Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Pêşeroja Tirkiyeyê tê diyar kirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya 5’emîn Kongreya Mezin, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet 4’emîn Konferansa Xwe ya Mezin li dar dixe. Konferans bi dirûşma “Berxwedana Mezin Meşa Mezin” tê lidarxistin û hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê, parlamenter, hevserokên bajaran, endamên Meclisa Jinan, endamên Lijneya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk, hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, hevserokên Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag Karahali, hevberdevkên Partiya Çepa Kesk Ayşe Erdem û Îbrahîm Akin, serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, hevserokên Partiya Jinûveavakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ugurlu, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi giştî 647 delege beşdarî konferansê bûn.

Di roja ewil a konferansê de geşedanên siyasî û rewşa rêxistinî dê were nirxandin, di roja duyemîn de dê pêşnûmeyên biryarê yên ku dê xeta têkoşîna serdema pêş a partiyê diyar bike bên nîqaşkirin. Dê biryarên hatine dayîn di 3’yê tîrmehê de pêşkeşî kongreyê bên kirin û weke metnên konferansê bibin biryar.

Coşa konferansê

Li eywana konferansê bi 7 zimanan pankartên “Hûn bi xêr hatin”, “Bi Ciwanên Demokratîk re Ber bi Pêşerojeke Azad ve” û “Hevserokatî Xeta me ya Mor e” hatibûn daliqandin. Hêj ji saetên serê sibehê ve eywana konferansê bi coşa delegeyan olan da. Jin û ciwanan beriya destpêkirina konferansê govend gerandin û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî sînevîzyoneke ku HDP’ê amade kiribû berdewam kir. Dêrsim Dag, Mahfûz Guleryuz, Tulay Hatîmogullari, Samet Menguç û Îlknûr Bîrol weke dîwan hatin hilbijartin. Li ser navê dîwanê Mahfûz Guleryuz axivî û pêşengên şoreşger bi bîr anî. Guleryuz, got ku ew bi hêza ku ji têkoşîn û paşerojê digirin re vê konferansa xwe li dar dixin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan silav kir.

Piştre jî hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldan, diyar kir ku ew di serdemekî dîrokî de konferansa xwe li dar dixin û wiha got: “Em ê biryarên girîng bigirin û pêşeroja demokratîk bi hev re ava bikin. Ji ber ku HDP, hêza xwe ji paşerojê digire û nûnertiya hêviyeke mezin dike. Weke nûnerên vê hêviyê, em ê têkoşîna xwe bi ked û fikrên xwe mezintir bikin û demokrasiyeke xurt û aştiyeke birûmet ava bikin.

Bi domdarî Buldan diyar kir ku rejîma bloka AKP-MHP’ê tê wateya redkirina heq û gelan û wiha domand: “Ev desthilatdariye her cureyên heqaretê li jinan dike, komkujiyên jinan, tundiya li dijî jinan û cînayetên jinan di rojevê de digire û hewl dide hebûna xwe bi vî awayî biparêze. Bi paşguhkirina daxwaza hemwelatiya wekhev a elewiyan hewl dide xwe li ser pêyan bigire. Ev tifaq, hebûna xwe û înkarkirina pirsgirêka kurd weke hev dibîne. Ev desthilatdarî ji demokrasî û hiqûqê dûr ketiye, di serî de pirsgirêka kurd, polîtîkaya xwe li ser înkarkirina pirsgirêkên mezin ên li welat ava kiriye. Lê rastiyek heye ku heqîqet li dijî hemû desthilatdariyên zalim jî meşa xwe didomîne. Dê meşa me bidome.”

Rola Ocalan

Di berdewamê de Bûldan, destnîşan kir ku bi çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk ve dikare li Tirkiyeyê pêkvejiyanek bê avakirin û wiha pê de çû: “Divê guftûgo û muzakere bikevin rojevê û ji bo aştiyeke birûmet gav bên avêtin. Ji bo aştiyê divê girîngî bi rola birêz Ocalan a di muzakere û guftûgoya de bidin. Ji bo ku birêz Ocalan bikare rola xwe ya di çareseriyeke demokratîk û aştiyê de bilîze, divê tecrîda girankirî bi dawî bibe. Vî welatî şahidiya pêvajoya aştiyê ya di navbera salên 2011-2015’an de kir. Wê demê her kesî bi hêviyeke mezin li pêşerojê dinihêrt, kesek nedihat kuştin, xwîn nedirijiya. Kengî ku tecrîd dest pê kir û deriyên Îmraliyê hatin girtin; wê demê li vî welatî dîsa mirin û pevçûn dest pê kirin.”

Bûldan, diyar kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, demokrasî û azadî nayê Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: “Tu desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser neke, dê nekare bibe aktoreke serkeftî. Pirsgirêka kurd, bandorê li hemû kesî dike. Divê her kes baş bizane ku heta ev pirsgirêk çareser nebe, dê aştî û demokrasî jî neyê vî welatî. Divê her kesên li vî welatî guherînan dixwazin, demek beriya demekî ji bo pirsgirêka kurd pêşniyarên xwe bikin û mafên qanûnî û baweriyê nas bikin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê li dijî hêzên înkarger û ji çareseriyê dûr têbikoşîn. Li dijî binpêkirina hiqûq û demokrasiyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd, em ê bi Koalîsyona Aştiyê ya Mezin ve serbikevin. Em ê di sedsala duyemîn a komarê de bi gelên Tirkiyeyê re demokrasiya herêmî, laîktiya azadîxwaz û aştiya birûmet ava bikin.”

Pervîn Bûldan, daxuyand ku tifaqa AKP-MHP’ê bi krîzên kûr re hêza xwe winda dike û ev tişt anî ziman: “Ji bo nixûmandina vê têkçûna xwe jî hem li hundir û hem jî li serve siyaseta şer pêş dixe. Siyaseta îlhakkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê berdewam e. Li kîjan devera dinyayê destkeftiyeke kurdan hebe, êrîşî wir dikin. Ev êrîş ne tenê ji bo kurdan lê belê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê encamên rûxîner tîne. Her rêya ku rê li ber aştiyê digirin, Tirkiyeyê bêhtir ber bi têkçûnê ve dibe. Deriyên ku ji aştiyê re hatine girtin, şer mezintir kir û aboriyeke ku çavkaniya xwe ji sûcan digire ava kir. Pergala ku xwe dispêre şer, çavkaniyên aborî pêşkeşî çendek alîgiran dike û pergala rant û mêtingeriyê ye. Em ê dawî li xizaniya ji ber aboriya şer derketî bînin û bi aboriya aştiyê re û di nava xweşiyê de bijîn. Em ê bi nîqaş û biryarên xwe yên di vê konferansê de ne tenê rêgeha HDP’ê diyar bikin lê belê qedera siyaseta Tirkiyeyê diyar bikin.”

Rêya çareseriyê

Piştre jî hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar axivî. Sancar, di serî de bal kişand ser pirsgirêka kurd û wiha got: “Tirkiye di nava krîzeke mezin de ye. Ev krîz, ne krîzeke 3-5 salî ye. Krîzên sedsalî ne. Vê desthilatdariyê ew mîrasa xerab a sedsalî dewr girt û hêj kûrtir kir û ber bi têkçûnê ve diçe. Di bingeha vê krîzê de nêzikatiya li dijî pirsgirêka kurd heye. Nêzikatiyên ku hewl dan pirsgirêka kurd bi rêyên îmha û înkarê çareser bikin, her tim rê li ber çerxa krîzan vekirin û Tirkiye anîn vê astê. Vê desthilatdariyê jî piştî sala 2015’an, polîtîkayên milîtarîst hêj zêdetir kirin. Ne tenê bi Tirkiyeyê re lê li her devera ku kurd lê ne berbelav kirin. Lewma krîza heyî girantir bû. Ya ku em dikin divê ew be ku nêzikatî û meşa mezin a ku dê van pirsgirêkan çareser bike birêxistin bikin. Çareserî di Rêya 3’yemîn de ye, di bernameya siyasî ya HDP’ê de ye.”

Di dawiya axaftina xwe de jî Sancar ev tişt anî ziman: “Tevgerên leşkerî û planên dagirkeriyê yên li dijî başûrê Kurdistanê û Rojava dê ji encamên berê cudatir encamekî nedin. Çareserî ne di feraseta leşkerî û nêzikatiya milîtarîst de lê di demokrasî û siyaseta demokratîk de ye. Rêya çareseriyê muzakere û diyalog e. Her wiha yek ji deriyên herî girîng ên çareserî û diyalogê Îmrali ye lê hatiye tecrîdkirin. Lê belê em baş pê dizanin ku heke di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de ferasetek pêş ketibe, rola Abdullah Ocalan di vê de gelek e. Lewma girankirina tecrîdê û neçareserî cêwiyên hev in. Encama vê polîtîkayê li holê ye. Bi milyonan kes birçî ne. Nifteya çareseriyê di destê me de ye. Ev nifte jî piştgiriya gel e. Me biryar da ku rêya xwe bi tifaqa demokrasiyê bidomînin. Em dibêjin ku îradeyeke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê biguherîne. Dema meşeke xurt û armancên bibiryar hatin destnîşankirin, dê hem desthilatdarî û hem jî pergal biguhere. Armanca esasî ya tifaqa demokrasiyê jî ev e. Em ê vê desthilatdariyê biguherînin lê belê em ê piştgiriyê nedin zîhniyetên din ên mîna desthilatdariya niha. Em ê bi tifaqa demokrasiyê re, bi tifaqa xwe re bikevin hilbijartinên parlamentoyê. Ji bo hilbijartina serokkomariyê jî helwesta me ya di deklarasyona 27’ê îlonê de hatiye ragihandin derbasdar e.”

Konferans, ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar