Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Pêşengên kurdan divê ji bo yekitiyê rola xwe bilîzin’

Hevserokê HDP’ê ya Colemêrgê Sînan Kaya diyar kir ku ev sed sale kurd rastî zilm û îşkenceyê tên. Kaya got ku êdî zarokên kurd ken ji bîr kiriye û wiha derbirî: “Divê êdî li ser lêvên zarokên me kenê yekitiya neteweyî hebe. Ji bo vê jî divê pêşengên kurdan rola xwe bilîzin.”

Di demên dawî de liv û tevgera ji bo yekitiya neteweyî ya kurd zêde bûn. Bi taybet jî bi destpêkirina êrîşên li dijî rojavayê Kurdistanê re bangewaziyên ji bo yekitiyê jî hê zêdetir bûn. Têkildarî mijarê hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Sînan Kaya ji MA’yê bi Hamza Gunduz re axivî.

Sînan Kaya anî ziman ku ji bo kurdan firsendeke dîrokî heye û wiha got: “Divê demek beriya demekî kurd yekitiya xwe ava bikin. Ji her demê bêhtir îro hewcehî bi yekitiyê heye. Yên ku xwe weke pêşengên kurdan dibînin, divê di vê serdema dîrokî de rola xwe bilîzin. Divê hemû mafên gelê me yên civakî, siyasî û çandî mîsoger bikin. Di rewşa heyî de derfetên başûrê Kurdistanê ji yên Bakur bêhtirin. Divê ji bo yekitiyê rolekî mezintir bilîzin. Divê neyê jibîrkirin ku ger gelê Bakur taşê be, birêz Mesûd Barzanî û gelê Başûr jî dê bibe firavîn.”

‘Zarokên me êdî ken ji bîr kiriye’

Bi domdarî jî Kaya diyar kir ku divê bi taybet jî malbata Barzanî di vê ferqê de be û wiha domand: “Yên ku naxwazin bibin dûvika tirk, ereb û farisan, divê yekitiyê ava bikin. Dem ne dema ji hev xeyîdînê, dema yekitiyê ye. Zarokên me êdî ken ji bîr kirine. Divê êdî li ser lêvên zarokên me kenê yekitiya neteweyî hebe.”

Bang li pêşengên kurdan kir

Kaya di berdewamê de jî civîna ku dê bi tevlêbûna 70 nûnerên rêxistin û partiyên kurdan li Başûr bê lidarxistin bi bîr xist û wiha pê de çû: “Hêvîdarim ji civînê nexşerêya yekitiyê derkeve.  Hewcehî bi gavên bi wêrek heye. Di vê sedsalê de divê em mafên xwe mîsoger bikin û azad bibin. Di sedsala din de em rastî her cure zilm û îşkenceyê hatin. Em êdî tu Sevr, Lozan, Sykes Picot û peymanên din bijîn. Em bang li beşdarên civînê dikin ku bi wêrekî tevbigerin û înîsiyatîfê bigirin. Divê em sînorên Qesrî Şirîn û Lozanê parçe bikin. Divê pêşengên me ji bo her çar parçeyan bikevin nava liv û tevgerê.” COLÊMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar