Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêşmergeyên Dêrîn bi çekên xwe tev li çalakiyê bûn

Xelkê bajarokê Bazyan a Silêmaniyê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk çalakî li dar xist. Di çalakiyê de Pêşmergeyên Dêrîn jî bi çekên xwe beşdar bûn. Di çalakiyê de peyama xwedîderketina li Rojava li herkesî hate dayîn

Di saetên êvarê de li bajaroka Bazyan a Silêmaniyeyê welatî li dijî dagirkeriya dewleta tirk a a li ser rojavayê Kurdistanê, çalakiyeke girseyî li dar xist. Di çalakiyê de Pêşmergeyên Dêrîn jî bi çekên xwe ve tevî xelkê bajarokê beşdarî çalakiyê bûn. Di heman demê de karkerên Şaredariya Bazyanê jî bi cilên xwe yên kar piştgirî dan çalakiyê.

Di  çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin bilindkirin û çalakvanan dirûşmên ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Terorîst Erdogan’ berz kirin. Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Rêxistinên Bazyanê Elî Letîf ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku niha berpirsyariyeke exlaqî û neteweyî dikeve ser milê tevahiya berpirs û xelkê her çar parçeyên Kurdistanê û divê em hemû bi hevre bi yekdengî helwesteke tund a neteweyî li dijî dagirkeriyê nîşan bidin.

Her wiha peyamên Tevgera Azadî û Kongreya Star jî hatin dayîn û di peyaman de hat destnîşankirin ku êrîşên dewleta tirk ne tenê li ser rojavayê Kurdistanê, di heman demê de êrîşeke li ser her çar parçeyên Kurdistanê ye û divê her kes li gorî vê helwest nîşan bide. SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar