Pêşmergeyên dêrin ên ku ji bo azadiya başûrê Kurdistanê kar û xebat kirine ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bi bertek in û diyar kirin ku ew amade ne li dijî dagirkeriyê berê xwe bidin sînor û çiyayên Kurdistanê
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li ser xaka başûrê Kurdistanê roj bi roj berdewam dikin û herî zêde ziyan digihî sivîlan. Pêşmergeyên dêrin ji Rojnewsê re axivîn û bertek nîşanî bêdengiya hikûmeta Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê dan.
Di despêkê de pêşmergeyê dêrîn yê bi navê Hawrê Derya dagirkeriya tirk ya li ser xaka başûrê Kurdistanê bi ne yekitiya nava mala kurdan û hêzên siyasî ve girêda. Li gorî Derya nakokiya navbera aliyên siyasî bûye xala lewaz ya kurdan û got, “Dijmin jî sûdê ji vê lewaziyê digre û siyaseta xwe ya dagirkeriyê li ser Kurdistanê birêve dibe.”
Hawrê Derya balkêşa ser raperîna xelkê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk û got, “Xelkê berxwedêr yê Şêladizê di dema borî de li dijî dagirkerî û bêdengiya dewleta tirk şehîd dane. Em divê demê de jî piştgiriya xwe ya ji bo wê raperînê dûbare dikin. Em weke pêşmergeyên dêrîn amade ne biçin ser sînoran û parastinê li xak û nîştimaniya xwe bikin.”
Hawrê Derya got ku divê êdî rê bi rejîma dagirkeriya dewleta tirk neyê dayîn û nehêlin dewleta tirk sînorê herêma Kurdistanê derbaz bike û wiha axivî: “Rejîma dagirker ya Tirkiyeyê divê li çiyayên me bicih nebe. Hêzên başûrê Kurdistanê yên li herêmê, divê nehêlin dewleta tirk li wan deran bicih bibin. Divê xelkê nîştimanperwer li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê xwepêşandanek mezin lidar bixe.”
Pêşmergeyê dêrîn yê bi navê Xalid Kirjeyî jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “Xebata me hemû ji bo rizgarî û azadiya gelê kurd bû. Em bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin, da ku sînorek ji bo dagirkeriya dewleta tirk danîn. Bila êdî mala xelk û gundên me neyê wêrankirin.”
Kirjeyî di dewamê de balkişand ser armanca dewleta tirk û wiha got: “Armanca dewleta tirk ne PKK’ye, hemû gelê kurd e. Ew cûdahiyê naxin navbera kurdan û PKK’ê. Armanca wan têkbirina gelê kurd e. Dewleta tirk hinek cihan bombebaran dike, lê di rastiyê de ne gerîlayek ne jî baregehek ya PKK’ê li wir heye. Cihên bombebaran dike hemû gundên li herêmêne û xelkê sivîl dike hedef.”
Pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Hêrîş Xidir jî got ku ew weke pêşmergeyên dêrîn, li dijî dagirkeriya dewleta tirk xwedî yek helwest in û amade ne li dijî dagirkeriyê têbikoşin. SILÊMANÎ