Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêşmergeyên Dêrîn bang li ciwanan kirin: Dijî dagirkeriyê tev li gerîla bibin

Pêşmergeyên Dêrîn dijî dagirkeriya dewleta tirk û ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd bang li ciwanan kirin da ku tev li gerîla bibin

Êrîşên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê dewam dike. Berxwedana dîrokî ya gerîla ya li hemberî artêşa tirk a dagirker, bi biryardarî dewam dike. Gerîla derbên giran li artêşa dagirker dixin. Pêşmergeyên Dêrîn yên Herêma Raperînê, li ser dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê ji ajansa Rojnewsê re axivîn.

Pêşmergeyê Dêrîn ê bi navê Arif Elawêrdî dagirkeriya dewleta tirk a dagirker bi tundî şermezar kir û bang li xelkê Kurdistanê kir da ku dijî dagirkeriyê bêdengiya xwe bişkînin. Arif di banga xwe de xwest xelkê Kurdistanê dijî dagirkeriyê dakevin qadan û wiha got: “Helwesta Hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê û bêdengiya wan a li hemberî dagirkeriya tirk, şermezariyek mezin e. Divê helwesta wan were zanîn. Daxuyaniyên ‘dewleta tirk tenê dijî PKK’ê ye’ xeletiyek mezin e. Ji ber ku dewleta tirk her tim li dijî hemû kurdan e. Erkê me weke pêşmergeyên dêrîn, divê em li dijî vê dagirkeriyê rawestin.”

Arif Elawêrdî da zanîn ku armanca dewleta tirk a dagirkeriyê ji holê rakirina gelê kurd e û ji ber vê yeke xwest her kes li cihê lê ye, bi çalakiyên cûda dijî dagirkeriya dewleta tirk rawestin.

Dê serkeftin a gerîla be

Pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Hejar Mergeyî jî li ser heman mijarê axivî. Li gorî Hejar armanca Erdogan, zindîkirina xewna Ataturk a ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê ye û da zanîn ku armanca din a dewleta tirk, bi serokatiya Erdogan qirkirina gelê kurd û tunekirina destkeftiyên kurdan e.

Hejar Mergeyî destnîşan kir ku dewleta tirk îro li Garê, Metîna, Avaşîn û Zapê bi hemû hêza xwe ve dixwaze gerîla tune bike û wiha got: “Lê destana Garê û têkşikandina dewleta tirk a bi destê keç û xortên kurdan, dewleta tirk li hemberî hemû cîhanê şermezar kir. Ez di wê baweriyê de me, îro bi pêşengiya berxwedana gerîla, carek din wê pozê Tirkiyeyê bişke û serkeftin ji bo gerîla bimîne.”

Xweziya Hejar

Pêşmergeyê Dêrîn Hejar diyar kir ku xwezî ew bikaribûya ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd biçûya çiya, mil bida milê gerîla û ji bo vê jî wiha bang li ciwanan kir: “Vê metirsî û dagirkeriya dewleta tirk, cidî bibîn û helwesta xwe ya li hemberî dagirkeriyê diyar bikin. Ji ber ku ger helwest nebe wê carek din pêşeroja ciwanan û welatê me bikeve bin metirsiyê. Hikûmeta Herêmê ger piştigiriyê nede gerîla jî, herî kêm bila rê xweşiyê ji leşkerên tirk re çêneke. Ji ber ku gerîla parastina şeref û rûmeta başûrê Kurdistanê dikin. Eger Tirkiye di vî şerî de serbikeve, bê guman sibe tê Hewlêr û Silêmaniyê jî. Pêwîst e bêdengiya li başûrê Kurdistanê ya hemberî dagirkeriyê, were şikandin. Her wiha divê keç û xortên kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê, dijî dagirkeriyê rawestin û tev li nava refên gerîla bibin.” RANYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar