Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêşmergeyê Dêrîn: Destilatdarên Başûr xeyalên me têk birin

Navenda Nûçeyan |

Welatê bi navê Hazim Elî Koktik yek ji Pêşmergeyên Dêrîn ên başûrê Kurdistanê ye. Koktik têkildarî rûdanên li Başûr û têkbirina xewn û xeyalên pêşmerge û şoreşgerên Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê desthilatên Başûr ve ji ANF’ê re axivî. Koktik ji Hewlêrê ye û di sala 1981’ê de tev li refên Pêşmergeyên Rêxistina Şûî bû. Heta raperîna gelê Başûr jî pêşmergetî kir.

Koktik diyar kir ku ew bi hêviyên pîroz bûne pêşmerge û wiha got: “Me gelek caran li gel hevalên xwe yên pêşmerge ku hinek ji wan şehîd bûne di got; ‘Heke em Başûr azad bikin, em ê bi rext û kelûpelên xwe yên pêşmergatiyê biçin Agirî, Ararat, Şaho, Dalaho, rojhilat û rojavayê Kurdistanê.’ Me bi vî awayî dest avêtiye çeka bi rûmet. Lê desthilatdarên Başûr xewnên me tune kirin. Li cihê ji bo Kurdistaneke azad û yekgirtî û piştgiriyê bidin parçeyên din, hewl dan berevajî vê bikin ku ji sedî 51’ê axa Başûr ji dest biçe.”

‘PDK hewl dide Zînî Wertê bike navenda MÎT’ê’

Bi domdarî jî Koktik ev tişt anî ziman: “Mixabin weke serokeşîran tevdigerin. Lê nêzikatiyên serokeşîran jî bi wan re nînin. Xwezî hinek reftarên xweşik ên serokeşîran ên weke dilnermî, xiyanet nekirin, parastin û heskirina welat û axê bi wan re hebûna. Desthilatdarên Başûr ne weke rêveberiya kurdî, weke hevşêweyê qeyûmên tirk ên ku şaredariyên Amed û Şirnexê dagirkirin in. PDK niha hewl dide Zînî Wertê bike navendekî MÎT û leşkerên tirk. Hewl didin şerê birakujiyê derxînin. Ev demeke PDK gefa şer li gerîla dixwe. Lê li gorî min pêşmerge zêde dilxwaz nîne ku şerê gerîla bike û xwîna wan birijîne.”

‘Gelê Başûr dixwaze gerîla li Başûr hebe’

Herî dawî jî Koktik ev tişt destnîşan kir: “Gelê Başûr dixwaze ku gerîla li Başûr hebe. Ji ber nerazîbûnê em sê caran çûn Zînî Wertê. Min çend caran pêşniyar kir ku ger PDK ji wir venekêşe, divê li gel dayikên şehîdan biçin wir û wan ji wir derbêxin. Li hêla din her kurdekî têkoşer ji gotinên Nêçîrvan Barzanî aciz bû. Dibêje; ‘Tirkiye ji ber PKK’ê sivîlan hedef digire.’ Erê baş e birêz Nêçîrvan Barzanî tu ji bo Mexmûrê çi dibêjî? PDK’ê bi xwe ambargo daniye ser û tevî ku li gorî NY’ê wargehekî sivîl e, dewleta tirk bombebaran dike. Li Mexmûrê 3 sivîl şehîd bûn. Nêçîrvan Barzanî çima dengê xwe nekir? Her wiha weke Pêşmergeyekî Dêrîn peyama Rêber Apo ya ji bo yekitiyê ez baş dinirxînim. Serok Apo hemû temenê xwe ji bo tekoşîna azadî û xwenasîna gelê kurd danî holê. Peyama Ocalan ne tenê ji bo aliyekê ye ji bo hemû aliyane. Hêvîdarim ku hemû kurd peyama Ocalan baş binirxînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar