Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêşmergeyê berê: Ez ê fîşekê berdim xwe lê bernadim PKK’ê

Pêşmergeyê Dêrîn Pêşrew Ehmed Kelan têkildarî hewldanên PDK’ê ya dixwaze bi dewleta tirk re êrîşî PKK’ê bike, ev tişt anî ziman: “Ez ê fîşekê berdim xwe lê ti carî bernadim xwişk û birayên xwe yên PKK'î.”

Navenda Nûçeyan |

Li başûrê Kurdistanê nerazîbûna li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re, mezin dibe.

Hem gelek fermandarên pêşmergeyan, hem jî pêşmergeyên dêrîn şerekî nava kurdan red dikin.

Li gorî ajansa Rojnewsê, pêşmergeyê dêrîn Pêşrew Ehmed Kelan li ser malpera xwe ya Facebookê peyamek parve kir û bi bîr xist ku wî beriya niha red kiribû tev li şerê YNK û PDK’ê yê li dijî PKK’ê bibe û wiha got: “Di salên 1990’î de PDK û YNK li dijî PKK’ê şer kirin. Wê demê jî min rast nedît ku ev şer bê kirin û tev li vî şerî nebûm. Niha di dema dawî ya jiyana xwe de me; ez ê fîşekê berdim xwe lê bernadim xwişk û birayên xwe yên PKK’î.”

Ji fermandarên pêşmergeyan Wahap Sertîp jî di 15’ê hezîranê de ji ajansa ANF’ê re axivî bû û destnîşan kiribû ku tu hincet ji bo şerekî navxweyî nîne û diyar kiribû ku yên dixwazin şerekî wiha bidin destpêkirin, xiyanetê li kurdan dike.

Sertîp ku gotibû ‘Ev gel, şer naxwaze’, rabirdûya şerê navxweyî bi bîr xistibû û wiha gotibû: “Yê ku herî zêde em êşan şerê navxweyî bû. Ji ber vê yekê em naxwazin. Em nefretê jê dikin û heta ji me bê em hewl didin li ber rabin.”

12’ê hezîranê jî endamê Polîtburo ya Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) û Fermandarê Eniya Germiyanê yê Pêşmergeyan Mahmûd Sengawî jî wiha gotibû: “Ji bo Tirkiye û Iraq ji me re bêjin ‘eferin’ nabe ku em zarokên gelê xwe bikujin. Divê em bi hev re dakevin kolan û qadan û şerê navxweyî heram bikin. Divê em şerê li dijî PKK’ê heram bikin. Şerê li dijî PKK’ê ji bo gelê me şaşitiyeke mezin e. Ez, bi şexsê xwe li dijî vî şerî me.”

Sengawî anî ziman ku wî ev yek ji hevserokên YNK’ê re jî gotiye û diyar kir ku dinya bi erde re bibe yek jî qiyamet jî rabe ez ê fîşekek bi tenê jî li djî PKK’ê neteqînim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar