirk a dagirker êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê kir. Êrîş hemwextî derbasbûna karwanê fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî û efserên amerîkî yên pê re, pêk hat.

Piştî êrîşê, gelek partî û hêzên iraqî û kurd bertek nîşan dan.

‘Tirkiye hewl dide siyasetên xwe li ser Iraqê ferz bike’

Serokê Tora El Hedef a analîzên siyasî Hisên Kenanî têkildarî mijarê axivî. Kenanî got: “Tiştê ku Tirkiyeyê kiriye binpêkirina aşkere ya qanûnên navneteweyî, binpêkirina hemû lihevkirinên di çarçoveya têkiliyên navneteweyî de ye. Her wiha binpêkirina serweriya Iraqê û rêzgirtina di navbera dewletên cîran de ye. Ji lew re, divê dewleta tirk ji ber vî sûcî were şermezarkirin.

Şermezarkirina vê êrîşê girîng e, ji bo ku neyê rewakirin û dubare nebe. Tenê şermezarkirin jî têrê nake, divê hemû rêbazên qanûnî û destûrê û rêbazên zextê yên din ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bikevin meriyetê da ku sînorek ji van binpêkirinên nayên qebûlkirin re, bê danîn.”

Kenanî destnîşan kir ku dewleta tirk ku rolek mezin di gelek aloziyên Iraqê de lîst, lawaziya siyasî ya Iraqê û aloziyên wê îstismar dike û wiha dom kir: “Tirkiye hewl dide siyasetên xwe li ser Iraqê ferz bike, çi yên girêdayî avê yan jî sînor û dixwaze aloziyên hundirîn derbasî Iraqê bike.”

‘Rejîma Erdogan zerarê dide gelan divê bê teşhîr kirin’

Lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr. Cewad El Beydanî jî got: “Tiştê tê xwestin, hevgirtin û balkişandina ser bûyer û geşedanan e (êrîşên Tirkiyeyê yên li herêmê).”

El Beydanî wiha dom kir: “Ev bûyer û geşedan di radeya yekemîn de zirarê didin pergala modern a cihanê, bi taybet cihana rojavayî. Her wiha pêwîstiya bi rêgirtina li ber Tirkiyeyê û rawestandina wê destnîşan dikin. Ji ber ku dê gefê li îstiqrara herêmê bixwin.”

El Beydanî anî ziman ku hevgirtina gelan û hewldana balkişandina ser van bûyeran, bi rêya diyalog, panelan û teşhîrkirina sûcên delweta tirk bi rêya malperên sosyal medyayê, rêbaza herî guncav a balkişandina ser bûyerê û karên din ên ku hikumeta tirk e.

Cewad El Beydanî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Hevfêmkirin û peywendiyên di navbera rewşenbîrên gelên vê herêmê de, dê bikare van rêbazên ku bi şêweyên nîjadperest û dûrî ruhê mirovahiyê ji aliyê rejîma Erdogan ve tên kirin, teşhîr bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar