Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêşmergeyên Dêrîn: Çeka herî bihêz yekitiya kurdan e

Pêşmergeyên Dêrîn yên başûrê Kurdistanê, dijî êrîşên dewleta tirk û Îranê, yekitiyê weke çekek bi hêz pênasekirin û gotin; “Ji bo ku kurd sed sal paş de venegere, pêwîstî bi yekitiyê heye.”

Êrîşên dewleta tirk a dagirker û Îranê yên li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin, dewleta tirk rojane li çiya, gund û bajaran xelkê sivîl dike hedef û komkujiyên mezin pêktîne. Îran jî demên dawî de wargeh û baregehên partiyên rojhilatê Kurdistanê topbaran dike xelkê sivîl dike hedef. Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê dijî êrîşan bêdeng in. Pêşmergeyên Dêrîn yên başûrê Kurdistanê derbarê êrîşan de axivîn.

Pêşmergeyê Dêrîn Tofîq Mihemed, derbarê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de got; “Her hizbek başûrê Kurdistan dûvikê dewletekê ye, PDK çeteyê Tirkiyeyê ye, bi nemana Tirkiyeyê ew jî dawî dibe. Ji bo vê jî tu bendewariyek a helwestê ji PDK’ê nîne.”

Derbarê helwesta Hikûmeta Iraqê ya li hemberî dagirkeriya dewleta tirk de jî Tofîq dibêje; “Tu helwestek Iraqê nîne, bi taybet di dema Hikûmeta Kazimî de, ji ber ku Kazimî raste rast bi Tirkiyeyê re bû, hertim berjewendiyên Tirkiyeyê diparast. Di vê kabîneya nû de, soz hatiye dayîn ku dewleta tirk ji Iraqê were derxistin.”

Li gorî Tofîq Mihemed, yekitiya kurdan dikare detkeftiyan bi dest bixe, lê eger kurd nebin yek, wê sed sal din vegerin paş de. Tofîq bang li kurdan kir ku bibin yek, li dijî Tirkiye, Îran û dijminan xwedî helwest bin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Bila dijminên kurdan bizanin, wê nekaribin bi van êrîşan kurdan ji holê rakin.”

Pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Qazî Mihemed jî dijî êrîşan qala têkoşîna şehîdan kir û got; “Ji bo rêzdayîna xwîna şehîdan, divê têkoşîn were kirin. Divê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, têbikoşin, ger ev pêkneyê, wê xwîna şehîdan jî vale biçe. Gelê kurd bi êrîşên dewletan têk naçe, ji ber ku kurd êdî hişyar in. Armanca Tirkiye û Îran ya di van êrîşane de, tunekirina derfetên li pêşiya kurdan çêbûne ye. Dijmin ditirse, ditirsin çawa rojava û başûrê Kurdistanê ji destê dagirkeran hatiye derxistin, rojhilat û bakurê Kurdistan jî ji destê wan derbikeve.”

Qazî di dawiya axaftina xwe de bang li kurdan kir ku bibin yek û got; “Tiştek ji hizban dernakeve, ji ber ku hemû hizb li pey kursî û desthilatdariyê ne, dixwazin tenê li ser kursiyan bimînin. Ez li vir ji wan hizbên xwedî hêz û desthilat re dibêjim, li Kurdistanê statûyek mezin heye, divê hûn xwedî helwest bin. Divê Kurdistan nebe cihê pêkenokên Îran, Tirkiye û Iraqê, ji ber ku ew dijî me ne, bi tu awayî naxwazin em azad bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar