Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Pêşmergeyê PDK’ê yê li Qereçoxê mir endamê MÎT’ê bû

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Filîz Bûdak diyar kir ku PDK dixwaze di bin navê xwe de dewleta tirk li derdora Mexmûrê bi cih bike û got: "Di êrîşa 22’yê Cotmehê şerê di navbera hêzên Iraqê û pêşmergeyan de derketî, ji çeperê pêşmergeyan kesek hat kuştin ku endamê MÎT’ê bû û cilên pêşmergeyan li ber bûn.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) 19’ê Cotmehê ragihand ku wan hêzên xwe yên HPG û YJA Starê yên li Mexmûrê vekişandin. Hêzên hikûmeta Iraqê li noqteyên vala mayî, bi cih bûn. Her wiha 22’yê Cotmehê hêzên PDK’ê bi daxwaza bi cihbûna van noqteyên ku hêzên Iraqê lê bi cih bûne, êrîş bir ser hêzên Iraqê û şer derket. Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Fîlîz Bûdak têkildarî van geşedanan ji ANF’ê re axivî.

Fîlîz Bûdak diyar kir ku vekişîna HPG û YJA Starê bi temamî ji ber berjwendiyên wargehê pêk hat û wiha got: “Bêguman weke civak li vê derê hebûna wan temînata ewlehiya me bû. Civak heta niha jî naxwaze tiştekî wiha qebûl bike. Lê vê jî dizanin ku kengî pêwîstî pê hebe, kengê bi êrîşekî re rûbirû bimînin, yên ku li vir amade bin ev hêz e. Lê mirov bixwaze nexwaze di aliyê hestyariyê de ev yek di nava civakê de valatiyek dide avakirin. Lê bizanebûna ku HPG ev erk radestî me kiriye tevgeran jî, heta astekî pêşî li hestên din digire.”

Bûdak bilêv kir ku piştî vekişina HPG û YJA Starê ji herêmê, rageşî di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê de derket û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrîşên ku li ser wargehê hemû jî li ser xaka Iraqê hatin kirin. Ji 2017’ê heta niha xaka Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombebarankirin û li vê derê kesên ku di bin parastina wê de ne tên qetilkirin, malên wan tên talankirin. Lê hikûmeta Iraqê helwesteke ku rê li ber êrîşan bigire nedaye. An jî hêza kooalîsyonê ya li Iraqê ji bo girtina qada hewayî ji dewleta Tirk re tu gav ne avêtine. Em nikarin bibêjin wê bi vekişîna HPG’ê re hikûmeta Iraqê ji sedî sed parastina wargehê bi temamî bigire ser xwe.”

PDK li Qereçoxê li pey çi ye?

Bûdak bal kişand bi ser şerê di nava artêşa Iraqê û çekdarên bi ser PDK’ê û wiha axivî: “Ên êrîş kir PDK bû. Timî me ev yek anî ziman, bicihbûna PDK’ê li dora Mexmûrê xeteriyek çawan bi xwe re tîne? Dibe ku pir kesan digotin Kurd çima naxwazin Kurd li dora wan bi cih bibin, lê ew Kurdê ku cilê xwe li endamê MÎT’ê kir û anî li Qereçoxê bi cih kir. Di êrîşa 22’yê Cotmehê şerê di navbera hêzên Iraqê û pêşmergeyan de derketî, ji çeperê pêşmergeyan kesek hat kuştin ku endamê MÎT’ê bû û cilên pêşmergeyan li ber bûn. Çima PDK dixwaze li çiyayê Qerecoxê bi cih bibe? Ji ber ku dixwaze di bin navê xwe de, dewleta Tirk li wir bi cih bike. PDK ji 2019’an û vir ve li ser Mexmûrê ambargoyê pêk tîne. Her sal ji dibistanên me yên amadeyî xwendevan mezûn dibin, lê PDK nahêle ku xwendevan biçin herêma Kurdistanê û zanîngehê bixwînin. PDK ew e ku sala 2019’an nehêla dayik di seytereyên wan de zarokên xwe bibin nexweşxaneyê, heta ku zarok di destê dayika xwe de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha tişta herî balkêş ew e ku PDK’ê 7 wargeh li ser xaka Kurdistanê bi me dane guhertin. Bi fikra ku em ê biçin Başûrê Kurdistanê bi cih bibin, em penaber bûn. Lê PDK’ê bi darê zorê em ji 7 cihan derxistin. Agir berdan konên me, sewalên me talan kirin, bi çekê êrîşî me kirin û mirovên me qetil kirin. Het astekî wisa ku serê du kesên 60 salî jêkirin û birin firotin dewleta tirk. Lewma em naxwazin PDK li Çiyayê Qereçox bi cih bibe. Ev hemû tiştên ku me rêz kirî, bi destê mala Barzan û PDK’ê bi serê me hatiye. Eger PDK li Qereçoxê bi cih bibe, ev tê wê wateyê ku dewleta tirk û MÎT li Qereçoxê bi cih bibe û Mexmûr bi komkujiyekê re rû bi rû dimîne. Di encama van pevçûnan de wê çi biqewime, hîna ne diyar e.”

Bicihbûna PDK’ê ji bo Mexmûrê xetere ye

Bûdak bi bîr xist ku ew der xaka Iraqê ye û wiha domand: “Li gorî madeya 140’an xala ku niha şer li ser tê meşandin, xala nakok e. Di rojên pêşiya me de, wê kî li wir bi cih bibe, nayê zanîn. Lê li wir bi cihbûna PDK’ê ji bo me xeterî ye. Lê em bêjin heyîna Iraqê wê ji bo me bi rengekî tam bi ewle be, ew jî wê zêde ne rast be. Lê li vir xaka Iraqê ye, yê ku hiştî em li vir bi cih bibin hikûmeta Iraqê ye. Yanî tu eleqeya xwe bi PDK’ê re nîne. Yê ku nahêle em bikevin Kurdistanê, PDK ye. Xwesteka PDK’ê ya bi cihbûna li Qereçoxê, vê pirsê tîne hişê mirov; gelo dewleta Tirk dixwaze bi destê PDK’ê li derdora Mexmûrê çi bide kirin? Heta niha hîna li hevhatinek çênebûye, encamekî ber bi çav derneketiye holê. Rewşa niha tê jiyankirin, rewşeke bi nakok e.”

Dê gelê Mexmûrê wê parastina xwe bikin

Bûdak got ku divê weke civak ew parastina xwe ya cewherî xurt bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çi dibe bila bibe, divê em weke civak parastina xwe ya cewherî xurt bikin. Em di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî de dijîn. Ji bo ku hêzeke ji bo ne xeter li wir bi cih bibe, divê em hemû aliyên dîplomatîk bi kar bînin. Bi taybet gel vê yekê nîqaş dike. Divê Neteweyên Yekbûyî  xwedî li erk û berpirsyartiya xwe derkeve. Heta niha digot, ‘ew der herêmeke çekdarî ye, em nikarin werin.’ Lê ev hinceta wan jî ji holê rabû. Eger hikûmeta Iraqê gavên berbiçav bavêje, yanî pirsgirêkên civakê çareser bike, hingê dibe ku di navbera hikûmeta Iraqê û Mexmûrê de têkîliyên baş pêş bikevin. Di vî alî de hêviyên gel hene; çêkirina nasnameyan e, pêşwazîkirina pêwîstiyên civakê û pêkanîna şert û mercên ewlehiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar