Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike

Cebraîl Yîgît ê ku 7 salan pêşmergetî kiriye diyar kir ku malbata Barzanî îro pişta xwe daye gelê xwe û got: "Îro hûn 5 qirûşan bidinê wê biçe birayê xwe bikuje. Ji bo berjewendiyên xwe yên kesane dikare her tiştekî bikin."

Tirkiyeyê di sala 2021’an de li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê êriş dabûn destpêkirin. Piştî biserneketina van êrişan vê carê rasterast bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê Nîsanê de li van herêman dest bi êrişine nû kiribûn. Ev êrişên li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê ji 17’ê Nîsanê ve bênavber didomin. Tirkiyeyê heya niha tu encam ji van êrişan negirtiye. Li gel vê bertekên li dijî van êrişan û helwesta PDK’ê jî jî her diçin berbelavtir dibin.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê Cebraîl Yîgît (75) ê ku 7 salan pêşmergetî kiriye û 17 salan jî cerdevantî kiriye ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku sibê Tirkiye Herêma Kurdistanê dagir bike wê Barzanî bireve biçe û bang lê kir ku dev ji vê birakujiyê berde.

‘Kurên mela Barzanî bûne şirîkê dewleta tirk’

Cebraîl Yîgît anî ziman ku malbata Barzanî ji dîrokê ve “xiyanetê” li gelê xwe dike û wiha got: “Em dema ku pêşmerge bûn, kurd ev qasî tune bûn. Piştî ku ji axa xwe vekêşiyan em hatin Tirkiyeyê û bûn cerdevan. Malbata Barzanî ji wê demê heta niha xiyanetê dike. Karê wan hemû li ser pera ye. Piştî ku Mela Mistefa Barzanî çû, kurên wî hatin şûna wî. Kurên wî jî li Amerîkayê, Dubaîyê bûn xwedî serwet. Bi vê yekê xiyanetê li gelê xwe kirin. Gava Mela Mistefa Barzanî hebû kurd baş bûn. Lê piştî ku rehmet kir kurên wî Mesud Barzanî û ên ditir rabûn pişta xwe dan gelê xwe. Çavê wan pere dîtin. Mela Mistefa Barzanî ew pereyê ku peyda dikir jî bi gelê xwe re parve dikir. Wê demê kalaşnikof nebûn, Burnewita hebûn, ew anîn li kurdan belav kir, lê kurd ew dibirin Nordizê difirotin. Niha kurên wî dibin şirîkê dewleta tirk. Tenê noqteya wan a hevpar ew e ku ji bo pereyan mirovan didin kuştin.”

Yîgît di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser serweta malbata Barzanî jî û diyar kir ku tu eleqeya wan bi kurdayetiyê nîn e û : “Pişt re Iraq hilweşiya û başûriyan berê xwe da Îran û Ewropayê. Wê demê Mela Mistefa Barzanî jî çû Îranê. Dema ku çûn Îranê jî vê carê li wir xiyanet li Qasimlo û Gazî Mihemed kir. Bi dehan leşkerên Qasimlo bi xiyanetê kuştin. Bi vê xiyanetê Komara Mahabad avêtin xeteriyê. Niha heman tiştî li ser Başûrê Kurdistanê dikin. Bûye hevkarê hişmendiya osmaniyan û axa başûr dagir dike. Barzanî ji dîrokê heta niha wiha ne. Her tim xiyanet kirine. Îro hûn 5 qirûşan bidinê wê biçe birayê xwe bikuje. Ji bo berjewendiyên xwe yên kesane dikare her tiştî bikin. Guhê wan li kurdîniyê nîn e. Sibê tirk bikevin Iraqê ewil ew ê bireve û biçe Amerîkayê. Ew bi xwe li Amerîka û Dubaîyê bîne li ser bînayê çêdike û li wir gelê wî jî birçî ye. Ev ne edelet e, ev dijminahî ye.”

 ‘Cerdevan jî birayên xwe dikujin’

Yîgît diyar kir ku cerdevan jî bûne parçeyeke şer û ev bang kir: “Piştî ku em ji nêçariya xwe ji wir derketin û rewş guherî ez hatim memleketê xwe. Li vir jî ji ber ku derfetên kar tune bûn ez bûm cerdevan. Em ji nêçariya xwe bûn cerdevan. Yan na me ranedikir çeka wa, yan na ez nedibûm cerdevan. Îro gel bi daxwaza xwe diçe dibe cerdevan. Îro ev cerdevan ji vir bi Tirkiyeyê re diçin Iraqê û li hemberî kurdan şer dikin û kurdan dikujin. Ji bo çi? Ji bo pereyan wisa dikin. Ez bawer nakim ku ev kes bên ser rêya rast. Min 17 salan cerdevanî kir û ji bo ku ez niha cerdevaniyê nakim jî ez gelek keyfxweş im. Îro werin ji min re bibêjin dîsa bibe cerdevan ez nabim. Divê kurd tifaqa xwe çêbikin. Em birakujiyê naxwazin. Bila birakujiyê nekin, bila bibin yek.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar