Nêrgiz Ismayîl | QAMIŞLO
Ev sê roj in li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê pêşangeha bi navê Tabloyên Rûyê Ji Rojavayê hatiye destpêkirin û hê jî didome. Gelek hunermend tev li pêşangehê bûn û berhemên xwe peşkeş kirin. Yek ji van hunermendan jî ciwanê bi navê Rodî Tehlo ye.
Rodî Tehlo (30) li bajarê Qamişloyê jidayik bûye û xwendina xwe ya Endezyariya Petrol Kîmya xelaskiriye. Tehlo di sala 2013’yan de dest bi karê fotogirtinê kiriye. Lê belê piştî ku şoreşa azadiyê li rojavayê Kurdistanê hate destpêkirin û rewşa civakê şopand, gihişte wê encamê ku wê hezkirina di dilê xwe de veguherîne tabloyên şênber. Li tevahiya Sûriyeyê qeyraneke kûr hat destpêkirin, lê rastiya ku qet nayê veşartin ew e ku ev mozaîka gelan li ser xaka vî welatî diviya neyê windakirin. Lewra di tabloyên de ev çanda dewlemend dane teyisand mîna erkekî sincî da ser milê xwe.
Nabe xort û keç dev jê welatê xwe berdin
Rodî Tehlo dibêje ku gelek ciwanên Sûriyeyê ji ber ku nikarin li ber xwe bidin ji welatê xwe direvin û dibêje: “Lê belê min xwest bi rêya vê behremendiya xwe ji tevahiya ciwanên me re bidim nîşandan û di heman demê de ji cîhanê re ku mirov li ser axa welatê xwe dikare di nava zehmetiyan de jî huner, wêje û hwd. biafirîne.”
Tehlo diyar dike ku ev pêşengha wî ya yekemîn e lê dê projeyên xwe bidomîne û ev tişt tîne ziman: “Ev pêşnegeh min wekî 60 tabloyan peşkeş kirin. Gelekî kêfxweş im. Ji ber ez van tabloyan bifiroşim û pereyên wan diyarî wan zarokên ku bi nexweşiya pençeşêrê ketine bikim. Bila bibe sedemeke ku em alîkarbin bi wan zarokan re.
Armanca min a sereke ew bû (Faces from Rojava – Rûyên Ji Rojava). Armanca min a duyemîn jî ez bikaribim wê jiyana hevbeş a ku li Rojava ava bûye, hemû netew, ol û her kesên heyî bidim teysandin. Wekî din min hemû bajar girtine nav van tabloyan.
Ciwan kaniya avakirina mozaîka çandê ne
Ez gelekî kêfxweş im ku ez bikaribim bi rêka vê pêşnegehê peyama xwe bigihînim tevahiya cîhanê ku civak bi ciwanên xwe dikare jiyaneke bedew biafirîne. Nabe ciwan berê xwe bidin xerabiyê û welatê wan di nava şer de ne. Bila her ciwanek jî baş bizanibe ku mirov li ser axa welatê xwe azad dikare bijî. Rast e astengî pir in, ji ber em hîn ne di rewşekê aram dene, lê hêvî xilas nabin. Ez van tabloyên portre diyarî hemû zarokên li cîhanê yên bi nexweşiya penceşêrê ketin dikim û bi hêvî her tabloyeke min bibe sedema hêviyê û tenduristiyeke baş ji wan re.”