Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Pêşmergeyê Dêrîn: PKK nebe, dê kî we biparêze?

Yek ji serkirdeyên dêrîn ên şoreşa başûrê Kurdistanê Mam Salih Gurî Espî, da zanîn ger PDK alîkariya Tirkiyeyê neke, yek leşkerên tirk nikarin derbasî xaka Başûr bibe û ev pirs ji PDK’ê kir: “Ger PKK dest ji parastina Kurdistanê berde, ma wê kî bikare xwe biparêze?”

Mam Salih Gurî Espî yek ji pêşengên diyar ên Bizotnewey Rizgarîxwaz a Başûrê Kurdistanê ye û têkoşerek dêrîn yê herêma Germiyanê ye. Di destpêka salên 1970’an de tev li bizotneweyê bûye û wek pêşengek bi rola xwe rabûye. Piştî şerê navxweyî di navbera YNK û PDK’ê de derdikeve sond dixwe ku ew ê berê çekên xwe nede kurdan.

Mam Salih Gurî Espî di hevpeyvînek taybet li gel Rojnewsê de fikarên xwe yên li ser hewldanên PDK’ê yên ji bo derxistina şerê kurd bi kurd anî ziman û bang kir.

Yê hevkariya dewleta tirk a dagirker dike kî ye?

Dewleta tirk ger ne bi hevkariya PDK’ê be wê nikaribe yek leşkerên xwe bişîne nava xaka başûrê Kurdistanê. Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşan dike û PDK rê ji leşkerên tirk re xweş dike. Kesên şoreşger û bi xîret di nava PKK’ê de hene, lê mixabin PDK destê ji bo aştiyê dirêj nake. PKK şerê birakujî naxwaze lê PDK provakasyonan dike.

Banga we ji bo PDK’ê û hêzên kurdî çi ye?

Daxwaza min ji PDK û YNK’ê jî ew e ku şerê navxweyî dernexin, ji ber ku metirsîdare û wê zirerek mezin bigihe gelê kurd. Di vî şerî de wê zarokên kurd werin kuştin. Bila zû vî şerî rawestînin. Ger em xaka xwe rizgar bikin têra me hemûyan dike. Lê çima Tirkiye were dagir bike û em jî lê temaşe bikin. Me bi dehan hezar şehîd ji bo Kurdistanê dane, bi hêvî me êdî PDK were ser hişê xwe û bêje karê ku ez ji bo tirkan dikim nokertiye û xelet e. Bila ji dewleta tirk re bêje em jî kurd in û destûr nadin hûn di ser me re êrîşê PKK’ê bikin ji ber ku ew jî kurd in. Ger PKK li van çiyayan nebe, wê sibe Tirkiye ji Hewlêrê ta Ranya û Qeladizê dagir bike. Wê demê hûn ê çi bikin?

Hûn peyama Murat Karayilan a ji bo aştiyê çawan dibînin?

Peyama Murat Karayilan peyamek di cih de ye û şoreşgerane ye. Ez jî heman daxwazê ji Mesûd Barzanî dikim, dest û çavên wî maç dikim, ger xwe wek mezinê kurdan dibîne divê gel û welatê xwe biparêze. Bila li gel PKK û YNK’ê bicive, lihev bikin. Ger dijbertiya birayê xwe bikî, êdî najî, wê tenê dilê dewleta tirk xweş bibe. Ricayê dikim dawî li vî şerî bîne û bi gelê xwe re be.

Ger PDK di vê siyaseta xwe de israr bike, wê çi rû bide?

Ger PDK vê siyaseta xwe berdewam bike, wê dîrok ji bîr neke û dayikên kurdan li dijî wan rabin. Ji bo xatirê xwedê ricayê dikim zarên kurdan nedin kuştin. PDK, tu şer ji bo dijmin dikî û dijmin tînî ser birayê xwe de. Ma ev rewa ye? Hûn vê carê aşbetalî bikin, wê tiştek bi navê kurd nemîne. Wê di siberojê de kurd bibin dijminê we.

Helwesta we li beramberî vê siyaseta şerxwaz çi ye?

Em wek pêşmergeyên dêrîn qebûl nakin gerîla werin şehîd xistin. PKK em in û hûn PKK’ê bikujin wekî we em kuştin wisa ye. Ger PKK dest ji parastina Kurdistanê berde, ma wê kî bikare xwe biparêze. Wê demê hûn ê bibînin ka wê çawan tevayî xaka Kurdistanê were dagirkirin. Wê demê hûn ê herin ku derê? Wê kî we biparêze?

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar