Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Pêşengê şerê azadiyê Mahsum Korkmaz

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê beriya 45 salan ji bo azadiya Kurdistanê dest bi xebat û têkoşînek bi rûmet kir. Di dîroka PKK’ê de gelek qonaxên girîng hene, yek ji van jî Hefteya Qehrenaniyê ye.

Di Hefteye Qehremanî de pêşengên tevgera azadiya Kurdistanê bi çalakiyên cûda tên bîranîn. Hefteya Qehremanî ji 21’ê Adarê destpêdike heta 28’ê Adarê û her sal Gelê Kurd di wan rojan de şehîdên rêya azadiyê bi bîrtînin.

Hefteya Qehremaniyê çiye?

Ev hefte di dîroka PKK’ê de ji 21’ê Adarê destpê dike ku di heman demê de roja yekem a Newrozê ye û salvegera çalakiya giyanbazî ya Şehîd Mazlum Dogan a li girtîgeha Amedê ye. Mazlum Dogan li girtîgeha Amedê li dijî zilm û îşkenceyê agirê Newrozê pêxist û dawî li jiyana xwe anî.

Mazlum Dogan di sala 1982’yan de li gel hejmarek zêde ya pêşengên PKK’ê di girtîgeha Amedê de wek nerazîbûnek li dijî zilm, zordarî û îşkenceya li girtîgehê heyî, çalakiyek canfedane pêkanî, agirê Newrozê gur kir. Piştî vê çalakiyê jî Mazlum Dogan wek Kawayê Hesinkar ê Serdemê hat pênasekirin. Roja 21’ê Adara 1982’an Mazlum Dogan li ser dîwarê girtîgehê nivîsî; “Berxwedan jiyane. Teslîmbûn mirine” û piştre agirê Newrozê pêxist û tevlî karwanê nemiran bû.

Ji wê rojê heta niha Mazlum Dogan di nava gelê kurd de di Cejna Newrozê de tê bîranîn û wek Kawayê Hesinkar ê Serdemê tê bi navkirin.

Bi çalakiyê re asta têkoşînê bilind bû

Du sal piştî çalakiya Mazlum Dogan PKK asta têkoşînê bilindtir dike. Ji bo tolhildana zilma ku dewleta tirk li gelê kurd û pêşengên PKK’ê kirî, dest bi têkoşîna çekdarî dike.

Yekem fîşeka xebata çekdarî ya PKK’ê di 15’ê Tebaxa 1984’an de ji aliyê komek gerîla ya dibin fermandariya Şehîd Egîd (Mahsum Korkmaz) de li dijî artêşa tirk a dagirker hat teqandin. Heta niha jî ev têkoşîna çekdarî berdewam dike.

Mahsum Korkmaz (Egîd) kiye?

Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) di sala 1956’an de li navçeya Farqîn a Amedê hatiye dinyê. Di temenê xwe yê zarokatî de malbata wî diçe bajarê Êlihê û li wêderê mezin dibe. Her wiha li heman bajarî dest bi xebat û têkoşîna ji bo azadiyê kiriye.

Di sala 1976’an de bi rêya Mazlum Dogan tevgera Apoyî nasdike û dest bi perwerdeya îdeolojî û siyasî dike. Di Zivistana 1980’an de diçe wargeha Şoreşgerên Filistînî ya li Lubnanê. Li vê wargehê bi qasî heft mehan perwerde dibîne û piştre vedigere bakurê Kurdistanê. Li herêma Botanê bi sedan ciwanên kurd bi rêya Fermandar Egîd Tevgera Azadîxwaz a gelê kurd nas dikin. Ji ber jêhatîbûna wî ya di rêvebirinê de dibe pilandanerê pêngava 15’ê Tebaxê. Dibin fermandariya Egîd de roja 15’ê Tebaxa 1984’an li navçeya Eruh û Şemzînan yekem fîşeka PKK’ê li dijî dijmin û dagirkerên Kurdistanê tê teqandin. Piştî du salan li deverên cûda yên bakurê Kurdistanê xebatên rêxistinî û çekdarî dike, di 28’ê Adara 1986’an de şerekî li gel artêşa tirk a dagirker de li Çiyayê Gabarê şehîd dibe. PKK hertim şehîdan wek hevênê bihêzkirina têkoşînê pênase dike. Di çanda PKK’ê de her şehîdek tê wateya pêngavek din a nêzbûna armancan. Ji bona wê PKK’ê nasnavê ‘Partiya şehîdan’girtiye.

Hefteya Qehremaniyê ji 21’ê Adarê bi şehadeta Mazlum Dogan destpêdike û di 28’ê Adarê de bi şehadeta Fermandar Egîd bi dawî tê. Di vê hefteyê de gelê kurd û PKK şehîdên rêya azadiya Kurdistanê bi çalakiyên cûda cûda bibîrtînin û soza serxistina têkoşînê dubare dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar