Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Pêşangeha Çand û Şaristanî komkirina hemû çandan e

Hevserokê Komeleya Wênekêşiya Fotografîk a Sûriyeyê Ehmed Mardilî: “Bila di bîrhatina gelên herêmê de çanda wan zindî bimîne, bila her kes bizanibe ku li ser vê axê gelek milet hene û dikarin xwedî li şaristanî û çanda xwe derkevin.”

Nêrgiz Ismayil |

Pêşangeha bi navê Çand û Şaristanî dest bi ger û geşta xwe kir. Îro li Baxçeyê Xwendinê ya Qamişloyê destpê kir.

Têkildarî pêşangehê Hevserokê Komeleya Wênekêşiya Fotografîk a Sûriyeyê Ehmed Mardilî axivî.

Mardilî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser projeke bi vî rengî û ev tişt anî ziman: “Ev projeyeke gelekî girîng e, amadekariyên nêzî du heyvan çêbû. Ji ber ku ev demeke rewşa nexweşiya koronayê hebû û hin mercên din. Lê amadekariyên me bi dawî bûn û me got em di pêşangeheke ger û geş de dest bi pêşkêşkirina wêneyên fotografîk bikin. Bi rêya van fotoyan em dixwazin wan çandên şaristaniyan bigihînin hev û ji cîhanê re bibêjin ku çendî çandê gelan ji hev cuda bin jî lê belê dikarin pev re bijîn.

Me ji herêma Dêrka Hemko dest pê kir heta warê zeytûnan Efrînê. Herêmên me yên Bakurê Sûriyeyê jî wekî Reqa û Minbicê jî. 57 kesên wênegir fotoyên xwe bo me rê kirin lê belê yên ku fotografên wan hatin pejirandin 26 bûn. Ew pejirandin jî li gorî pîvana pêşangehê bû. 26 wênekêş li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyayê ne. Ji hemû bajaran e, heta yên Serêkaniyê jî tê de hene.”

‘Di wêneyan de çand diaxivin’

Di axaftina xwe de Ehmed Mardilî da zanîn ku her fotoğraf li ser çandekê diaxive, li ser her çandê agahiyan dide û wiha pêde çû: “Bi giştî wêneyên wan ên fotografîk her yek li ser çandekê diaxive. Me xwest pêşangeh ne tenê pêşkêşkirina fotoyan be, di heman demê de pêşkêşkirina makîneyên kêşana fotoyan ên klask ku ji dîrokê heta roja me ya îro pê hatine kêşandin ew jî beşekî pêşangehê ye. Hîn ji wan kamereyan temenê wan digihêje 100-50 salî. Demek dirêj em li wan geriyan heta me peyda kir.”

Komeleya Wênekêşiya Fotografîk a Sûriyeyê

Hevserokê Komeleya Wênekêşiya Fotografîk a Sûriyeyê Ehmed Mardilî destnîşan kir ku weke komeleyê projeyeke wan din jî heye û wiha got: “Em di demên pêş de lêkolînekê li ser wênekêşiyên fotografîk bikin, taybet di herêma me de. Heta em ê weke nivîskî jî belav bikin, ji bo hemû miletê me sûd jê werbigirin. Em weke miletên herêmê ne tenê kurd çandên me yên renga reng hene, em dikarin pev re bijîn. Palpişta vê projeyê jî Radyoya ARTA ye.

Nimûne bibêjim kaleke efrînî temen mezin hebû, ji zûde hin wêne kêşandibûn û li gel wî bûn, ew bi xwe hat û ew foto dan me. Bi rastî jî ev cihê şenazî û kêfxweşiyê ye. Me wêneyên wî jî anî û pêşkêş kirin. Dixwazim çi li vê derê bibêjim? Niha ew fotoyên ku wî kalî dane me, di rastiyê de ew cih nemane, ji ber piştî dagirkirina Efrînê yên ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê, êdî ew cihên dîrokî xera bûn. Bi rêya van fotoyan em wan warên xwe yên ku li ser erdê nemane, zindî bihêlin, zarokên me zanibin ku şaristaniya me ewqas xwedî xweşikî û dewlemendiyek hêja ye. Em bi rêka van fotoyan dixwazin dîrokê di bîrhatinên me de xweşik bihêlin.”

Dê li bajarên din jî wêneyên xwe pêşkêş bikin

Her wiha Ehmed Mardilî axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Me îro li bajarê Qamişloyê destpê kir lê belê em ê hîn li bajrên din jî bigerin û wêneyên xwe pêşkêşî gel bikin. Bila di bîrhatina gelên herêmê de çanda wan zindî bimîne, bila her kes bizanibe ku li ser vê axê gelek milet hene û dikarin xwedî li şaristanî û çanda xwe derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar