Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin

Peşmergeyê berê Ahmet Îsmaîl Urun, destnîşan kir ku tişta ku dê aloziyên navxweyî çareser bike yek helwestî û yêkitî ye û wiha got: "Heger îro rê nedabûna, dê Tirkiye bi rihetî nikaribûna bikeve Başûrê Kurdistanê. Niha tişta ku herî zêde ji me re pêwîst, aşitiyeke navxweyî ye."

Operasyona ku Tirkiyeyê di 23’yê Nîsana sala 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin, nêzî salekw berdewam e. Operasyonên ku bênavber berdewam dikin, bi hevkariya hêzên taybet ên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tên berdewamkirin. Tê ragihandin ku piştî wextekê pêşmergeyên Roj û komên girêdayî OSO’yê jî beşdarî operasyonê hatine kirin. Operasyonên ku ji bejahiyê û hewayê ve bênavber berdewam dikin her ku tên têkşikandin, hevdîtinên dîplomatîk ên di navbera Enqere û Hewlêrê de jî zêdetir dibin. Herî dawî piştî hevdîtina Wezîrê Parastinê Hulusî Akar û Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ya li Herêma Federe ya Kurdistanê, vê carê jî Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin çêkir. Di daxuyaniyên ji aliyên hêzên kurd ve tên dayin jî tê diyarkirin ku helwesta PDK’ê û hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re zirarê dide yekîtiya neteweyî ya kurd. Bertekên li dijî hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi Tirkiyeyê re zêde dibin.

Pêşmergeyê berê Ahmet Îsmaîl Urûn ê 80 salî, diyar kir ku di vê pêvajoyê de pêdiviya kurdan herî zêde bi yêkitiyê heye û ji bo yekîtiyê bang kir. Urun, bilêv kir ku polîtîkayên ku niha tên meşandin zirareke cidî didin yêkitiya neteweyî ya kurd û wiha axivî: “Em siyaseta malbata Barzan nacebînin. Lê belê di azadkirina axa Kurdistanê de pêşengiyeke mezin kirine. Li tevî van kirinên wan û helwesta wan jî em xwe bêhêvî nakin. Mirovên pêşeng ên weke Mela Mistefa Barzanî, Şêx Ebdilselam hemû ji vê malê derketine. Pêwîst e xwedî li têkoşîna van pêşengan derbikevin. Em niha ji malbata Barzanî nerazî ne. Ev rêbaza siyasetê pêşengtiya wî têk dibe. Ev siyaset û helwest bi me dide windakirinê. Heger îro rê nedabûna Tirkiyeyê ew rehet nedikarî bikeve Başûrê Kurdistanê. Di dema me de ji peşmergeyan û ji her çar perçeyên Kurdistanê ditirsiyan. Lê niha, dev ji tirsê berdin, dema ku dikeve Başûr destûr jî naxwaze. Lê dîsa jî em bi hêvî ne ku ji vê rêyê vegerin.”

‘Heta em nebin yek em ê negihijin merheleyekî’

Urun, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser giringiya yekitiya kurdan û wiha domand: “Heger kurd di nava xwe de nebin yek, dê nikaribin tiştekî bikin. Bi tu awayî jî bi ser nakevin. Bila tu kes nebêje ku ez ê tenê bikaribim çêbikim. Heta ku em li çar perçeyên Kurdistanê nebin yek em ê negihîjin merheleyekê. Ji bo ku em bi ser bikevin pêwîste ku em hemû bibin yek. Malbata Barzanî gelek kirine. Heta ku bi gelê xwe re nebin tifaq wê bi ser nekevin. Bi van kirinan bila ked û têkoşîna ku bi salane tê dayin vala dernexinin. Tenê yêkitiya me dikare me ji vê aloziyê rizgar bike. Şereke navxweyî wê herî zêde zirarê bide me. Ji ber wê hewceye ku em kêfa dijminên xwe li ser xwe neyînin. Dibe ku ew zor û zehmetiyên ku wan kişandin me nedîtibin. Lê pêwîste ku nebe şirîkê şerekî navxweyî. Tu kurdan koçberiya ku diti wan neditiye. Her kurdek jî vê dizane. Ji ber wê divê malbata Barzanî vana bîna berçavan û li gorî wê gav biavêje. ”

 ‘Pêdiviya me bi aşitiyeke navxweyî heye’

Urun, destnîşan kir ku kurd bi yek helwestî dikarin pirsgirêk û nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin û got: “Heta ku muxatabên pirsgirêkê nebe kesek pirsgirêka kurd çareser nabe. Me çawa bi hev re Başûr ji zilma Seddam rizgar kir, divê em bi heman ruhî yêkitiya çar perçeyên Kurdistanê jî va bikin. Pêdiviya me bi aşitiyeke navxweyî heye. Em êdî ji şer têr bûne. Em kurd wê heta kengî bên kuştin? Çawa ku dema yek ji me tê kuştin em dikin hewar, divê ku em di nava xwe de jî birakujiyê qebûl nekin û li dijî vê yekê bibin yek. Yêkitiya Netewî herî zêde di vê pêvajoyê de ferz e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar