Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Pêşmerge divê neyên lîstika dewleta tirk’

Şervana YPJ'ê ya ji Silêmanî Bêrîvan Kurdistan diyar kir ku divê pêşmerge neyên lîstika dewleta tirk û wiha got: “Gelê me yê Başûr divê serê xwe li ber êrîşên dewleta tirk netewînin.”

Şervana YPJ’ê Bêrîvan Kurdistan ku di sala 2016’an de ji bajarê Silêmanî tev li nav refên têkoşînê bûyî, li dijî êrîşên dewletên dagirker di nav şoreşa Rojava de ye.

Bêrîvan Kurdistan têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê axivî û got ku divê pêşmerge neyên lîstika dewleta tirk.

Kurdistan diyar kir ku şoreşa Rojava kana wê ya îlhamê ye û wiha got: “Min xwest ku di nav vê têkoşîn û berxwedaniyê de bim. Belê, li gorî hinan li başûrê Kurdistanê otonomiyek heye lê di vê otonomiyê de azadî û serxwebûn ber çav e. Ez jina ku li ser wan xaka dijîm min dahatuya Kurdistana azad di felsefeya Rêber Apo û şoreşa Rojava de dît û her wiha ji bo ku bibim parçeyek ji jiyaya azad tev li nav refên YPJ’ê bûm.”

Yekitiya partiyên kurd

Bêrîvan Kurdistan da zanîn ku yek ji polîtîkaya dewleta tirk ew e ku kurdan bi hev bide kuştin û bal kişande ser yekitiya partiyên kurdan û ev tişt anî ziman: “Weke ku hûn pê dizanin van rojan careke din em têkçûna dewleta tirk a dagirker dibînin. Dewleta tirk êrîşê ne ku tîne tenê ser gelê bakurê Kurdistanê. Di vî şerî de ku bi salan e didome ji bo dewleta tirk sînorê welêt qet ne girîng bû. Ji ber ku dewleta tirk a dagirker kurd li ku derê bin wî heqî bi xwe re didbîne ku êrîşê bîne ser. Hebûna kurdan ji bo ku xwe taloke dibîne. Ev hişmendiya ku wî mafî bi xwe re dibîne ji Bakur heta Rojava, ji Başûr heta Rojhilat êrîşê bîne ser çar parçeyên dixwaze pêşmergan jî tev li nav vê lîstikê bike.”

Hişmendiya PDK ne xwedî nirxên neteweyî ye

Her wiha Kurdistan destnîşan kir ku ew jî din av malbateke xwedî hişmendiyeke PDK’ê mezin bûye û got ku lê niha hişmendiya PDK’ê tê xwestin were avakirin ne xwedî nirxên neteweyî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê jî banga me li pêşmergeyan ew e ku ji xeta hevkariya bi dagirkeran biqerin. Ji ber ku tekane rêya gelê kurd ji qirkiri nû komkujiya berdest rizgar bike ew e ku li başûrê Kurdistane gerîla û pêşmerge mil bi mil şer bikin û li dijî dewleta tirk rawestin. Di rewşeke berevajî vê de partiyên ji başûrên Kurdistanê jî divê zanibin dewleta tirk a dagiker weke niha wê her tiştî ji bo xwe heq bibîne û otonomiya biçûk a di dest xwe de jî winda bike.

Ez bang li gel, jin û ciwanên başûrê Kurdistanê dikim; li dijî dewleta tirk ku dixwaze xaka me dagir bike divê em li ber xwe bidin. Heke li dijî vê êrîşa dagirker em ne li rex gerîla bin, em ê nikaribin li ser xaka xwe bi azad bijîn. Divê hemû gelê me li dijî dewleta tirk a dagirker rabe ser xwe û em dagirkeran ji ser xaka xwe bavêjin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar