Têgîna ziman têkiliya xwe xurt bi têgîna çandê re heye. Di çarçoveyeke teng de ziman bi awayekî bingehîn têgîna sereke ya qada çandê ye. Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zihniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zihnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûyî xwedî îfadeyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe.
Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê maneyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin. Civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a manedar a zihniyet, exlaq û estetîkê nabe û aşkera ye ku heta ji holê rabin wê weke civakeke nexweş mehkûmê jiyaneke trajîk bimînin. Civakên mane, exlaq û estetîka xwe ji dest bidin, nirxên wan ên civakî jî bi tenê ji bo nirxên mêtinkaran dibin maddeya xam a bikaranînê. Weke encam mirov dikare bibêje; mînak ziman weke li cem kurdan be, civakeke di vê rewşê de ji aliyê maddî ve wê heta dawiyê xizan bibe û bikeve rewşeke parçeparçebûyî ango gelekî aşkera ye ku ji aliyê mane, exlaq û estetîkê ve wê bi şaşî, xayîn û krêt bijî û nikaribe ji vê rewşê xilas bibe.
Çand û zimanê Aryen a koma ziman a herî kevin pêk anî, hem di warê pêşketina neolîtîkê, hem jî di warê pêşdebirina pêvajoya bajar-şaristaniyê de bi roleke bingehîn rabû. Ev bûyer hemû heta bi beriya bîst hezar salan şaxên xwe ber didin, diçin. Ango mirov dikare di cîhana kurdan a zihniyetê de şopên pêvajoyên neolîtîk û şaristaniyê bigerîne. Piştre, bûyera jêre koma çand û ziman a Hind-Ewropayê tê gotin jî kokên xwe ji vê rabihuriyê digire. Yên di nava vê koma çand û ziman de timî li hemberî xwe du komên çand û ziman ên cuda dîtin. Li Başûr komên Semîtîk ên ji nêz ve bi kokên xwe afrîkî (çanda çol û qadên germ) û li Bakur komên Ûral-Altay ên li keviyên Sibîryayê (çanda qutbê û qada sar). Li gorî van herdu koman koma navî bi derfet û avantaj bû. Avantaja cografîk di pêşketinê de xwedî roleke diyarker bû. Ji ber vê yekê, em dibînin ku komên qada navîn bi awayekî dîrokî gavên mezin diavêjin û mohra xwe li bûyerên mezin dixin. Lewma em dikarin fêhm bikin ka çima hem di pêşketina çanda maddî û hem jî di ya çanda manewî de bi rola sereke rabûne.
Şoreşa Gund û Cotkariyê di warê ziman û fikrê de kir ku mirovatî ji qonaxekê derbasî qonaxeke gelekî li pêş bibe û vê yekê jî kir ku şêwegirtineke civakî ya di ti demê de nehatiye dîtin pêk bê. Bi vî awayî koma ziman û çandê ya serdest a komên Hind-Ewropa (Ev navlêkirin şaş e, mirov bibêje koma ziman û çandê ya Aryen rastir e) pêk hat. Mirov koka kurdên îro dikare weke şaneya kok a komên Hind-Ewrûpa bide naskirin. Lêkolînên li ser ziman û çanda kurdan hatine kirin vê rastiyê derdixin holê. Hem cografya wê ya jiyanê, hem jî dîroka wê vê rastiyê bêhtir piştrast dikin. Bermahiyên Girê Navikê li Rihayê encama lêkolînên dawî ye, û dîrokeke navend dîn û qebîleyên herî kevin ên 12 hezar salî ye, û mînakeke girîng e ku hêza çanda heyî piştrast dike. Li tu devera dinyayê mînakeke evqasî kevin nehatiye dîtin.
Modernîteya kapîtalîst, çawa ku di qada çanda maddî de kiriye, di qada çanda manewî de jî helwesteke asîmîlasyonîst û qirker nîşan daye û ev jî bi mekanîzmayên tinekirinê yên dewleta netewe pêk aniye. Dewletên netewe yên ereb, tirk û Îranê ku bi awayekî acente û saziyên sîxur ên modernîteya kapîtalîst in, ji avahiyên desthilatdariyê yên rêûresmê sûd wergirtine û çanda Kurdan bi temamî kirine mengeneyê, ji tevahiya derfet û îmkanên perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm kirine, pergala perwerdeyê ya medreseyên rêûresmê xira kirine qedexe kirine, çand û zimanê kurdî di nava saziyên çand û zimanê serdest ên dewletên netewe de ji îmhayê re terikandine. Hinek hewldanên lawaz û zelûl ên milliyetgiriya kurd ji bo parastina çanda kurd (xebatên wêje û ziman) bi ser neketin û tevî vê jî li hemberî hevrikên wan ên bi hêz rê li ber reaksiyoneke dijber vekiriye.
Eger çanda berxwedanê ne bi hêz be, çawa di her diyardeya bi vî rengî de tê dîtin, bivênevê her ku diçe dihele û tine dibe. Herweha bi awayekî giştî formên milliyetgir ên bûrjûwayê di wê kapasîteyê de nînin ku çandên gel zindî bihêlin û pêşde bibin, berevajî xwedî fonksiyonekê ne ku wan çeloxwarî dikin û naveroka wan pûç dikin. Di modernîteyê de çanda nivîskî li asta herî jor e, lê bi sedema qedexekirin û asîmîlasyonê, ji bilî çend xebatên lawaz û qels çanda kurd pir kêm berhem dane. Di van berheman de jiyana azad negihiştiye îfadeyeke rast, bêhtir di van berheman de arîstokrasiya eşîrê, pergala wan a begtiyê û otorîteyên dînî derketine pêş.
Kurdîtî bi xwe kirine tiştekî pênc pereyan nake. Ne tenê ev, kî pihînekê li vî tiştî bide, sîstem xwedî lê derdikeve û ji bo bêhtir karibe bijî hukim dide. Tu çiqasî rastiya xwe ya civakî înkar bikî û piçûk bibînî, di nava sîstema neteweyê serdest de ewqasî dibî xwedî paşeroj, dibî xwedî kar û şensê te yê mezinbûnê mumkîn dibî. Ev rewş sîstematîk e, û ji bo tevahiya nirxên civakî yên kurd bi vî rengî ye. Li ku kurdekî derketibe pêş, pereyê wî zêde û ji karê xwe piştrast hebe, ew kurd ji sedî sed li dijî civaka xwe di nava hîleyê de ye, yan jî bi zanebûn hewl dide xwe înkar bike, ji xwe bireve û xwe xerîb bike. Herçiqasî di van demên dawiyê de hin fîgurên kurd bi etîketa neteweyî bêne pêşkêşkirin jî divê mirov baş zanibe ku ev hemû ji nêz ve têkiliya xwe bi berjewendiyên global ên hegemonya kapîtalîst re hene.
Mirov sîstema koleker a modernîteya kapîtalîst li ser rastiya civakî ferz dike bi awayekî herî aşkera dikare di rewşa rastiya civakî ya kurd ketiyê de bibîne. Rastiya civakî ya kurd, ji civakîbûneke bi pirsgirêk wêdetir, bi qirkirineke li dema dirêj û li tevahiya komikên wê pêk tîne belavbûyî tê qedandin. Ne bi tenê her çi civakeke bi pirsgirêk e, yên diqewimin ji pirsgirêkbûnê wêdetir rewşekê îfade dikin. Ji bo mirov rewşa tijîders û xeternak a rastiya kurd ketiyê fêhm bike bi tenê mirov li rewşa ziman binêre qîm dike. Zincîr li zimanê herî otantîk ê dîrokê xistine. Ji zarokan re jî nikarin baxçeyê zarokan vekin. Ji vê rewşê jî xeternaktir rewş ew e, xwedîderketina li zimanê kurdî û ji bo vî zimanî hewldan, di nava sîstema serdest de divê birçîmayîn û bêkarmayîn li ber çav bêne girtin.