Êş pir giran bû, ne beden dikarî ragire ne jî hiş û mejî. Hinav di arî û dişewitî. Eger ku ew beden ne ewqas ragir ba dibe di carekê de biteqe û agirê di hinavan de derdorê bike xwelî. Ewqasî tund bû. Bi kotekî xwe li ser lingan digirt. Di recifî, dest di lerizî. Çav sor bûn, westiyayî bûn.
Navberekê çavê min pê ket, dilopên hûrik hûrik ku ji êtûna hinavan mîna hilmekê hilbûbû û di kaniya çav de xwe bera jêr dabûn. Diyar bû pir xwe dabû zorê ku nexuyê û rondikin nebarîne. Destê xwe bi hildabû jor û destmala gewrî ya leşkerî li ser milê xwe tayek girtibû û bi destê xwe xwest pêşî bigire. Lê nebû… mîna ku birînek der bibe çawa xwîn jê dipijiqe, ew rondik wisa dilop dilop xwe bera hinarikên rûyên bi êş û ji qurmîçekan şopên giran ên jiyan û êşê li dû xwe hiştibû, bera jêr berdida.
Taya kefî û hemû hewldanê nekarî rondikan bide sekinîn, mîna şopa çemekê piştî çend dilopan li ser dêmê gewrî ma. Ji ber şewata hinavan a ku naxwaze der bibe, nîşan bide, ew rondik bi çend dilopên ku şopa xwe li ser rû dan, ma. Mîna çemeke ku ji mêj ve zip û zuha bûyî lêhatibû.
Wê navê de mîna ku zarokek şermok ku digirî, bi çavên şermî li dorî xwe mêze bike bê ka kes nebîne. Rewşek wisa zindî li ber çavê min derket. Wisa li nava civakê hatiye gotin ku nabe mêr bigirî. Wî bavikî jî wisa bi hemû hêz û fikarê diviya bû ew wan rondikan veşêre. Lê ne zanîbû çavê gelek weke min ev kare dîtibû. Lê dibe weke min kesê zêde bal û bi vî rengî lê ne nêrîbe.
Atmosfera heyî gelek kes weke wî bavikî bû. Hema bêje çavê wan tevan ji bo ronikan nebarîne sor û westiyabûn. Lê xwe girtibûn. Negirîbûn. Ew bavik hew karîbû vê hilgire, tenê karîbû çend rondikan ji wê agirê beden diarîne derbike.
Ji xwe dayîkan ji mêj ve kaniya çavê xwe heta dawî berdabûn, ser hinarikên rûyan de weke pêlên çemê Sîpan û Zapê har û dîn ji bo azadiyê diherikin berdabûn. Ji çavên reş, gewrî, xumarî rondik bûbûn sîpêl û diherikîn. Dayikan weke bavikan êşên xwe bi nalîn û barîna rondikan didan der. Keserên dilê xwe bi rondikan oxir dikir ber bi ebedîbûnê ve. Dayikan hew karîbûn xwe. Bavikên derdorî wan jî çavê wan şilî bû, veşartibûn ji rondikan. Hemû sor bûbûn. Çavan şerm dikir li hev binêre. Ji ber ku atmosferek welê bû, çavek rondik barandiba wê hemû bibana lêhî û biherikîbûna ser rûyan. Wê gavê wê ew beden nekarîba vê êşê hilde û bikeve.
Her kesî ji bo xwe li ber yê din ragir nîşan bide, girî herimandibûn. Qedexe kiribûn. Enceq wisa bikarîbûna ber bîranînên şehîd û têkoşînê ji hesabdayînê xwe rizgar bikin. Ji ber bar giran, birîn kûr û kezeb nemabûn. Girî fêde nedida, wê zeîf û biçûk li ber dijmin nîşan bidaba. Di ferq û haydarbûna vê yekê de bûn. Ji bo wê çav bi teqîbûna jî wê pêşiya rondikan ku wan biçûk bixe bigirtiba. Ji xwe a li wê wisa bû. Min ew dît.
Lê çi bikin, êş û jana hinavan û êtûna di dil de dikele; car wisa dike rondikên dibarin mîna dilopek bikeve ser sêla agir hema ji nişkave zuha dibe bûn. Çend rondikên dibarîn jî wilo li ser rû zuha dibûn ji nişkave.
A min şahidî jî jêre kir kêliyek wiha bû. Ew kêlî li ciheke dîrokî û berxwedêr bû. Li ciheke şoreş û êş ji hinavan bi salan e tê kişandin. Ew der Wargeha Penaberan a Mexmûr bû. Dema ji bo karekê berê min ketibû wir, di bîranîna ji bo endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn (Emîne Kara) û Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil li Saziya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin ew kare li ber çavê min ket.
Ev der hêlîna malbatên şehîdan e. Hema bêje her malbatek şehîd û şervanên xwe heye. Şoreşgerên xwe heye. Malbata Şehîd Evîn jî li wir bû. Şehîd ê malê tenê nebû, yê hemû Mexmûriyan bû. Ji bo wê eger ku qêrîn û fîxanên wan dayik û bavikan li ser heft erşê sererd û binerd ê dinê biketa jî ne bêlome bû. Bi sedan carî zarokên xwe şehîd dane. Her roj li wir zarokek hatibû îlankirin û merasîm lê hebû. Ji bo wê ew kare tevî çend çirke jî be. Pir balkêş, ez kişandim ber barê ku van çend çirkeyan divê binivîsim. Dibe nikaribim wê çirkeyan vebêjim, lê ya ber çavê min ket, min hîs kir xwest bigihînim we.