Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...
Perşembe - 3 Ekim 2024

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Pêşmergeyê berê Yaman: Divê PDK û Barzanî dev ji îxanetê berdin

Peşmergeyê berê Cemîl Yaman diyar kir ku ev ne cara yekem e ku malbata Barzanî xiyanetê dike û wiha axivî: “ ji roja destpêkê heta niha bi Tirkiyeyê re di nava hevkariyê de ye û wiha bang li PDK'ê kir: "Ev ne pêşmergetî ye. Em ji bo azadiya welatê xwe bûn pêşmerge ne ji bo kuştina birayên xwe. Dev ji îxanetê berdin."

Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkerî û îlhaqkirinê daye destpêkirin. Malbata sîxur a Barzanî çeteyên wê cilên peşmergeyan li çeteyên tirk dikin û gundên Başûr bomberan dikin. Taybet li Başurê Kurdistanê û gelek deverên cihanê kurd rabûn ser piyan û helwesta hevkariyê ya PDK’ê şermezar kirin û bang hatin kirin ku bi tifaqiya gelê xwe re tevbigerin. Lê PDK’ê li tevî hemû bang û hewledayinan jî hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re berdewam kir. Di dema ku Tirkiye di êrîşên xwe de li başûrê Kurdistanê gelek cih dagir kiribû, li herêmê dest bi kontrolkirina rêyan kir. Li bejahiya navçeya Amêdiye ya Duhokê, ji ber êrîşên dewleta tirk bi hezaran welatî neçar man malên xwe biterikînin. Di êrîşên dewleta tirk ên bi piştgiriya PDK’ê de gelek welatiyan jî jiyana xwe ji dest dan û gelek gund jî hatine valakirin.

Pêşmergeyê berê Cemîl Yaman (78) ku di serdema Mele Mistefa Barzanî de ji bo parastina xaka başûrê Kurdistanê li dijî dewleta Iraqê ji navçeya Qileban a Şirnexê çûbû Başûr û di şerê li dijî Iraqê de cih girtibû, bang li PDK’ê kir ku dev ji birakujiyê berde.

Yaman diyar kir ku ew ji bo azadiya başûrê Kurdistanê beşdarî nava pêşmergeyan bû ye û got ku armanca wan azadiya çar parçeyên Kurdistanê bû. Yaman, bal kişand ser wê yekê ku piştî bûyera Doktor Şivan baweriya wî ji malbata Barzanî ne ma ye û wiha axivî: “Armanca me ew bû ku piştî rizgar kirina Başûrê Kurdistanê em bên bakurê Kurdistanê azad bikin. Dema ku kurd li wir dihatin kuştin, me nekarî li vir bisekinin. Ji bo alîkariya birayên xwe em çûn başûrê Kurdistanê û beşdarî şer bûn. Ew jî kurd bûn û çênedibû ku em eçin. Di encama têkoşîna hevpar a li wir hate dayin başûrê Kurdistanê bû xwedî statû. Wê deme me îxaneta yekem a Melê Mistefa Barzanî dît. Doktor Şivan û rêberên kurdan bi destê Melê Mistefa Barzanî hatin qetil kirin. Piştî wê bûyerê tu baweriya min jî Melê Mistefa Barzanî nema. Ji ber ku Mele Mistefa Barzanî ku birayên xwe qetil kirin wê çawa bihata Bakur û ji bo kurdên Bakur şer bikira. Wê deme min têkiliya xwe bi wan re qût kir.”

Yaman, bi lêv kir ku malbata Barzanî ji roja ewil û vir ve bi Tirkiyeyê re di nava hevkariyê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev hevkarî ne nû ye. Ev ne cara yekem e ku xiyanetê dikin. Ew her tim bi dewleta tirk re tevdigeriyan. Îro jî li dijî ciwanên kurd ên ji bo azadiya kurdan têdikoşin, bi Tirkiyeyê re hevkariyê dikin. Ma heta kengê ew ê bi dewleta tirk re vê hevkariyê bidomînin? Bi Tirkiyeyê re dibin yek û birayên xwe dikujin. Ji vê zêdetir şerme tune ye. Ew ne pêşmergetiyê. Em ji bo azadiya gelê xwe pêşmerge bûn ne ji bo kuştina birayên xwe. Bila dev ji vê îxanetê berdin.”

Yaman, bertek nîşanî PDK’a ku piştgiriyê dide êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûr jî da û diyar kir ku birakujî ji bo hemû kurdan şerma herî mezin e. Yaman, bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya li hemberî êrîşên Tirkiyeyê û ev bang li kurdên Başûr kir: “Divê gelê Başûr jî li dijî vê hevkariya malbata Barzanî bike hawar û qêrîn. Bila li dijî vê birakujiyê derkevin. Gelê Başûr divê bi seferberiyeke mezin dengê xwe bilind bikin, bila ev hevkarî bi dawî bibe. Ji malbata Barzanî re jî edî bes e. Heta kengî wê li vê îxanetê bidomînin. Bila bi kurdan re yek bin û em bi hev re di nava azadiyê de bijîn. Heke em nebin yek wê zerareke mezin bigehêje hemû kurdan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar