Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Pêşeroj bi wekheviyê pêk tê

Endama Meşa Jinan a Cîhanê û Tifaqa NADA Khadîja Ryadî bi wesîla 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê axivî û diyar kir ku azadiya jinan û azadiya gelan girêdayê hev e. Pêşeroj bi wekheviyê dikare bê sazkirin.

Jin 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di bin siya şer, pergala serdest a mêr û erdhêjê de pêşwazî dikin.  Jin careke din wê li qadan daxwazên xwe biqîrin.

Parêzvana mafê mirovan femînîsta Fasî û Seroka Koordînasyona Mafê Mirovan Magrîp  (Maghreb Human Rights Coordination ) û endama NADA û meşa Jinan a Cîhanê Khadija Ryadi, têkoşîna li welatê xwe û 8’ê Adarê li bajarê xwe Rabat ragihand.

Kahdîja der barê aboriya li welatê xwe de axivî û diyar kir ku aborî her diçe xera dibe û wiha got: “Îsal krîzek mezin heye. Jin ji qada xebatê her diçe tên dûrxistin. Mêr ji sedî 70’ê tên îstîhdamkirin. Şert û mercên xebatê yên ne baş bandorek mezin li jinan dikin.  Jin wek hêza kar a erzan tên xebitîn.”

Têkoşîna li dijî newekheviyê  

Khadîja bal kişand ser teşeyê tundiyê yên li welatê wê yên li ser jinan û got parastin di alî ku pêşî li tundiyê bigire de têr nake û got: “Ji tundiya aborî bigirin heta newekheviya di her qadê de tundiya fîzîkî, şertên giran ên xebatê gelek binpêkirin hene û ev lîste wisa dirêj dibe. Tedbîrên ku mirovan biparêze gelek qels in. Ji bo têkoşîna li dijî tundiyê 5 sal berê qanûn derket lê mixabin rewş neguheriye. Gelek sendîka û komele li dijî van tundî û newekheviyan têdikoşin. Ji bo qanûn biguherin û pergalek nû bê avakirin têdikoşin. Hedefa rêxistinên jinan a li Fasê têkoşîna li dijî newekheviyê ye.”

Xwe bi rêxistin dikin  

Khadîja diyar kir ku hemû rêxistinên jinan li dora têkoşîna hevpar bûne xelek û xwe bi rêxistin dikin ji bo guherînê zextan li dewletê dikin. Khadîja wiha pê de çû: “Torên rêxistinê yên jinan dixebitin. Yek ji van rêxistinên li dijî newekhevî û zextan têdikoşe Sprîng of Dîgnîty Nework e. Rêxistinên cuda yên jinan di bin banê ‘Koodînasyona Meşa Jinan a Cîhanê’ û Koalîasyona Nada de dixebitin.  Xwe bi rêxistin dikin û komîteyên piştevaniyê ava dikin. Di nav van xebatan de avakirina kooperatîf û komite û torên piştevaniyê jî hene.”

‘8’ê Adarê derfet e’

Khadîja  8’ê Adarê wek derfeta piştevaniyê ya ji bo jinan nirxand û daxuyakirin ku 8’ê Adarê têkoşîna azadî û rûmetê ye. Khadîa wiha domand: “Jinên Fasê di gelek qadan de têdikoşin. 8’ê Adarê ji bo têkoşînê derfet e.  Jinên Fasê li dijî emperyalîzmê bê navber têdikoşin û piştevaniyê mezin dikin. Azadiya jinan û azadiya gelan girêdayê hev e. Jin azad bin wê civak jî azad bin. Heta ku jin bi awayekî wekhev û adilane tevli qada jiyanê nebin pêşeroja mirovahiyê jî wê tune be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar