Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pêşmergeyên Dêrîn: Bi azadnekirina Rêber Ocalan pirgirêkê kûrtir dikin

Pêşmergeyên Dêrîn ên Herêma Federal a Kurdistanê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û wiha gotin: “Pêkanîna proseya aştiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn, pêwîstî bi azadiya Rêber Ocalan heye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navneteweyî hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ji wê rojê ve tecrîdek girankirî li ser Rêber Ocalan tê meşandin.

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku 24 sal in di girtîgeha Îmraliyê de ye zêdetirî 24 meh in tu agahî jê nayê girtin û rê nayê dayîn parêzer û malbata wî pêre hevdîtinê bikin.

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê di navbera 20-29’ê îlonê de li Tirkiyeyê hin hevdîtin pêkanî û di vê çarçoveyê de jî serdana Girtîgeha Îmraliyê kir. Komîteya CPT’yê, rapora xwe ya 32’yemîn a giştî ya 1-31’ê çileya sala 2022’yan weşand. CPT’yê, di raporê de diyar kir ku serdan li Girtîgeha Îmraliyê kiriye lê têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim tu agahî neda.

Li gel berdewambûna kampanyayên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Pêşmergeyên Dêrîn ên Hewlêrê piştgiriya xwe ji bo kampanyayan nîşan dan û girtina Rêber Ocalan wek ne dadperweriya beramberî Gelê Kurd dibînin. Di derbarê mijarê de Pêşmergeyên Dêrîn ji Rojnews’ê re axivîn.

‘Divê ji bo azadiya Rêber Ocalan têkoşîn bikîn’

Pêşmergeyê Dêrîn Îbrahîm Ehmed bal kişand ser giringiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Divê hemû kurdên li her çar beşên Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Ocalan xwepêşandanên mezin li darbixin. Ji ber ku ev Rêber, ji ber mafê rewa yê gelê kurd ji aliyê dijminan ve hatiye girtin. Ji bo çareserkirina pirsgrêka kurd, pêwîstiya gelê kurd, bi rêbertiya Abdullah Ocalan heye. Ji ber vê yekê dijminên gelê kurd li ser daxwaza maf û azadiya netewa kurd, bi salên dirêjin bê suc girtine. Divê ji bo azadiya Rêber Ocalan têkoşîn bikîn.”

Bi serbest berdana Ocalan pirsgirêk çareser bibin’

Pêşmergeyê Dêrîn Sabîr Elî jî derbarê heman mijarê de da zanîn ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê aştiyê bîne Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn û wiha got: “Bi azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê pirsgirêka kurd çareser bibe, lê desthilatdarên tirk bi azadnekirina Rêber Ocalan pirgirêkê kûrtir dikin. Rêber Ocalan ji bo azadiya gelê kurd têkoşîn dikir. Ji ber vê yekê bi salên dirêjin, di girtîgehê de ye.”

Sabîr Elî bang di dawiya axaftina xwe de bang li her çar beşên Kurdistanê kir ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin da ku pirsgirêka kurd bi destê vî Rêberê were çareserkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar