Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Pêşmergeyê ku li dijî PKK’ê çek rabike ne pêşmerge, cehşê Erdogane’

Ji Pêşmergeyên Dêrîn Mam Behzad Berwarî got ku ew qebûl nakin ku Erdogan axa wan dagir bike û wiha bertek nîşan da: “Em dikarin bi yekitiyê serkevin. Erdogan ne tenê dijminê PKK’ê ye, dijminê hemû kurdane. PKK li ku pêwîst bike dê li wir be. Pêşmergeyên ku dê li dijî PKK’ê çekê rakin ne pêşmerge ne, ew cehşên Erdoganin.”

Bertekên li dijî dagirkeriya dewleta tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re her ku diçe zêdetir dibin. Der barê mijarê de ji Pêşmergeyên Dêrîn Mam Behzad Berwarî (61) ku ji şêniyên Duhokê ye û di dirêjehiya emrê xwe de ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyaye, bi Rojnewsê re axivî.

Mam Behzad di serî de diyar kir ku ew yek ji Pêşmergeyên Dêrîn ên Duhokê ye û wiha domand: “Di vî temenê xwe yê dirêj de li gel bav û bapîran me parastina vê axê kir. Em qebûl nakin ku ew Erdoganê qirêj bê axa me dagir bike. Ev bi hezaran salen ku em bindestin. Li tu deverekî nehatiye dîtin ku gelekî xwedî nifûsekî 40-60 milyon, xwedî tu mafekî nebe. Sedema vê yekê jî neyekbûna kurdane. Serkeftina me dê bi yekitiyê bibe.”

‘Qendîl dê li her derê be’

Di berdewamê de jî Mam Behzad got ku Erdogan ne tenê dijminê PKK’ê ye, dijminê hemû kurdane û wiha pê de çû: “Li Japonyayê keçeke kurd di dibistanê de bibe yekemîn û ala Kurdistanê rake, îtîraz dike. Em tevahiya gelê kurd, jin û mêr, keç û kur destê hevbigirin, van dîkdatorên pîs û yên axa me dagirkirin biqewitînin. PKK duh li Stenbolê derbek li Erdogan xist. Li kuderê pêwîst be wê Qendîl li wir be. Qendîl dê biçe Enqere, dê biçe Wan’ê, dê biçe Qamişlo, Qendîl dê biçe Mahabadê û dê biçe Tehranê jî. Ev der axa PKK’ê ye. Ev der axa ew cangoriyên ku xwîna xwe li ser dane ye. Her kî li ser vê axê xwîn rijandibe, evder ya wan e.”

‘Axa başûrê Kurdistanê ya 60 milyon kurdan e’

Mam Behzad got ku bi sedan ciwanên ji Rojava, Bakur û Rojhilat ji bo Başûr şer kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Van ciwanan xwîna xwe rijandin. Di sala 1961’ê de bi alîkariya me hatin. Mil dan milê pêşmergeyan û ji bo me şer kirin. Axa başûrê Kurdistanê, axa 60 milyon kurdane. Bila bên ser hişê xwe û ew mejiyê cehşayetiyê biavêjin. Em bi PKK’ê hene û PKK jî bi me heye. Em bêyî hevdu nabin. Her pêşmergeyeke li dijî PKK’ê çek radike û li gel dewleta tirk tevdigere, ne pêşmergeyên me ne. Em rêz nadin wan û ew ne jî xwîna me ne. Ew tenê dikarin bibin cehşên Erdogan. Yên ku çek li birayê xwe radike, ez ê naletê li wan bibarînim. DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar